TSK eskeran li sînor bi cih dike: DYA dixwaze rageşiyê zêde bike û xeta xwe ferz bike

img

GIRÊ SPÎ - TSK li ser sinorê Bakurê Sûriyeya û Rojhilatê Bakur ê Sûriye eskeran bi cih dike. Tê diyar kirin ku TSK li ser daxwaza DYA eskeran bi cih dike û dixwaze li aliyekî rageşiyê zêde bike û li aliyê din bêtir TSK û QSD'ê bîne hemberî hev û xeta xwe li ser aliyan ferz bike. 

Li Sûriye piştî şerê navxweşî pêş ket, gelên herêmê xweseriyên xwe îlan kirin û parastina xwe ava kirin. Piştî gelê herêmê parastina xwe ya ji YPJ, YPG û QSD'ê pêk tê ava kirin DAIŞ ku li Rojhilata Navîn wekî tirsa şevan bû têk birin û hêza xwe li hemberî hemû cîhanê nişan dan. Niha Şoreşa Rojava ji bo çareseriyê xeta sêyemîn diparêze û dixwaze vê xeta sêyemîn ji bo çareseriya li welatên Rojhilata Navîn jî wekî mînak bide nişandan. Şoreşa Xweser a Demokratîk ku ket sala 7'an, her diçe wekî modelek mînak tê dîtin û qebûlkirin. Şoreşa Rojava ku êdî ji aliyê gelên herêmê ve tê qebûlkirin her ku diçe çeperên xwe fireh dike û gelek civak û neteweyên din di bin sîwana wê de kom dibin. Piştî Şoreya Rojava dest pê kir, hêzên parastinê jî ava kirin û di pêşengiya YPJ, YPG û QSD'ê de êdî hemû gelên herêmê ji êrîşên li derve parast û her ku diçe parastina xweseriya xwe xurt dike. QSD ku tenê ji bo parastina axa xwe, xwe bi rêxistin û hêz dike gel3e 
 
Tirkiye hêzên paratinê ya gelên Bakurê Sûriye ji bo xwe her dem gef îlan kir. Tirkiye ji bo sinor derbas bike û têkeve axa Rojava serî li hemû rêyên siyasî, eskerû û diplomatik dide. Lê heta niha Tirkiye ji xeynî ketina Efrînê û Cerablûsê tu encam bi dest nexist. Tirkiye her çend heta niha encam bi dest nexistibe jî hewldanên xwe yên ji bo têkeve axa Bakurê Sûriye û Rojhilatê Bakurê Sûriye hewldanên xwe berdewam dike. Di rojên dawî de dîsa li ser daxwaza Hikûmetê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) eskerên xwe û amûrên şer li ser sînor bi cih kir û sewqîyata eskerî didome. Di van rojên ku TSK esker bi cih dike Heyeta DYA di pêşengiya Nûnerê Taybet ê Sûriye yê DYA'yê James Jeffrey de tê Tirkiye. Tê payîn ku rojeva sereke rewşa Sûriyeya Bakur û Rojhilat û "Ewlehiya" heremê be. Pisporên ku herêmê ji nêzîk ve dişopînin, diyar dikin ku DYA ji bo Tirkiye û QSD'ê bêtir bi xwe ve girê bide û xeta xwe esas bigire bi zanebûn rageşiyê pêş dixe. 
 
BAZARA ÇI DIKIN' 
 
Tirkiye dixwaze ku herêma ji 30 kilometre pêk tê li ser sînor bê avakirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî dixwaze herêma ji 5 kilometre pêk tê bê îlankirin. QSD bi şertê ku herêmê dewrî meclîsa eskrî ya herêmî bê kirin û rewşa Efrînê ji nûve bê rastkirin qebûl dike ku Tirkiye jî tev li dewriya li herêmê bibe. Niha DYA navbênkariya herdu aliyan dike. Lê Tirkiye diyar dike ku daxwazên wê pêk neyê wê êrîşî herêmê bike. Tirkiye di vê çarçoveyê de li ser sînorê Kobanê, Girê Spî û Serêkanîyê yekîneyên eskerî bi cih dike. TSK li ser sinor xendekan dikole, tang û topan bi cih dike û amadekariyê dike. Bi taybetî li ser sînorê Girê Spî liv û tevkera eskerên TSK'ê zêde bûne. Li ser sînor tank û topên obusan bi cih dike. Li herêmên din jî çekên giran tên bicih kirin. 
 
QSD JÎ KET NAVA TEVGERÊ 
 
Li Serêkaniyê jî liv û tevgera eskeri zêde ye. Li xeta Şêxan a Kobanê jî TSK çekên giran bi cih dike. Li hemberî liv û tevgera eskerî ya TSK'ê, li milê din QSD  jî amadekariyên xwe dikin û kozikên xwe yên li ser sînor bi hêz dikin. Çekên nû li  van kozikan bi cih dikin. 
 
HEVSENGIYA DYA 
 
Li milê Rojavayê Firatê li Idlibê jî di navbera Rejîma Sûriye û komên selefî de şer didome. Di vê pêvajoyê de Tirkiye daxwaza ji bo milê Rojhilatê Firatê dîsa anî rojevê. DYA, ji ber mutefîkbûna NATO YA Tirkiye dest ji Tirkiye bernade. Tirkiye jî polîtîkayên Sûriye dispêre DYA'yê. DYA jî  dixwaze hevsengiya xwe ya li ser Sûriye û Tirkiye biparêze. Li milê din Tirkiye hem di nava polîtîkayên hundir de û hem jî di nava polîtîkayên derve de asê maye. Di vê pêvajoya ku hêza Tirkiye ya operasyonê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê û li Idlibê şer dike tê niqaşkirin, tediyar kirin ku sevkiyata li Rojhilatê Firatê jî ji daxwaza DYA ne serbkixwe ye. Tê diyarkirin ku DYA ji bo Tirkiye û QSD'e bikeşîne ser xeta xwe polîtikayê pêş dixe. 
 
DYA ÇI DIBÊJE
 
Tê payîn ku DYA û Tirkiye hevdîtin bike. Tê diyar kirin ku heyeta DYA ku bê Tirkiye wê li ser vê meseleyê niqaş bikin. Tirkiye dixwaze QSD’ê li herêmê bê bandor bike, QSD jî diyar dike ku Tirkiye amadekariya êrîşê dike û sekna DYA ya li hemberî Tirkiye destûr dike ku Tirkiye esker sewqî ser sinor bike. 
DYA dixwaze her du aliyan jî di kontrola xwe de bihêle û li gorî xwe xetê diyar bike. 
 
GEL LI CEM XWESERIYÊ YE
 
Gelê Herêmê jî bi hêsa xwe ya eskerî û siyasî ya cewherî polîtîka pêş dixe. QSD li gel hemû îxtîmalan amadakarî û tedbîrên xwe berdewam dike. 
 
 
MA / Nazim Daştan