TSK li Idlibê hatiye dorpêçkirin: Fermandaran çima îstafa kir?

img

IDLIB – Tirkiye li Idlibê tengav bûye. Hêj eskerên xwe yên li Morekê rizgar nekiriye. Hêzên rejîmê piştî operasyona Han Şeyhûnê niha jî amadekariya operasyona Maret El Numanê dike. Tê gotin her kêlî fermandarên TSK’ê îstîfa dikin û 200 eskerên  TSK’ê dîl werin girtin. 

 
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de krîzên kûr li Idlibê pêk tên. Pêngavên hêzên rejîma Sûriyeyê şer veguhest astek din. Cihê stratejîk Han Şeyhûn a di têketina Idlibê de ku di destê Heyet Tahrir El Şam de bû niha derbasî destê hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê bû û hevsendiyan guhert. Rejîmê ji 12 nokteyên çavdêriyê yên eskerên Tirkiyeyê 9 nokteyan desteser kir. Herî dawî jî nokteya 9’emîn a li Morekê ket destê rejîmê. Bi destxistina vê nokteya 9’emîn re eskerên Tirkiyeyê yên li Morekê bûn hatin dorpêçkirin. 
 
Awir zivirîne ser Idlibê. Tirkiye û Rûsya di vir de bûn rikberên hev. Tevî hemû hewldanên Tirkiyeyê jî hat ragihandin ku dibe ku her kêlî bi sedan eskerên Tirkiyeyê dîl bên girtin û tê diyarkirin ku yên vê yekê tîne ser Tirkiyeyê ji rejîmê wêdetir Rûsya ye. Tê gotin rejîma Sûriyeyê ku nokteya çavdêriyê ya 8’emîn a Tirkiyeyê kiriye hedefa xwe û amadekariya operasyona Maret El Numa ya li ser rêya navnetewî ye dike. Tirkiye ji bo bi Rûsyayê re têkiliyê xwe baş bike di nava hewldanan de ye. 
 
FERMANDARÊN LI IDLIBÊ ÇIMA ÎSTÎFA KIRIN?
 
Rewşa eskerên Tirkiyeyê ku di operasyona li dijî nokteya çavdêriyê ya 9’emîn de aqûbeta wan ne diyare tê meraqkirin. 5 fermandarên eskerên Tirkiyeyê yên ji Idlibê berpirsiyar bûn ji wezîfeyên xwe îstîfa kirin. Tê gotin ku ev îstîfa ji ber xitimandinên li Tirkiyeyê ku çareseriyê li pêş naxe pêk hatine. 
 
DIBE KU ESKER DÎL BÊN GIRTIN 
 
Hat diyarkirin ku ji bo eskerên hatine dorpêçkirin rejîma Sûriyeyê korîdorek vekiriye û heta niha ji Tirkiyeyê dengek jî nehatiye. Li gorî agahiyên ji herêmê tên tê gotin dibe her kêlî hemû eskerên Tirkiyeyê dîl werin girtin. Tê gotin li hin deveran rejîma Sûriyeyê bi çekên giran êrîşî nokteyên çavdêriyê dike û dixwaze eskeran dîl bigire. Tê diyarkirin ku di navbera eskerên li nokteyên çavdêriyê û hêzên rejîma Sûriyeyê de hevdîtin pêk tên. Tê ziman ku pêngavên herî dawî tên kirin ji rejîmê wêdetir bêtir ji aliyê Rûsyayê ve pêk tê. Hat ragihandin ku di dorpêça Han Şeyhûn û Morekê de eskerên Rûs jî hene. Dîl girtinek muhtemel a eskerên Tirkiyeyê dê bandorek çawa li ser Tirkiyeyê bike tê nîqaşkirin.
 
BINPÊKIRINA ASTANA TÊ ÇI WATEYÊ?
 
Vê helwesta û hilavêtina rejîma Sûriyeyê peşkê li peymana Astana ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de pêk hatibû jî xist. Tirkiye di çarçoveya peymanê de 12 nokteyên çavdiriya eskerî ava kiribû. Niha jî wan nokteyên çavdêriyê winda kir. Di sala 2017’an de bi erêkirina Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) re peymana Astana ketibû meriyetê û niha bi awayek fîlî ku nîvco maye pirsa “Peyman bi tevahî dê xera bibe gelo?” bi xwe re anî. Balkêşe ku nûnerên din ên BMGK’ê jî li hember vê rewşê bêdeng mane. Bi taybetî heta îro DYA refleksek micid nîşan nedaye û şîroveyên gelo Rûsya û DYA li hev kirine bi xwe re tîne. Tirkiye ji sala 2015’an vir ve bi Rûsyayê re di navbera têkiliyek mezin a aborî, siyasî û eskerî de ye û li ser hin peymanan li hev kirine. Tê gotin piştî vê mijara li Idlibê ji bo Tirkiyeyê pêvajoyek cuda hatiye destpêkirin. Helwesta hêzên NATO ya bêdeng jî li holê ye. 
 
AMADEKARIYA OPERASYONA MARET EL NUMAN
 
Ji aliyekî ev hemû mijar tên axafti, rejîmsa Sûriyeyê jî dixwaze destkeftiyên li Han Şeyhûne berdewam bike. Maret El Numan a li ser rêya navnetewî M5 ku ji Helebê dirêjî Şamê dibe di hedefa rejîmê de ye. Tê gotin rejîm ji bo deswerdana vir amadekariyan dike û sewqiyatek mezin a bi hêz dişîne herêmê. Hat zanîn ku balafirên Rûsyayê jî hin deverên herêmê bombebaran kirine. Li vê herêma niha rejîma Sûriyeyê li pêş dikeve hemû qadên ku di hevdîtinên Soçî de rola wê dabûn Tirkiyeyê ye. 
 
HEWLDANÊN TIRKIYEYÊ BÊENCAM DIMÎNIN 
 
Tirkiye jî ji bo xwe ji vî fişarê rizgar bike hewldanên xwe dewam dike. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan dê têkildarî mijarê sibê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn re li Rûsyayê hevdîtin pêk bîne. Tirkiye tenê ne bi Rûsyayê re her wiha bi hêzên Ewrûpayî û DYA’yê re jî hevdîtinan pêk tîne. Hat diyarkirin ku heta niha van hevdîtin û hewldanên dîplomatîk heta niha tu encam bi destê Tirkiyeyê nexistiye. 
 
MA / Nazim Daştan