Endamên DAIŞ'ê yên di destê QSD'ê de çavê wan li rêya Tirkiyeyê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên DAIŞ'ê yên di destê QSD'ê de ku berpirsyartiya wan li Tirkiyeyê hatiye barkirin, ji bo ku Tirkiye wan rizgar bike rojan dijmêrin. Ji ber ku hemû endamên DAIŞ'ê yên li dijî muxalîfên kurd û tirk komkujiyan pêkanîn di nav demê de hatin berdan, DAIŞ'iyên di destê QSD'ê de jî xwestin ku li Tirkiyeyê bên darizandin. 

 
Endamên DAIŞ'ê yên di destê QSD'ê de ku berpirsyartiya wan ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald  Trump ve li Tirkiyeyê hatiye barkirin, çavê wan li rêya Tirkiyeyê ye. Ji DAIŞ'iyên ku gelek caran anîn ziman ku ew dixwazin li Tirkiyeyê bên darizandin Emîrê Tirkiyeyê Îlyas Aydin ê bi nasnavê Ebû Ûbeyde, deverên derbasbûna personelan, piştgiriya lojîstik û bazarî û civînên bi MÎT'ê re îtîraf kiribû. 
 
Aydin gotibû ku ew weke alî tevlî civînên MÎT'ê bûne û bi bazariyan kirine. Diyar kiribû ku di van civînan de berdana leşkerên tirk ên di destê wan de, berdana xebatên konsolosxaneya Mûsilê, azadtevgerandina kesên ku li Tirkiyeyê dixwazin tevlî DAIŞ'ê bibin û bazariya petrolê axivîne.  
 
Ji bilî Aydin gelek endamên DAIŞ'ê yên din jî xwestibûn ku li Tirkiyeyê bên darazandin. Ji bersûcên êrîşa Reyhanliyê Mohammed Khaled Hawasli, Ahmad Darvîş, Alî Alîbrahem, Ehab Haîdar, Omran Alîbrahem, Zafer Alshal, Zekeriya Dervîş, Erkan Çapkin, Bûrhan Gok, Ahmet Guneş, Okkeş Dûrmaz û Mûstafa Delîbaşlar li eywana dadgehê sedema daxwaza xwe ya darizandina li Tirkiyeyê anîbûn ziman. Van kesên ku ji ber rêveberî û endamtiya xwe ya DAIŞ'ê hatin darizandin, her çiqas ji ber sûcên êrîşên xwekujî û bombeyî bi daxwaza cezayên muebetê derketin dadgehan jî di demên cûda de hatin berdan. 
 
'NE LI SWÎSREYÊ DIXWZAIM LI TIRKIYEYÊ BÊM DARIZANDIN'
 
Daxuyaniyên hin endamên DAIŞ'ê ku xwestibûn li Tirkiyeyê bên darizandin wiha ne;
 
"* Endamê DAIŞ'ê yê swîsreyî Daniel Demage ku Înterpol weke endamê herî bi talûke lê digeriya, ji aliyê QSD'ê ve li dîl hat girtin. Demager ku radestkirina wî ya Swîsreyê hatibû xwestin diyar kiribû ku ew dixwaze li Tirkiyeyê bê darizandin. 
 
* Defne Bayrak ku Tirkiye wê ji nêz ve nas dike û tevlî DAIŞ'ê bûbû, ji aliyê QSD'ê ve girtî ye. Bayrak diyar kiribû ku li ser vekirina deriyan a Tirkiyeyê tevlî DAIŞ'ê bûye û hin pirsên wê yên ku ji Tirkiyeyê bike hene. Bayrak ku navê wê di nav belgenameyên CIA'yê de derbas dibe, di sazî û dezgehên çapameniyê yên mîna Hurriyet, Vakît, TimeTurk, ÎnkaNews, Kursele Haber û herî dawî ji di sazî û dezgehên çapemeniyê yên DAIŞ'ê de dixebitî. Bayrak anîbû ziman ku ji aliyê dewletê ve endamtiya wê ya DAIŞ'ê hatibûye zanîn û dema ku li Dîlokê hatiye binçavkirin haya dewletê jê hebûye ku derbasî Sûriyeyê bibe û bi tu awayî nehatiye astengkirin. 
 
* Endamê DAIŞ'ê Neil Christopher Prakash ku li Avûstûryayê di serê lîsteya sûcdaran de cih digirt, li Kilîsê hatibû girtin, li ser daxwaza Avûstûryayê li Dadgeha Cezaya Giran a Kilîsê doza radestkirinê hat vekirin. Prakash diyar kiribû ku ji rêxistinê reviyaye û dixwaze li Tirkiyeyê b3e darizandin."
 
ÇIMA DIXWAZIN LI TIRKIYEYÊ BÊN DARIZANDIN?
 
" * Faîlê mitînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an ku bûbû sedema mirina 5 kesan Bûrhan Gok, di 25'ê Tîrmeha 2017'an de hat berdan. 
 
* Endamê DAIŞ'ê yên ku di 26'ê Cotmeha 2015'an de li navçeya Peyasê ya Amedê bi polisan re ketibûn pevçûnê û polisên bi navê Sadik Ozcan û Gokhan Çakici kuştibûn û 4 polisan birîndar kiribûn, di daneşîna yekemîn da doza xwe de beşek jim wan hatin berdan û yên mayî jî di daneşînên berdewamê de hatin berdan. 
 
* 7 bersûcên ku di 12'ê Çileya 2016'an de li Sûltanahmeta Stenbolê 13 kesan kuştin jî di 2 daneşînan (5'ê Îlona 2016-20'ê Mijdara 2016) de hatin berdan. 
 
* Erkan Çapkin ku di 19'ê Adarê de li navçeya Beyoglû ya Stenbolê 3 jê welatiyên Îsraîlê û yek jî welatiyê Îranê kuştibû, di daneşîna dawîn de ku jê re cezayê muebetê dihat xwestin hat berdan. 
 
* 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Dîlokê ku li "dozên terorê" dinêre, 10 endamên DAIŞ'ê ku welatiyên Tirkiyeyê ji di nav wan de hebûn berda. Di nav hefteyekê de 10 endamên DAIŞ'ê yên din jî hatin berdan. 
 
* Hevjînên ku paşnavê wan Alîyev e di meha Tebaxê de ji Daxistanê hatibûn û dema ku xwestibûn tevlî DAIŞ'ê bibin li ser sînorê Kilîsê hatibûn binçavkirin û di daneşîna xwe ya yekemîn de hatin berdan. 
 
BOMBEYA ZINDÎ BERDAN
 
* F.K. ku ji ber 2 birayên wî di nav DAIŞ'ê hatibûn kuştin û hatibûn tespîtkirin ku xwestibû bibe bombeya zindî jî di nav de 16 kesên ku li Konyayê hatibûn girtin, li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. 
 
* Malpera Nordîc Monîtor a Îngilistanê derxist holê ku plankerê teqîna herî mezin a Komara Tirkiyeyê ya Enqereyê ku di encamê de 103 kesan jiyana xwe ji dest da Îlhamî Bali di dema ku bi bultena sor lê hatiye gerandin, li Enereyê li otelekê bi MÎT'ê re hevdîtin kiriye. 
 
* 27'ê Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê 7 bersûcên Teqîna Reînayê ku bi endamtiya DAIŞ'ê dihatin darizandin berda.