Li Idlibê rewşa dawî: Tirkiye di zorê de ye, rejîmê xwe avêt QSD'ê û Efrîn li ser masê ye

img

ÎDLIB - Şerê navxweşî yê li Sûriye li Idlibê kom bûye. Di pêvajoya ku rejîm bi HTŞ'ê re şer dike, Tirkiye xetimiye. Piştî nokteya çavdêriyê ya 9’emîn ket, Tirkiye hewl dide nokteya çavdêriyê ya 8’an biparêze. Rejîm li bendê bû meseleya Idlibê di sala 2019’an de çareser bibe û niha xwe avêtiye ber deriyê QSD’ê. Di rojeva QSD’ê de jî Efrîn heye. 

 
Li Sûriye hemû şerê heyî li herêma Idlibê kom bûye. Idlib niha bûye navenda krîza navbera Tirkiye, rejîm û Rûsya. Rûsya û hêzên Rejîma Sûriye, li Idlibê li dijî Heyet Tehrir El Şam (HTŞ/El Nusra) ku Tirkiye piştgiriyê didin şer dike. Şerê navbera rejîmê û hêzên Çekdar (HTŞ/El Nusra) her ku diçe geş dibe. Rejîma Sûriye, Han Şeyhun a li ser rêya M5 ku wekî deriyê Idlibê tê zanîn ji destê HTŞ’ê rizgar kirin. 
 
Tirkiye di peymana Astana ya sala 2017’an de li başûrê Idlibê 12 nokteyên çavdêriyê yên eskerî ava kirin. 9 nokteyên çavdêriyê li herêma Morek a Han Şeyhun in. Piştî rejîmê hemû herêm ji HTŞ'ê rizgar kir 9 nokteyên çavdêriyê yên Tirkiye ketin bin kontrola rejîmê. Rewşa nêzî 200 eskerên TSK'ê yên li vê herêmê çi bû ne diyar e. Tê gotin ku rejîm dixwaze korîdorekê veke û eskeran di vê koorîdorê re derxin derve. Rejîma Tirkiye di çarçoveya operasyonê ne dokteya çavdêriyê ya 8'emîn jî kir hedefa xwe. Ev geşedanên li herêma Idlibê tekiliyên Tirkiye û Rûsya dixin nava rageşiyekmezin. Tirkiye dixwaze bi polîtîkayên li Sûriye bêtir xwe nêzî NATO bike. 
 
Tirkiye di sala 2017’an de di peymana Astana de ligel Rusya û Îranê li Astana kom bûn. Li gori peymana Astana Tirkiye li Idlibê 12 nokteyên çavdêriyê yên TSK'ê ava kirin. Ji wê rojê heta niha hêzên girêdayî Rejîma Sûriye û Rûsya û hêzên HTŞ yên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan di nava şerekî de ne. Piştî Rejîma Sûriye nokteya 9'emin a Tirkiye xist pêvajo guherî. Vê yeke bêtir Tirkiye û Rûsya anî hemberî hev. 
 
Di peymana Soçî de ji Tirkiye hatibû xwestin ku rêya navbera Heleb û Şamê ya M5 a Navneteweyî ji qada navneteweyî re bê vekirin û komên radîkal 15-20 kilometre ji bo ewlehiya rê ji herêmê bên dûrxistin. Ji Tirkiye hatibû xwestin ku herêma seranserî rê ji hêz û komên çekdarî pê paqijkirin. Lê ev yek bê bersîv ma û pêk nehat. 
 
LI KARWANA TIRKIYEYÊ XISTIN
 
Beriya ku Han Şeyhun têkeve destê rejîmê, Tirkiye ji bo piştgiriya van komên HTŞ'ê eskerên xwe sewq kirin. Lê ev eskerên bi hawarê çûn li rêya Maret El Numan rastî êrîşê hatin. Her çend rejîma Sûriye got 'Me li hêza Tirkiey da" jî Tirkiye diyar dike ku Rûsya li karwana wan xistiye. Piştî li karwana Tirkiye xistin rojek şûnde herema Han Şeyhun bi temami ket destê rejîma Sûriyeyê. 
 
Li gel ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û Fransa ketin navberê jî rejima Sûriye operasyonên li herêmê berdewam dike. Niha nokteya 8’emîn a Çavdêriya Tirkiye kirin hedef. Tirkiye beriya 5'emîn hevditina Soçî ya di 11'ê Îlonê de pêk bîninş, hewl dide hevseniya herêmê biguherîne. Tirkiye ji bo rageşiya di navbera xwe û Rûsya de daxe ketiye nava hewldanên dîplomatîk. Serokê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 27'ê Tebaxê de wê biçe Rûsya û bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin bikin. Di hevdîtinê de mijara sereke rewşa Idlib e. 
 
Ger ku operasyona li herêmê berdewam bike, wê hêzên Sûriye heta rêya M5'an bimeşin. Rejîm piştî Maret El Numan armanc dike derbasî bajarê Serakib bibe. Piştî ev der têkeve kontrola rejîma Suriye wê serweriya rêya navbera Idlib û Helebe bikin. 
 
WÊ LI IDLIBÊ OPERASYON PÊK BÊ?
 
Li gorî rewşa heyî tê xuyakirin ku heta niha hevseniya navbera Tirkiye û Rejîmê ya li Idlibê NATO bû NATO Tirkiye parast. NAtO li dijî hemû operasyonên Rûsya piştgirî da Tirkiye. Tê diyarkirin ku der barê rewşe de Rûsya û DYA li ser rewşa Idlibê çend hevdîtin kirine. Tê gotin ku DYA li hemberî ku Idlibê bidin Rûsya, rejîma Beşar Esad biguhere û petrola li Sûriye di ser Derya spî re bişîne Ewropa. 
 
REJÎMA SÛRIYE PIŞTGIRIYÊ JI QSD'Ê DIXWAZE
 
Tê niqaşkirin ku hêza rejîma Sûriye û Rûsya tune ku li Idlibê operasoyê pêk bînin. Di sala 8'an a şerê navxweşî de tê diyar kirin ku Rejîma Sûriye ji bo operasyona li dijî HTŞ'ê ya li Idlibê alîkariyê ji Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku DAIŞ têk biriye dixwaze.  Di rojeva QSD’ê de jî Efrîn heye. 
 
MA / Nazım Daştan