'Raza BBC'yê: Mudaxaleya li gorî îngilizan

img

ENQERE - Piştî BBC'yê nûçeya "Razên qirêj ên li Reqqayê" weşand û piştî wê geşedanên ku bi pêş ketin, hema piştî peymana "Divê li Sûriyeyê rêbazên leşkerî bên bidawîkirin û çareseriyên siyasî bên peyda kirin" di navbera Rûsya û DYA'yê de pêk hatî, hat weşandin. Ev jî nîşan dide ku mudaxaleya îngilizan heye. Ev operasyon çi hedef digire?

Malpera BBC'yê ya îngilizî nûçeyek bi sernavê "Razên qirêj ên li Reqqayê" weşand lê qasî ku pêwîstî pê tune bû, bala gelek kesan kişand. Berî her tiştî dîmenên ku hatin weşandin û naveroka metnê di warê rojnamegeriyê de tê fêmkirin. Agahiyeke wiha, hele ku ev bi belgeyan hatibin weşandin, li gelek deverên cîhanê tê destgirtin. Lê di heman demê de ev nûçe di nav "rastiya şer" de hûnandin û bi mînakên wekî wan pêşkêşkirin di warê "nûçegîhana objektîf" de rewşeke li bendê mayî ye. Di vê der barê de nûçe objektîf e an na, em vê gotina ku dê bê gotin ji nîqaşeke din re dihêlin.
 
AGAHIYA ÎSTIXBARÎ YA ROJNAMEGER BI RÊVE BIRIYE
 
Her çendî BBC'yê ev nûçe bi hin çavkaniyan ve girêdabe û li pey şopa wê ketibe jî agahiya ku ji nûçeyê re çavaniyê dike ji hêla yekîneyên îstixbaratê ve hatine serwîskirin. Ajoyên "li pey şopa agahiyê ketin" û "lêkolînên rojnameger" jî hatine xwirandin, armanca ku xwestine xwe bigihîne, xwestine li ser rojnameger re xwe bigihîne û nûçegîhanê ku îmzeya xwe avêtiye binê nûçeyê, bi awayekî objektîf hatiye birêvebirin. Di vî warî de jî nûçe bi nîqaş e û ji xefika ku hatiye amadekirin re xizmetê dike.
 
ŞER KIRIN ASAYÎ, PAŞVE KÊŞÎN NE ASAYÎ!
 
Her çendî nûçeya "Milîtanên DAIŞ'ê bi peymanî ji qada şer hatin tahliyekirin" rast bê qebûlkirin jî bi hezaran DAIŞ'iyên li çar hêlên cîhanê bi çek kirin û şandina vê erdnîgariyê "asayî" ye, ev hêza bi têkçûnê ji qada şer vekişîn "ne asayî, ne ji rêzê" qebûlkirin û wekî serkeftineke nûçegîhaniyê pêşkêş kirin, qasî ku ji rastiyên li Rojhilata Navîn re bê hevrûkirin wateyên mezin û metnên bingehîn dihewîne. Ne xwe van aliyan bi heman hesasyetê, diviyabû bi hezaran DAIŞ'iyên ku bi tang, top û çekên giran gurç û pêrç kiribûn û şandibûn ser Kobanê jî "ne asayî" pêşwazî bikirana, divê di çavkaniya vê serwextbûnê û serkeftina mezin a nûçegîhanê de û divê bi vê giranbûnê daynana holê. Lewre "mirin û kuştin" wekî qedera mirovê li ser vê erdnîgariyê dîtin.
 
ÇIMA NIHA?
 
Bi vê ve girêdayî dema nûçeyê jî gelekî girîng û balê dikişîne. Ev nûçe tam jî di dema ku DAIŞ ji hêla hêzên kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve têk çûn de hat weşandin. Tam jî di wê dema "Şerê li Sûriyeyê ber bi dawî ve diçe" de weşandina wê, wekî pêşketinekî didin nîşan. Du hêzên gerdûnî yên wekî DYA û Rûsiya ku di şerê li Sûriyeyê de mudaxîlin, beyanên wekî "DAIŞ têk çû, wê demê tu wateya dirêjkirina vî şerî tune, dema lêgerîna çareseriya siyasî ye" dan û diyar e ku vê tabloyê jî hin alî aciz kirin.
 
Serokomar Tayyîp Erdogan got ku "Çima rêbaza leşkerî ne çareserî ye, wê demê bila leşkerên xwe bikişînin" û niyeta xwe bi vekirî aşkera kir. Ji aliyekê ve berovajiyê wê gotin jî nehe, di vê rewşê de yên aciz bûn û fikirîn ku şer tişta ku ew hêvî dikin nabersivîne hene. Diyar e ku vê rewşê aktorên herêmî kêfxweş nekiriye, lê di vir de hêzên navneteweyî yên kêfxweş nebûne jî hene.
 
