Di navbera PDK û Tirkmenan de alvêra Kerkukê

img

HEWLER - Serokvezirê Herema Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ji bo rêveberiya xwe xurt bike, rêvebiriya Kerkukê ji Tirkmenan re berdide.

Kerkuk ji ber cihê xwe yê stratejîk û dewlemendiyên ser erd û bin erd hertim buye qada şerê hindirîn û derve. Piştî ruxandina Rejîma Saddam Huseyîn, Kerkuk her demê rastî destwerdana dewletên derve û pirsgirêkên kur di navbera Hukumeta Hewlêr û Bexda hatiye. Heya 16 îlona 2017’an li rexmê pirsgirêkên heyî, Kerkuk bi awayekî hevpar ji aliyê hukumeta Bexda û Hewlêr ve dihat rêvebirin. Piştî dagirkirina hukumeta Iraqê aliyên Kurdî bi temamî bandora xwe li Kerkukê wenda kir û bê bedel xwe paşde kişandin. Ji 2017’an û şunde pirsgirêkên Kerkukê yên ewlekarî, siyasî, leşkerî, îdarî û civakî her ku diçe kûr dibe û berbi kaoseke mezin ve di herike. Kerkuk herî zêde rastî mudaxeleya Tirkiyê tê û dixwaze xwe bi rêya Tirkmenan li Kerkukê bi rêxistin bike. 
 
ENCAMA CIVÎNA NAVBERA KERKÛK Û HEWLER 
 
Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di mehên borî de li Bexda bi navbeyînkariya Amerîka, di navbera hukumeta Bexda û Hewlêr de civînek berfireh hat lidarxistin. Di vê hevdîtinê de mijarên ewlekarî, hêzên leşkerî û avakirina Meclisa Îdareya Kerkukê hatin nîqaş kirin. Cara duyem di 4’ê Sibatê de disan bi navbeyînkariya Amerîka, di navbera berpirsên leşkerî yên Iraqê, şandeyek ji Wezareta Parastinê û berpirsên Wezareta Pêşmerge li Hewlêr civiyan. Di vê civînê de gelek biryar hatin girtin. Yek ji van biryaran jî ji bo her herêmekî avakirina komîtek hevbeş bû. Lê tu pêngavên berbiçav nehatin avêtin û Kerkuk di halê xwe de hat hiştin. 
 
PEYMANA DI NAVBERA PDK û YNK'ê DE 
 
Demeke dirêje ku hewildanên avakirina Hikumeta Herêma Kurdistanê berdewam dikir. Lê her carê ji ber li hevnehatina meqaman, hevdîtin û hevpeymanên ku di hatin kirin vala derketin. Herî dawî di 5’ê Gulanê de hevpeymanek din di navbera PDK û YNK’ê de hat îmze kirin. Di vê hevdîtinê de tişta ku hatî guhertin, wê du alîkarên meqama Serokatiya Herêmê bên hilbijartin. Ji vana alîkarê yekem û li gel 9 meqaman ji bo YNK’ê, alîkarê duyem yê Serokatiya Herêmê û li gel 4 meqaman jî ji bo Tevgera Goran bên hiştin. Meqama Serokatiya Herêmê û Serok Wezîr û li gel 12 meqamên din ji bo PDK’ê bên hiştin. Di vê hevpeymanê de, di kabîneya hikumetê de ji bo Tirkmenan meqamekî diyar nehat zelalkirin. 
 
ARMANCA NECÎRVAN BARZANÎ A LI SER KERKÛKÊ ÇIYE?  
 
