Iraq, dixwaze statuya Kurdistana Federe biguherîne: Tirkiye û Îran piştgiriyê dide Iraqê

img

HEWLER – Hikûmeta Navendî ya Iraqê, dixwaze statuya Herêma Kurdistanê biguherîne daxe asta statuya valîtiyên bajaran. Îran û Tirkiye jî piştgiriyê dide vê projeya Iraqê. KDP û YNK jî hêj xwe ji nava nakokiyên xwe yên navxweyî rizgar nake.

Nêzî 2 salin di navbera hikûmeta Herêma Kurdistana Federe û Hikûmeta Iraqa Navendî de li ser rêveberiya herêmê niqaş tên kirin. Di demên dawî de hikûmeta herêmê, ziyaretên xwe yên bi Hikûmeta Navendî re zêde kir. Niqaş û hevdîtinên Yekîtiya Niştîmana Kurdistan (YNK) û Partiya Demokratên Kurdistan (PDK) ên bi hêzên Kurd ên din re zêde bûne. Di nava niqaşên sereke de rewşa îdarî ya Kerkûkê ye. Di nava niqaşan de rewşa herêman, rewşa petrolê, hatina aborî, hêzên peşmerge û têkiliya wan a bi partiyan re tê kirin. Her çend hevdîtin erênî derbas bibin jî heta niha tu encam nehatiye bi destxistin. 
 
DIXWAZIN KURDISTANÊ BÊ TESÎR BIKIN'
 
Di îlona 2017'an de piştî Referanduma Serxwebûna Kurdistanê pêk hat, Rêveberiya Bexdeyê bi hêzên Haşdî Şabî îdareya Kerkukê ji destê PDK'ê û YNK stend. Rêveberiya Bexdeyê herêmên bi niqaş ji destê Herêma Kurdistana Federe stendibû. Rêveberiya Navenda Iraqê ji xeynî Deriyê Sînor ê Semalka, hemû sînorê Kurdistana Federe û balafirgehên Hewlêr û Sileymaniye yên navneteweyî ji destê hikûmeta Kurdistanê derxistibûn. Niha jî dixazin venêrtin û kontrola firotina hemû petrola li Herêma Kurdistan a Federe bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve bê girêdan. Dîsa dixwazin hêzên peşmergeyan jî kontrola partiyan derxe û di bin baneyê Artêşa Iraqê ku Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî bi awayekî fîîlî serweriyê dike ve bê girêdan. 
 
Dîsa Hikûmeta Navendî ji bo serweriyê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe  ava bike 3 bendavên mezin dixwaze li ser axa Kurdistanê ava bike. Li aliyê din dixwaze hatina 250 hezar varil petrola herêmê dewrî butçeya Hikûmeta Navendî ya Iraqê bike. Hat zanîn ku rêveberiya KDP7ê û hikûmeta herêmê li dijî vê yekê derketiye. 
 
DIXWAZIN WALIYAN SERWER BIKIN
 
Hewldanên ku erka Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe pûç bikin û li şûna wan Waliyên bajaran bikin xwedî Statu piştî Serokwezîr Adîl Abdulmehdî yê bi nêzîkatiya Iranê tê nasîn hat ser kar zêde bû. Serokwezîr Abdulmehdî di Konferansa Aramiya Aborîya Navneteweyî ya li Çînê pêk hat de pêşniyar kiribû ku li şûna nûnertiya hikûmeta Herêmê, nûnertiya waliyên bajaran derxin pêş. Dîsa xwestibû ku pereyên ji bo pêşmergeyan dişînin li şûna partiyan ji walîtiyan re bişînin. Nûnrên hikûmeta herême jî diyar kiribûn ku ev pêşniyar nayê qebûlkirin. 
 
ÎRAN Û TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE
 
Hat diyar kirin ku Tirkiye û Îranê jî piştgiriyê dide pêniyara Abdulmehdî ya ku Kerkukê bi navenda Iraqê ve girê bide. Hat diyar kirin ku bêtesîrkirina Statuya Herêma Kurdistana Federe li gorî polîtîkayên Îran û Tirkiye yên der barê Kurdan de jî guncav e. Li gel ku KDP li Kerkukê eniya Tirkmenan derdixe pêş jî Tirkiye piştgriyê dide Iraqê. Hat diyar kirin ku ev proje aydî Îranê ye. Dîsa Tirkiye ji bo demborî di operasyona "Tevgera Pençe" de navbera xwe û PDK'ê xweş dike. Tê gotin ku Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî wê di ziyaret Bexdeyê de piştgiryê bide vê planê. 
 
Çend hefte berê Wezîr Çavuşoglu name şandibû ji Sekreterê Giştî yê KDP'ê Mesud Barzanî re xwestibû destûrê bide ku hemû pêşmergeyan têxe kontrola Artêşa Iraqê. Tê gotin ku Tirkiye armanc dike ku Kurdan li herêmê bê nasname û statu bihêlin. 
 
DYA jî hewl dide ku heza eskerîya Herêma Kurdistana Federe bi Wezareta Parastinê ve girê bide û kengî bixwaze bi rêve bibe. Wezareta Parastinê ya DYA 2 sal berê armanca xwe nîşan dabû. 
 
NAKOKIYÊN DI NAVA PDK Û YNK'Ê DE 
 
Rêveberiya Navenda Iraqê jî hewl dide nakokiya navbera hêzen Kurdan kûr bike û zêde bike.  Berpirsê Polîtburo ya Siyasî yê YNK'ê Mahmud Sengawî, ji bo civînê hat Hewlêrê. Dîsa Berpirsê Politburo ya Siyasî yê PDK'ê Fazıl Mirani jî ligel heyeta PDK'ê, ji bo bi rayedarên YNK'ê re civînê çêke çû Silêmaniyê. Hat diyar kirin ku nakokiya navbera PDK û YNK'e her diçe kûr dibe. 
 
 
MA / Erdogan Altan