Pêwîste girîngiya rol û pozisyona Îngîltere a di rola navîna koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ya ku li seranserî şerê Sûriyê de li qadê pir ne bi bandor bû bê dîtin. Îngîltere welatek ku di serê sedsala me derbas kir de li Rojhilata Navîn û li erdnîgariya kurdan mîmarê îro êşa tê kişandin e. Yekemîn berpirsê alozî, tevlîhevî û nakokiyan e. Ji bo gelên herêmê wiha ye. Lê ji bo Îngîltere rewş cuda ye. Her tim xwe wek xwediyê vê axê û herêmê dît. Xwe wek hêza esasî ya biryarê dibîne. 
 
Sînorên îroyîn navê xwe ji leşkerê bi eslê xwe Îngîlîz diplomatê bi navê Mark Sykes û ji dîplomatê Fransî Farncoîs George-Pîcot ku wek peyamana Sykes-Pîcot hat diyarkirin digire. Niha ev statü bê wate bû. Ne li bendê ye ev hêz xwe bikişînin aliyekî û geşedanan bişopînin. Jixwe Sefaretê Întîltere yê Enqerê Richar Moore di Nîsana 2016’an de roportaj da CNN Turk’ê û wiha îşaretî van geşedanan kiribû: “Hevkarê Tirkiyeyê yê di mijara PKK’ê de yê herî bi hêz Îngîltere ye. Heke em li PYD’ê binêrin di vê mijdarê de ne naîf e. Têkiliya PKK’ê û PYD’ê heye. Li ofîsa PYD’ê postere Ocalan heye. Vê têkiliyê bi awayek zelal datîne holê. Heke dema em li Sûriyê binêrin rêxistina PYD’ê rastiyek e. Mixabin di nav vê rewşa tevlîhev de em bi vê rastiyê re rû bi rû ne.” 
 
ÇIMA EV OPERASYON TÊ KIŞANDIN?
 
Divê mirov tesbîtên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a der barê kurd ji aliyê Îngilîzan ve li herêmê wek “Qapana Kurd” bibîne û tişta îro li herêmê diqewime wek “Lîstika Îngilîzan” ku tê ziman û nûçeya bi destê BBC hat belavkirin bide ber hev. Ev dê hîn baştir bê dîtin. Piştî nûçeya BBC li DYA û Îngîltereyê gotin “Yên şer dikin QSD’ê ye û yê biryar didin jî ew in” û bi vê gotinê berpirsyariya nûçeyê ku afirand bi tevahî dixwazin biavêjin ser kurdan û xalek fikirandinê dide çêkirin. 
 
Piştî operasyona Reqayê çend sedemên operasyonê dikişînin ser Rojava û kurdan hene. Ya yekemîn piştî DAIŞ têk çû QSD û YPG li cîhanê “kapasîteya şer” nîşan da û xwe da ispatkirin. Niha jî heke çareserî bê ser maseyê, tu hêz bi şîrikiya hêzê naxwaze tevger bike. Berovajî vê yekê bêtir girêdayî xwe û dixwaze hêzek ji soza wê dernekeve re tevger bike. Ji sedemên operasyonên hatin kirin ev e. Sedema duyemîn a girîng jî di vê operasyonê de peyama “Heke di asta herêmê de teşebûnek nû pêk bê ji bo vê jî em ê biryarê bidin. Berovajî vê bi tu awayî geşedan ne mimkun e.” Her wiha tê gotin “Ev nebin, em ê şer di asta herêmê de aktoran jî beşdar bikin û bêtir dirêj bikin.” 
 
DI BÛYERA TELAL SILO DE HEVKARIYA ÎNGILÎZ HEYE GELO? 
 
Yên li vir hêviyên xwe xurt kirine Tirkiyeye. Çunkî ev operasyon bê kişandin argumanên pêşkêş kirine, mişteriya herî amade Tirkiye hat hesapkirin û di vê mijarê de neheq nayê dîtin û ji ber ku plansazê operasyonê ye. Ji ber ku rojê guleyek jî bêyî bê teqandin, Tirkiyeyê “Cerablusê” ji DAIŞ’ê sitendiye. Tirkiye li Sûriyê li dijî QSD’ê polîtîkayek birêve dibe. Ji ber vê polîtîkayê li Reqayê QSD ji 650 kesî zêdetir windahî daye. Hesapkirina xwe biavêje nav nîqaşa hêzên QSD’ê bi “DAIŞ’ê re li hev kirin” jî ne zor e. Dîsa peyama “Dema pêwîst be di vê mijarê de bikeve nav planek cuda û hesabek din. Dibe ku îtîfaqên me biguherîne. Em dîsa dikarin te bigirin cem xwe” da Tirkiyê. Heke Berdevkê QSD’ê Telal Silo hatibe revandin, ne mimkun e desteka rêxistinên îstîxbaratên derve tune be. Têkiliya vê bûyer raste rast bi nûçeya BBC re tê dîtin. Di vî warî de girîng e ku hûrguliyên mudaxeleya Îngilîzan bê dîtin û dîtina “Sirên Reqayê” jî girîng e. 
 
MA / Kenan Kirkaya