Li gorî vê hevpeymanê, hikumet hat sazkirin lê pirsgirêka aliyên siyasî li herêma Kurdistanê bi dawî nebûye. Ji ber ku li pêşiya wan hêj meqama îdareya Kerkuk û li Parlemena Iraqê meqama Wezirê Dadê maye. Yek ji sedemên herî bingehîn yên çaresernekirina pirsgirêka îdareya Kerkukê PDK’ye. PDK di aliyê xwe de, daxwaza her du meqaman jî dikir, lê YNK ji kevin de bi taybet îdareya Kerkukê ji bo xwe maf dibîne. PDK ji bo van meqaman bi dest bixe serî li rêbazên cuda dide. Meqamê Serokatiya Herêmê heya niha ji aliyê gel ve dihat hilbijartin, lê PDK û YNK’ê bi biryarekê ev zagon xire kir. Êdî Serokatiya Hukumetê li Parlementoyê tê hilbijartin. Heftiya borî li Parlementoyê 5 namzet hatin destnişankirin. Yek ji vana jî Nêçîrvan Barzanî ye. Her çi qasî namzet hatibin destnişan kirin jî, Nêçirvan Barzanî wê were hilbijartin. Ji ber ku ev meqam pêşiya niha ji bo kê were veqetandin hesaba wê hatiye kirin. Ji bo hilbijartina Nêçirvan Barzanî herî zêde Tirkmen li kêleka PDK’ê cih digirin. Herî dawî Endamê Desteya Rêveber a Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Maruf bi xwe got: "Em weke Tirkmen piştgiriya Nêçirvan Barzanî dikin, ew namzetê meye. Seredana Wezirê Karê Derve Mewlud Çavuşoglu tê wateya, Tirkmen Nunerên herî giring yên Tirkiyê ne". Eger Nêçirvan Barzanî namzetê Tirkmenan be, ev tê wê wateyê ku Tirkiye piştgiriyê dide Nêçirvan. Ev daxuyaniya Maruf pirsa, gelo Tirkmen li hemberî çi piştgiriya Nêçirvan dikin? di hişê mirovan de ava dike. PDK’ê meqamên ku di hikumetê de bidestxistîn, di zane ku eger bi israr daxwaza îdareya Kerkukê bike wê rastî nerazîbunan were. Ji ber wê jî dibe ku di hilbijartinên îdareya Kerkukê de alîkariyê bide aliyê Tirkmenan. Ji ber ku aliyê herî nêzî wan û xala wan ya hevpar bi Tirkiyê re, Tirkmenin.
 
SEROKOMAR ERDOGAN KERKUK WEKÎ BAJARÊ TIRKMENAN PÊNASE KIRIBÛ
 
Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatih Yıldız, piştî cejna Qurbanê û şunde (2018) 2 caran seredana Bajarê Kerkukê kiribû û di herdu seredanan de jî li rastî nerazîbunan hatibû. Yildiz, diyar kiribû ku wan ji hikumeta Iraqê xwestiye ku destura wan bin konsulusxaneyekî li Kerkukê bidin. Ji xwe Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan di gelek daxuyaniyên xwe de, Kerkuk weke bajarekî Turkmen pênase kiriye û li pey wî jî Fatîh Yildiz di seredanên xwe yên li Kerkukê de ev bajar weke bajarê bav û bapîrên Tirkmenan pênase kiriye. Hukumeta Başurê Kurdistanê û di serîde PDK’ê tu carî nerazîbuna xwe li dijî xwedî derketina Tirk û Tirkmenan diyar ne kiriye. 
 
 
Mijara careke din vegera Pêşmerge ya herêmên Kurdistanê yên bi nakok demeke dirêje di rojeva medya Başur û bi taybet medya PDK’ê de geş dibe û neş dibe.  Li ser mijarê dem dem hevditin bi hikumeta Iraqê re şeklî be jî tên kirin. Di demeke ku mijara avakirina hukumeta Federal ya Başurê Kurdistanê di rojevêde û hin berdewam dike, mijara vegera pêşmerge ya herêmên kurdistanê yên bi nakuk mirov dide fikirandin û vê pirsê di serê mirovande dide çêkirin. Gelo pêşmerge li beramberî çi vedigerin? Ger mijar tenê çeteyên DAİŞ’ê be, dema ku Kerkuk û ev herêm hatîn dagirkirin jî DAİŞ hebû û bi hêztir bû.
 
Rêveberê Giştî Yê Wezareta Pêşmerge diyarkir ku, wan li wezareta pêşmerge 5 lijneyên navçeyî ji bo navçeyên parêzgeha Selahedîn,Kerkuk,Mexmur û bo rojavayê rojhilatê Musilê avakirine. Hukumeta Iraqê jî bi heman şêweyî pênc lijne avakirine. Lê di vê derbarê de heya niha tu pêngav ne hatine avêtin. Li gorî pêngavên ku hatine avêtin û îhtimal heye ku werin avêtin, hêzên Pêşmerge tu carê weke berê nikarin vegerin herêmên Kurdistanî yên bi nakuk, bi taybet jî Kerkukê.Ji ber ku pêvajoya ku niha heye naşibe pêvajoya beriya 2017’an. Her çi qasî dem bi dem hewildanên xwedî derketina li Kerkukê werin kirin jî, wisa diyare ku PDK’ê weke demên berê Kerkuk ji çav derxistiye. Dixwaze aliyê ku li Kerkukê bibe desthilatdar têkiliyên xwe pêre xurt bike û di serde berjewendiyên xwe pêk bîne. Wisa diyar dike ku ew alî jî Tirkmenin. 
 
MA / Erdogan Altan