Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?

img

HEWLÊR - Çawa îtîfaqa AKP-MHP li ser derdorên muxalif û bi taybetî jî ser civaka kurd siyaseta çewsandin û tunehesibandinê dimeşîne û her diçe wan ber bi tunekirinê ve dibe, du partiyên desthiladar ên li Herêma Kurdistana Federal PDK û YNK jî heman siyasetê li ser partî, sazî û civakên muxalif dimeşînin û ew jî wekî wan bi windabûn û tunekirinê ve rû bi rû dimînin.

 
Di rojeva gelê Başûrê Kurdistanê de bertekên li dijî ketina  Tirkiye ya li ser herêmê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê hene. Du partiyên desthiladar PDK û YNK li dijî van bertekan derheqê kesên di çalakiya birçîbûnê de biryara derxistina derveyê sînor, girtina buro û rêveberên partiyên muxalif, gelê ku li dijî baregehên Tirkiyeyê derdikevin, tundî, binçavkirin û girtinê pêk tînin. Buroyên Tevgera Azadî yên li Silêmaniye û derdora wê hêj jî girtîne, li bajaroka Şeladizê ku gel avêtibûn ser baregeha leşkerên Tirk de 80 kes hatibûn binçavkirin, hêj jî 13 kes di bin çavan de ne. Di rojeva partiyên desthiladar de jî, ji ber berjewendiyên hizbî avakirina hikumet û parlementoya Herêma Kurdistana Federal temam nebûye û nakokiyên di navbera partiyan de berdewam dike. Civaka heremê ku hebûna PKK’ê ya li heremê ji bo xwe wek şenseke mezin dibîne, rayedarên PDK û YNK’ê jî di daxuyaniyên xwe de ji ber tirsa windakirina berjewendiyên malbatî, ji bo êrîşên Tirkiye ya li ser heremê spasdariyên xwe tînin ziman. 
 
ÇIMA HER DIÇE AVAKIRINA HIKÛMETÊ ZEHME DIBE? 
 
Bi tevlînebunaYNK’ê ya civîna Parlementoyê û terikandina civînê ya partiya ÎslamîyaYekgirtû, nakokiyên siyasîyên di navbera aliyan de hîn kurtirkirin. Diyar dibe ku bi temamî avabûna hukumetê wê dem bigire. Wê PDK û YNK bi hevpeymanekê li hev werin, lê bawerî pênayê ku ev lihevhatin bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkên civakê, berovajî wê civakê di pirsgirêkên heyî de zêdetir bi helîne û ber bi parçebunê ve bibe. Tê gotin ku ji ber ku hevpeymana çêbibe wê li ser esasê berjewendiyên şexsî û partiyan be. 
 
Li herêma Kurdistanê bi mehane hevdîtinên ji bo qaşo avakirina hukumetê di navbera partiyên siyasî yên herêmê de berdewam dikin. Ji ber nakokî û pêşbaziya di navbera herdu partiyên desthilatdar de, avabûna hukumetê her ku diçe zehmet û aloz dibe. Li ser mijarê aloziya yekemîn li parlementoya Iraqê di hilbijartinên Serokkomariyê de derketin holê. Di sala 2005’an de dema ku erka serokkomartiyê ji Kurdan re hat dayîn, YNK di her serdemê de ji hilbijartinê zêdetir vê yekê wekî mafê xwe dibîne. PDK’ê xwest di vê serdema dawî de erka serokkomariyê ji YNK’ê bistîne û ji bo wê jî li parlementoya Iraqê namzetê xwe cuda nîşan da, lê li parlementoya Iraqê PDK li hemberî YNK’ê bi bin ket. Ji wê demê heya niha her çiqasî dem bi dem werin gel hevdu jî lê di têkiliyên her du aliyan de şikestinek derket holê. PDK ket nava hewildanên tolhildanê û ket asta “Madem her qada serokkomariyê ji dest çû ka ez yê mayî di destê xwe de bigirim û çemberê teng bikim."
 
