Şer li seranserî sînor belav bûye: TSK û komên wê windahiyên giran didin

img

GIRÊ SPÎ – TSK û OSO li hember parastina hêzên QSD’ê li Girê Spî û Serêkaniyê li pêş nakevin. QSD’ê şer li ser tevahiya sînor belav kir û Tirkiye di qereqolên li ser sînor de windahiyan dide. 

Êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajarên Rojava di roja sêyemîn de didomin. Êrîşên TSK’ê û OSO kir ku QSD derbasî parastina xwe bibe û li seranserî sînor şer belav bû û pevçûnên dijwar diqewimin. 
 
Mirov dikare bêje xeta sînor veguheriye qada şer. Bi taybet êrîşên giran li ser gund û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî tên kirin. Çekên herî giran li dijî van gunda û bajaran tên bikaranîn. TSK û OSO gavek jî bi pêşve neçûye. Balafirên şer jî di dewrê de ne û balafir cih û warên welatiyan dikin hedefa êrîşên xwe. Di van êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest didin û gelek jî birîndar dibin. 
 
QSD ji sînorê Kobanê heta sînorê Dêrikê ango li Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo û Şêxler û gelek cihên din çalakiyên bi bandor pêk tîne. Li ser xeta sînor gelek maşîneyên zirxî yên TSK’ê hatin îmhakirin û esker û OSO windahiyên giran didin. 
 
GIRÊ SPÎ
 
Girê Spî navendeke ku xeta kantonên Kobanê û Cizîrê digihîne hev û di pozîsyonek stratejîk de cih digire. Girê Spî wek deriyê ji Reqayê re vedibe tê zanîn. Ji ber polîtîkayên rejîma BAAS a Sûriyê demografiya wê hat guhertin. Ev bajarê stratejîk di destpêka şerê Sûriyê de ket destê El Nûsra û komên wek OSO’yê. Piştî ku DAIŞ derket holê bajar radestî DAIŞ’ê hat kirin. QSD di sala 2015’an de Girê Spî ji DAIŞ’ê rizgar kir û ji wê rojê ve ev bajar di hedefa Tirkiyê de ye. Tirkiye her roj digot “ez ê bikevin Girê Spî” û li ser van tehdîtan di 9’ê cotmehê de êrîş da destpêkirin. Tirkiye dixwaze li vir di bin navê “herêma ewle” de demografiyê biguherîne. TSK heta niha navenda bajêr û gundên wê topbaran û bombebaran dike û rê li ber mirina sivîlan vedike. 
 
ÇI TÊ ARMANCKIRIN? 
 
Tirkiye dixweze li gel komên xwe OSO bi bejahiyê di rojhilat û rojavayê Girê Spî de bikevê. Li ser parastina hêzên QSD’ê, TSK û OSO paş ve kişiya. Komên OSO yên girêdayî TSK’ê ketin gundê Yapsê û di navbera wan û QSD’ê de pevçûna dijwar qewimî. Hêzên piyon ku derbên giran xwarin paş ve vekişiyan. TSK û piyonên wê dixwazin gund bistînin û rêya navbera Kobanê û Girê Spî bibirin. TSK û OSO bi giranî êrîşî gundê Bîr Aşiq jî dikin û dixwazin li vir jî rêya Silûk û Girê Spî bibirin. Cih bi cih DAIŞ û rêxistina hucreyê ya komên din dikevin dewrê û car carna êrîşî gundan dikin. Di navbera her du hêzan de pevçûnên dijwar diqewimin. 
 
SERÊKANIYÊ
 
Yek ji cihê ewil ku êrîş li serê hatin destpêkirin û meydana şer bajarê Serêkaniyê bû. El Nûsra di sala 2013’an de têk çû. Serêkaniya binxetê li miqabilî navçeya Serêkaniyê ya serxetê ye. Li Serêkaniyê nifûsek mezin a welatiyên ereb heye. Gelê ereb li vir destekek mezin da QSD’ê û li dijî êrişên Tirkiyê axa xwe diparêz in. Li çeperên pêş ên li Serêkaniyê şervanên ereb hene. 
 
Li Serêkaniyê jî TSK û komên xwe li dijî bersivdayîna QSD’ê zoriyan dikişîne. TSK û OSO dixwazin hem ji rojhilat ve hem jî ji rojava ve bikevin bajêr û bi obus û balafiran li bajêr didin. Hêzên QSD’ê qereqaolên ser sînor ên Tirkiyê dikin hedefa xwe û Tirkiye windayên mezin dide. Tirkiye li vê herêmê jî bi tundî êrîşî cih û warên xelkê dike. 
 
HER DEVER QADA ŞER E 
 
Li seranserî sînorê binxet û serxetê pevçûn diqewimin û tevahiya sînor bûye cihê qada şer. 
 
GELÊN ROJAVA LI SER PÊYA NE
 
Gelên Rojava ji bo destekê bidin zarokên xwe yên şervan li gel şervanên xwe cih digirin û dimînin. Gel li gelek navendan meşan û xwepêşandanan li dar dixin û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz dikin û bi şev û roj çalakiyan li dar dixin. 
 
MA / Nazim Daştan