Wê nexşerêya nû ya HDP'ê bibe çi: Rêya sêyemîn an Sîne-î millet?

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dê HDP'ê sibê li Enqereyê bi pêkhateyên xwe hemûyan re bicive û nexşerêya xwe ya nû diyar bike. Nîqaşa bersiva polîtîkaya tundiya didome û qeyûman bimeşîne û wê ya bi biryara "sîne-î millet" ji Meclisê vekişe yan jî bi parastina destkeftiyên xwe hilbijarteya "Rêya Sêyemîn" mezin bike.  

Bi dawîbûna Pêvajoya Aştiyê ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin re ji sala 2015'an ve bi polîtîkayên qeyûm, tundî û girtinê ji aliyê Desthilata AKP'ê ve tê xwestin ku HDP'ê bê krîmînalîzekirin. HDP li dijî van polîtîkayên dê sibê bi beşdarbûna pêkhatiyên xwe hemûyan li Enqereyê dicive. Di civîna berfireh a ku li Otela Hîltonê bi lidarxistin de polîtîkaya qeyûman ku AKP'ê piştî Hilbijartina 31'ê Adarê careke din serî lê da bê nîqaşkirin. 
 
Tundiyên li ser HDP'ê bi Hilbijartina 7'ê Hezîranê ku AKP'ê nikaribû bi tena serê xwe hikûmetê ava bike re dest pê kirin. Polîtîkayên şer û antî demokratîk, bi îlankirina Rewşa Awarte ya piştî helwdana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin re derketin asta herî jor.  
 
Ji 102 şaredariyên DBP'ê ku pêkhateya HDP'ê ye 95 şaredariyên wê hatibûn desteserkirin. Di heman demê de hevserokên giştî yên HDP'ê jî di nav de parlamenter û bi hezaran rêveberên HDP'ê hatin giritn. 
 
HDP'ê di Hilbijartina 31'ê Adarê de 3 jê şaredariyên bajarên mezin, 5 jê bajar, 45 jê navçe û 12 jê jî bajarok bi giştî 65 şaredariyan qezenç kiribû. Lê di navbera 19'ê Tebaxê û 16'ê Mijdarê de 3 jê şaredariyên bajarên mezin, yek jî bajar, 19 jê navçe û yek jî bajarok bi giştî 24 şaredariyên HDP'ê hatine desteserkirin û bi fermana Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şûna hevşaredarên wan hatine kirin. 
 
Ji hevşaredarên ku ji peywirê hatine girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin 14 jê hatine girtin û 4 jê jî hê di bin çavan de ne. 
 
Li dijî vê polîtîkayê dê HDP ji bo dema nû şêweya têkoşîna xwe diyar bike û deklerasyonek aşakera bike. Beriya civînê partiyê bi gelek rêxistinên sivîl û hin derdoran re civînan li dar xistin. 
 
PEŞNIYARA SÎNE-Î MILLETÊ U XETA SEYEMİN 
 
Di civînê de mijara herî girîng ku bê nîqaşkirin nîqaşa "sîne-î milletê" ye. Ev pêşniyara vekişandina ji meclisê û şaredariyan dihewîne nav xwe, ji aliyê hin HDP'î û partlamenterên berê ve hat rojevê. Piştî ku hat rojevê gelek hat nivîsandin û xizkirin. 
 
Heta niha ji aliyê rayedarên HDP'ê ve nehatiye diyarkirin ku dê biryareke bi vî rengî bê girtin. Feyde û xesara vê pêşniyarê di civînê de bi awayekî berfierh bê nîqaşkirin. 
 
Heke biryara sîne-î milletê bê dayîn dê rê li ber hilbijartineke navberê vekirin. Li gorî qala 78'emîn a Destûra Bingehîn bi valabûna herî kêm a 30 endamên Meclisê re divê di nav 3 mehan de hilbijartineke navberê bê kirin. Parlamentoya ku bi 600 parlamenterî vebû, ji şaredarî û wezîriyê 11 parlamenteran îstifa kir. Di vê rewşê de 19 parlamenterên koma HDP'ê ku 69 parlamenteren wê hene îstifa bikin, dibe Meclis di nav 3 mehan de biçe hilbiljartina navberê. Lê di xala 84'emîn a destûra Bingehîn de biryareke bi vî rengî jî heye "Ji bo ketina parlamenterê ku îstifa dike, piştî ku ji aliyê Dîwana Serokatiya Meclisê ve bê tespîtkirin, ji aliyê Lîjneya Giştî ya Meclisê ve biryar tê girtin". Ev xal destê AKP-MHP'ê xurt dike û heke hilbijartina navberê nexwazin dikarin îstifakirina parlamenteran qebûl nekin û pêşî li hilbijartina navberê bigirin. 
 
Ji ber vê sedemê her çiqas sîne-î millet li gorî bertekên hestiyarî be jî risqeke wê ya ku partiyê di vê pêvajoyê de bi rizîne jî heye. Ji ber vê yeke ne pirs rasteqîn e. 
 
Tê payîn ku HDP ku xwe weke "partiya hêviyê" pênase dike, bi stratejiya xwe ya "Rêya Sêyemîn" ku di hilbijartinên 14'ê Hezîranê û 31'ê Adarê de kir meriyetê, derdorên demorkasiyê bigihîne hev û têkoşîna xwe mezintir bike.