'LI KURDISTANÊ TIRKMEN PÊKAHTEYEKE SEREKE NE' 
 
Ji destpêka hevdîtinên PDK’ê bi aliyên siyasî re, têkiliyên wan bi aliyên Tirkmen re germ bun û dixwestin li kêleka xwe meqamekî bi bandor bidin Tirkmenan. PDK’ê ev daxwaza xwe tucarî bi veşartî ne anî ziman. Gelek caran di daxuyaniyên xwe de jî diyar kirin ku, “Tirkmen li Kurdistanê pêkhateyeke sereke ne’’. Di heman demê de dema ku PDK di nava van hewildanan de bû Tevgera Goran jî kişand aliyê xwe û hevpeymaneke 4 salî ku ji 30 bendan pêk tê îmzekir. Tê gotin ku li gorî vê hevpeymanê 18 bend ji bo bi hev re tevlîbûna wan a Hukumeta Herêma Kurdistanê û 12 bend jî ji bo têkiliyên wan bi hukumeta Bexda re hatine rêzkirin. Her wiha li gorî vê hevpeymanê di Meclisa Asayişa Herêma Kurdistanê de 8 meqam ji boTevgera Goran hatine veqetandin. Piştî vê hevpeymanê her çiqasî YNK’ê daxwaza taloqkirina runiştina parlementoyê kir jî PDK, Tevgera Goran, Aliyên Tirkmen û partiyên din yên îslamî di 18’ê Sibatê de bêamadebuna YNK’ê ji bo avakirina hukumetê runiştina parlementoyê pêk anîn. Di runiştina parlementoyê de Parlementera PDK’ê Vala Ferîd bi 64 dengan bû Seroka Parlementoya Herêma Kurdistanê, Parlementerê PDK’ê Hêmin Hewremanî bû cigirê yekem û Muna Qehwecî jî ji Partiya Reform a Tirkmenan bû cîgira duyem a Serokatiya Parlemenê. PDK’ê bi vê hemleyê xeta xwe ji bo YNK’ê diyar kir û tola xwe hilanî. 
 
MUXALEFET NIKARE KAR BIKE 
 
Di heremê de gazincên siyasetmedaran jî ew e ku di siyaseta Hukumeta Başurê Kurdistanê de partî weke muxalefet nikarin kar bikin. Siyasetmedar, tînin ziman ku ji ber siyaseta ku tê meşandin ne siyaseteke li ser esasê çareserkirina pirsgirêkên gel û welat, li ser esasê berjewendiyên şexsî tê rêvebirin. Her dema ku aliyekî ji derveyî herdu partiyên desthilatdar xwestibe di karekî netewî de pêşengtiyê bike her tim ev hewildan hatiye astengkirin. Tevgera Goran bi pêşengiya Nêşîrwan Mistefa dema ku nû ava bû kêm be jî li hember partiya desthilatdar xwedî seknek û terzê rexnekirinê bû. Tevgera Goran her ku çû hedef hat girtin û mudaxileyî wî hat kirin. Bi taybetî piştî wefata Serokê Giştî Nêşîrwan Mistefa ji pozisyona muxalefetbunê derket û ber bi aliyên desthilatdar ve hat kişandin. Piştî Tevgera Goran, Tevgera Nifşê Nû di bin serokatiya Şasuwar Ebdulwahîd hat damezirandin. Bi heman şêweyêTevgera Goran yekser rastî çewisandin û zextên hukumetê hat û hîna ev zext berdewam in. Tevgera Azadî ku bi plan û projeyên xwe dikarîbû ji bo gelek pirsgirêkên gel bibe çareserî, di heman demê de her cara ku xwest xebatên avakirina yekîtiya netewî li dar bixe bi heman şêweyî hat astengkirin û piraniya ofîsên wê hatin qefilandin. Di rêveberiyeke ku berjewendiyên malbatî û pêşbaziya desthilatdariyê lê hebe de, aliyên demokratîk nikarin kar bikin. Di rêveberiyeke wisa de tenê du rê li ber wan dimînin. Yan teslimiyeta xwe qebûl bikin û li kêleka desthilatdariyê cih bigirin, yan jî di hemû şert û mercan de bitêkoşin û daxwaza mafên xwe bikin. 
 
Mijareke din ku her du partî tê de li hevdu nakin, îdareya Kerkuk û Wezareta Dadê ya Hukûmeta Iraqê ye ku ew jî dikeve para Kurdan. Wisa diyar dike ku PDK bi hêsanî van herdu meqaman jî bi dest YNK’ê ve bernade. Bi tevlînebûna YNK’ê ya civîna parlementoyê û terikandina civînê ya partiya Îslamîya Yekgirtû, nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de hîn kûrtir kirin. Diyar dibe ku bi temamî avabûna hukûmetê wê dem bigire. Wê PDK û YNK bi hevpeymanekê li hev werin, lê ne bawer e ku ev lihevhatin bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkên civakê, berovajî wê civakê di pirsgirêkên heyî de zêdetir bihelîne û ber bi parçebûnê ve bibe. Ji ber ku di civîn û hemleyên partiyên di demên dawî de pêşdikevin hevpeymana ku çêbibe wê li ser esasê berjewendiyên şexsî û partiyan be. 
 
MA / Erdogan Altan