Çareseriya Erdogan: Esad ango Sûriyeya demokratik?

img

ENQERE – Li Sûriyeyê ku şer ber bi dawî ve diçe, çareserî xwe li ser Sûriye ferz dike. DYA û Rûsya di qada çareseriyê de li hev kirin. Lê Tirkiye ku bi tirsa kurd dijî jî got "Çareseriya Siyasî." Lê çareseriya Tirkiye "Birayê Esad" ango Sûriyeya Demokratîk e? ne diyar e. 

Li Sûriye nêzî 6 salin şer heye. Gelek çavkanî nişan didin ku şerê li Sûriye ber bi çareseriyê ve diçe û li şûna leşkerî dê bi riya siyasetê pirsgirêkê çareser bikin. Piştî QSD'ê keleha DAIŞ'ê Reqqa ji DAIŞ'ê azad kir, niqaşên li ser rêbaza çareseriyê hatin guhertin. DYA û Rûsya li ser rêbaza siyasî li hev kirin û biryar dan ku pirsgirêkê bi siyasetê çareser bikin. Di pêvajoya ku li Sûriye DAIŞ di mile fîzîkî de hatiye asta xelaskirinê  komên hêzên şer ên wekî El Nusra û pêkhatiyên wê li Idlibê hatin asêkirin. Hat xwestin ku van komên çekdar ên li Idlibê bi destê Tirkiye bên paqijkirin. Asêkirina komên çekdar ên li Idlibê nîşan dide ku şerê li Sûriye ber bi dawî ve diçe. Her çend li hin herêmên Sûriye li qadên biçûk şer hebin jî di şerê 6 salan de tevî her tiştî Esad hebûna xwe parast û komên çekdar têk çûn. Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di pêşengiya şervanên kurd de bûn xwedî hêzek zindî û serkeftî. 
 
DYA Û RUSYA LI HEV KIRIN
 
Endama şerê derketiye holê û hêza şervanên kurd êdî ji aliyê hêzên navneteweyî ve tên qebûlkirin. Di şerê Sûriye de du hêzên kurevî yên wekî Rusya û DYA li Vietnamê kom bûn û li ser çareseriya siyasî li hev kirin. Piştî van gavên erênî tê payin ku hem şerê li Sûriye bi dawî bibe û hem jî şerê li herêma Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Nîşan dide ku dê wekî qebûlkirina statuya sisasî bi encam bibe. Di vê mijarê de tê gotin ku muzakereyên dijwar pêk bên û hevditinên li ser maseyan dest pê bikin. 
 
ÊDÎ PIRSGIRÊK DÊ LI SER MASÊ BÊ ÇARESERKIRIN
 
Tê gotin ku hêzên navneteweyî li ser vê mijarê hesabên wan ên cuda heye. Li gorî nûçeya BBC'î ku Îngîlîstanê jî rexne dike û dibeje di mijara valakirina Reqqa de QSD û DAIŞ'e li hev kiriye. Vê yekêjî wekî mudaxaleya siyasî bi nav dike. Hêzên koalîsyonê yên wekî DYA û îngîlîstanê dikarin xwe paşve bikişînin û fatureyê ji kurdan re derxin. Ji ber vê yekê Tirkiye tev li heviyan dike. Lê rastiya li herêmê ji aliyê cîhanê ve hat qebûlkirin. 
 
TIRKIYE NAXWAZE ŞER XELAS BIBE
 
Ji ber ku Tirkiye naxwaze şer bi dawî bibe bertek nîşan dan. Tirkiye ku bi salan e bi penaberan siyasetê dike û bi vehewandina milyonan penaberan pesnê xwe dide, li şûna ku kêfxweş bibe, Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, piştî ziyareta navbera Pûtîn û Trump bi lez bû bez çû Rûsya û bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re hevdîtin kir. Beriya civîna li Soçî hevtînin pêk anî. Bertek nîşanî hevdîtina DYA û Rusya da. Her çend Erdogan beriya biçe Rûsya got "Çi pêdivî bi dawîkirina şer heye" jî dîsa piştî hevdîtina bi Pûtîn re gotinên xwe guhert. 
 
CÎHAN LI ALIYEKÎ AKP LI ALIYEKΠ
 
Erdogan  pêşniyar kir ku Şer bidome. Ji bo cihanê encama “Têkçûna DAIŞ’ê û neçûna Esad" encama şer gihiştiye armanca xwe" ava dike. Her çend reveberiya AKP'ê hebûna kurdan wekî aktorê sereke qebûl neke jî cîhan qebûl dike. Ji ber vê yekê tê niqaşkirin ku êdî hebûna kurdan û rastiya kurdan bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Ev yek ji bo Erdogan dibe wekî kabûsan. 
 
ÇARESERIYA ERDOGAN
 
Erdogan ku dixwest bi şer çareseriyê pêş bixe, piştî bi Pûtîn re hevdîtin pêk anî, reng û ruyê wî hat guhertin û diyar kir ku pêşniyara Pûtîn û Trump erênî ye.  Piştî ku DYA û Rûsya di qada çareseriyê de li hev kirin, Tirkiye ku bi tirsa kurd dijî jî got "Çareseriya Siyasî." Lê çareseriya Tirkiye "Birayê Esad" ango Sûriyeya Demokratîk e? ne diyar e. 
 
AKP û Erdogan hebûna li Rojava ji bo xwe wekî gef dîbîne. Hebûna Rojava ji bo tirkiye wekî gef dibîne. Tirkiye diparêze ku beyî wê pirsgirêk çareser nabe. Ji ber vê yekê hewl dide dîsa tev li pêvajoya Astana û Cenevre bibe. 
 
MA / Kenan Kırkaya