Îdlib dikele: Berên ku Tirkiyeyê li derve bihêlin tên danîn

img

IDLÎB - Îdliba ku Rûsyayê lê agirbest îlan kir û îdlibî bi pêşengiya HTŞ'ê ve hatine ser sînorê Tirkiyeyê, tansiyon bilind dibe. Her çiqas çareseriyên demkî bên ser maseyê jî tê gotin ku ji bo Tirkiyeyê maceraya Îdlibê bi dawî dibe. 

 
Li Îdlibê şerê di navbera hêzên Rejîma Sûriyeyê û Heyet Tehrir El Şam (HTŞ/El Nusra) ku Tirkiye piştgiriya wê dike de, ket asteke krîtîk. Hêzen girêdayî rejîmê bi piştigirya Rûsyayê li Han Şeyhûnê derbên giran li HTŞ'ê û komên din dan. Operasyonên ku bi vê yekê bi sînor neman, 12 kontrolên çavdêriyê yên Tirkiyeyê yên li herêmî jî kirin hedef. Nokteyên çavdêriyê yên 4, 8, 9, 10 û12'emîn ên Tirkiyeyê bûn hedefa êrîşên rejîmê. Herêma nokteya çavdêriyê ya 9'emîn bi temamî ket bin kontrola rejîmê. Tirkiye ji bo ku vê rewşê serarest bike bi Rûsyayê re hevdîtin pêk anî. Her çiqas hin peyman hatin kirin jî komên li Îdlibê û malbatên xwe serî li hemberî Tirkiyeyê bilind kirin. Rûsya ragihand ku dê agirbest bê binpêkirin û Tirkiyeyê jî daxuyand ku ewlehiya ku dê li hemberî çavdêriyên wan êrîş pêk neyên girtine. 
 
REJÎM LI XETA MARET EL NÛMANÊ BI PÊŞ VE DIÇE
 
Piştî hevdîtina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ji aliyê Rûsyayê ve hat ragihandin ku dê agirbest bê ragihandin. Dema ev daxuyanî hat dayîn şerekî dijwar li Îdlibê diqewimî. Heta ku agirbest ket dewrê rejîmê 8 gund/bajarokên din jî ji HTŞ'ê girtin. Cihên ku hatine girtin nêzî herêma Maret El Nûmanê ne. Rûsya jî piştî daxuyaniya agirbestê hê bêtir herêmî bombebaran kir. Hin deverên nêzî bajar kir hedef. Piştî vê yekê hêzên rejîmê noqteya çavdêriyê ya 4'emîn a Tirkiyeyê ya li herêma Anadanê ya ku dikeve rojavayê Helebê bombebaran kirin.
 
JI ÎDLIBÊ BER BI TIRKIYEYÊ VE MEŞ
 
Li aliyekî li herêmên bajarê ên dikevin aliyê Heleb, Hema û Lazkiyeyê şer didome û li aliyê din îdlîbî ber bi deriyê sînor ê Bab El Hava-Cîlvegozu ve meşiyan. Meşa ku piraniya kesên li Îdlibê dijî tevlî bûn ji aliyê HTŞ'ê û komên din ên çekdar ve hat birêxistinkirin. Hin çalakgeran sînorê Tirkiyeyê derbas kirin, leşkerên li herêmê mudaxaleyî çalakgeran kirin û li hemberî wan bombeyên gazê bi kar anîn. 
 
GELO RÊXISTINKER TIRKIYE YE?
 
Cara yekemîn li Îdlibê çalakiyeke bi vî rengî tê lidarxistin. Ji ber vê yekê ji aliyên hin kesan ve tê gotin ku ev çalakî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye birêxistinkirin û birêvebirin. Tê gotin ku Tirkiye bi vê yekê xwestiye ku zorlêkirina ku bi Rûsyayê re dijî derbas bike û bala Amerîka û welatên Ewropayê bikişîne, serî li vê rêbazê daye. Tirkiye bi vê yekê xwestiye peyam bide ku bi şerekî mutemel re dê Ewropa bi pêleke din penaberan re rû bi rû bimîne û armanç kiriye ku Rûsyayê bidin rawestandin. 
 
HÊRSA HTŞ'Ê JI KÎ RE YE
 
Nirxandineke din ku ji bo çalakiyê tê kirin wiha ye; çalakî ji aliyê komên ku tu baweriya wan bi Tirkiyeyê nemaye ve hatiye organîzekirin. Tê gotin ku ji pêşengiya hêzên çekdar ên HTŞ'ê ya çalakiyê bigire heta şewitandina posterên Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan û berzkirina dûrişmeya "Xayîn Tirkiye", di bin hêrsa mezin de lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ku dê li gorî wê hin herêmên Îdlibê ji Rûsyayê re bên hiştin, heye. Komên ku diyar kirin Rûsya û Tirkiyeyê li hev kirine, li gelek deveran ketin nav liv û tevgerê. 
 
HEMAN DÎMEN JI HELEBÊ JÎ HATİBÛN
 
Di çalakiyên ku piştî hevdîtina Pûtîn-Erdogan hatin lidarxistin de tê gotin ku "Îdlib hatiye firotin". Ev dîmen dişibin dîmenên lihevkirina Helebê ya 2016'an a di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de. Di vê lihevkirinê de di berdilê têketina Tirkiyeyê ya Babê de hemû komên çekdar ji rojhilatê Helebê hatibûn derxistin û şandibûn Îdlibê. Komên çekdar di dîmenên ku weşandibûn de ragihandibûn ku Tirkiye wan firotiye. 
 
DÊ LEŞKERÊN TIRK DI ÇAROVEYA AGIRBESTÊ DE BÊN VEKIŞANDIN?
  
Di her du rewşan de tê dîtin ku Tirkiye di mijara Îdlibê de bi Rûsyayê re li hev kiriye. Di kêliya ku çalakî didomiyan de ji aliyê Rûsyayê ve hat ragihandin ku dê ji 31'ê Tebaxê şûn de li Îdlibê agirbest bikeve dewrê. Dema agirbestê balê dikişîne, piştî vê ragihandin Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû ragihandin ku ji Rûsyayê ewlehiya ku dê tu êrîş li jemberî noqteyên çavdêriyê Tirkiyeyê pêk neyên girtine. Tê gotin ku di vê çarçoveyê de Tirkiye ewlehiya vekişandina leşkerên xwe yên noqteya çavdêriyê ya 9'emîn a di bin dorpêça rêjîmê de girtiye. Dîsa tê gotin ku Rûsya bi agirbestê, ji rejîmê re dem dide qezenckirin, piştî ku rejîm kontrola cihên ku girtiye paş pêk bîne, dê li hemberî Maret El Nûmanê operasyon pêk bîne.
 
RÛSYA BI KOMÊN ÇEKDAR RE HEVDÎTINA DIKE
 
Li gel van hemû tiştan hat hînbûn Rûsya bi HTŞ'ê û komên din ên çekdar re hevdîtinan pêk tîne. Li gorî agahiyên li ber dest, bi taybetî Rûsya di vê mijarê de ketiya nav liv û tevgerê û bi nûnerên komên çekdar ên li Îdlibê û derdora wê re rûniştiye. Tê gotin ku Rûsya di van hevdîtinan de ji koman re radigihîne ku Tirkiye êdî wan nikare wan biparêze. Ev pêngava Rûsyayê gelek zorê dide Tirkiyeyê û tê gotin ku hevdîtinên bi vî rengî didomin. 
 
MA / Nazim Daştan