Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e

img
ENQERE - Di pêvajoya çareseriya Sûriye tê niqaşkirin de êrîşên çapemeniya serdest li dijî kurdan zêde bû. Piştî BBC der barê Reqa û YPG'ê de nûçeyên aloz çêkir, niha jî çpaemeniya The Times got “Piştî peymana Reqqa bi sedan endamên DAIŞ'ê di ser DAIŞ'ê re derbasî Ewropa dibin" AA  jî rolê Telal Silo danî ser xwe. 
 
Piştî Reqqa ji destê DAIŞ'ê hat rizgarkirin weşana Îngîlistanê BBC di 14'ê mijdarê de nûçeyek aloz çêkir û got Kurd û DAIŞ'ê li hev kirin. BBC bi ser navê “Sira veşarî ya Reqqa" parve kir. Di pêvajoya niqaşên ji bo çareseriya Sûriye zêde dibin û tê xwestin ku kurd jî tev li civînên çareseriyê bibin, çapemeniyên hêzên serdest bi weşanên xwe tevliheviyan û agahiyên şaş belav dikin. Niha jî çapemeniyên din ketin dewrê. Piştî BBC û AA. niha jî Rojnameya The Times ya Îngîlîstanê nûçeyek amade kir. The Tîmes, nûçeyên berdewamiya Ajansa Anadolu ya der barê Telal Silo de anî û di dîmenan de wekî perçeyê puzzle cihê xwe girt. 
 
BERDEWAMIYA NÛÇEYÊN BBC TÎNIN
 
Piştî BBC di 14'ê mijdarê de nûçeya aloz weşand, rojnameya The Timesê der barê QSD'ê nûçe weşand û diyar kir ku li ser peymana li Reqqayê DAIŞ derketine û di ser Tirkiye re derbasî Ewropa bûne. BBC Tirkî nûçe serwîs kir. 
 
ROL DIDIN TELAL SILO 
 
Piştî nûçe di BBC'e de hat weşandin, Telal Silo derbasî Tirkiye bû. Li ser vê yekê Ajansa Anadolu (AA) rol da Telal Silo. Times berdewamiya nûçeya BBC'ê bi nûçeya AA ya der barê Silo de di heman demê de weşand. 
 
Bi taybetî di vê pêvajoya ku doza Rezza Zarrab li DYA'yê tê dîtin, weşanen li dijî DYA'yê û anîna Silo ya li Tirkiye balê dikişîne ser xwe. DYA'yê aşkere kir ku çekan ji QSD'ê re dişîne. AA jî çend rojin wekî rêzenûçeyan li ser hev bê îmze nûçe dide. Ji rojnamegeriyê bêtir wekî karê îstîxbarî nûçe pêşkêş dike. Tişta piştî azadkirna Reqqa û îstîfaya Silo wekî tiştekî nû û nayê zanîn parve dike. 
 
Di nûçeyên tên amadekirin de xuya dike ku AA, BBC û The Times di nava hevsengî û parvekirinekê de nûçeyan çê dikin û dixwazin rastiyan berovajî bikin. Her wiha dixwazin serkeftina QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê tarî bikin û dijberî vê yekê diwazin wekî ku QSD û DAIŞ di nava hevkariyê de ne bidin nîşan. 
Bi taybetî di vê pêvajoya ku çareseriya Sûriye tê niqaşkirin û tê hewldan ku kurdan jî tev li çareseriyê bikin nûçeyên bi vî dengî balê dikişînin ser xwe û tê gotin ku bi armanca şolîkirina rastiyan ev nûçe tên çêkirin. Wekî ku DYA û QSD'ê destûr dabe DAIŞ'ê ku derbasî Tirkiye bibe û ji wir derbasî Ewropa bibe tê nişandan. 
 
DAIŞ'a ku di serî de li dijî Êzîdiyan komkujî pêk anî û mirov li pazarên koleyan firotin, wekî hêza tirsê ketibû rojava Rojhilata Navîn. Piştî QSD'ê li dijî DAIŞ'ê şer kir êdi ew tirsa berê ji holê rabûye û êdî hêza DAIŞ'ê ya li herêmê nemaye. Li şûna rastî bê dîtin û Kurdan dikin armanc.