DYA û MSD 'Ewlehiya Herêmê' axivîn'

img
ÎDLIB - Hat diyar kirin ku 'Herêmên Ewlehiyê' yên Bakur û Rojhilatên Sûriye ku Tirkiye gotibû 'Wê di kontrola me de bin' ji aliyê DYA û MSD’ê ve hatiye diyarkirin. Ji bo Mutabakata Edeneyê jî tê niqaşkirin ku Rojavayê Firatê dê ji Rejîma  Sûriye re bê hiştin. 
 
Şerê li Sûriye di sala 2019'an de bi niqaşên nû ket rojevê. Li aliyekî DYA got 'Ez vedikişim' û "Em dê herêma ewlehiyê ava bikin". Li aliyê din geşedanên li Idbilê û diyalogên di navbera Rûsya û Tirkiye û hiqaşyên li ser Mutabakata Edeneyê de niqaşên nû bi xwe re anî. Di vê pêvajoyê de li aliyekî Tirkiye bi Rûsya û DYA re hevdîtina dike, li aliyê din Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo çareseriyê bi DYA û Rûsya re hevdîtinan dike. Piştî niqaşên "Herêma Ewlehiyê" niha Mutabakata Edeneyê ket rojevê. Tirkiye ji bo di herdu aliyan de winda neke di nava tevgerek dîplomatîk de ye. Ji bo herêma ewlehiyê hevditinên di navbera DYA û Rêveberiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berdewam dike. Heri dawî heyeta ku di navde Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed  jî heye çûn li DYA bi Serokê DYA Donald Trump û nûnerên kongreyê re hevdîtin kirin. 
 
RAGEŞIYÊ NAVBERA TIRKIYE Û DYA ZÊDE DIBE
 
Ji ber ku DYA û Tirkiye li ser heman xalê li hev nakin rageşiya di navbera DYA û Tirkiye de zêde dibe. Ji ber ku êdî Tirkiye tu hêviyê di DYA de nabîne, vê carê li Rûsya Mutabakata Edeneyê anî rojevê. Di sala 1998'an de Tirkiye û Sûriye li Edeneyê ji bo ewlehiya Sînorê Tirkiye û Sûriye mutabakata Edene imze kiribûn. Piştî vê mutabakatê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriye derxistibûn. Li dijî PKK’ê biryara hevpar stendibûn. Lê di sala 2011'an rde piştî şerê navxweyî yê Sûriye dest pê kir, hem Tirkiye û hem jî gelek welatên cîran ev peyman îhlal kirin. Gelek welatan diyar kirin ku hikûmeta Sûriye nas nakin. Hemû peymanên ku bi Sûriye re hatin îmzekirin li ber çavan nehatin girtin. Pişti şerê navxweyî Mutabakata Edeneyê hat rawestandin. Herî dawî piştî hevdîtina navbera Tirkiye û Rûsya Îran tev li vê civînê nekirin û dîsa ev peyman anîn rojevê. Li gorî vê protokolê armanc dikin ku ji Cerablusê heta Idlibê Rojavayê Firatê diyar bikin. 
 
Piştî hevdîtinia Serokdewletê Rûsya Putin û Serokê  AKP 'ê Tayyip Erdogan gotin “Divê em bi partnerê xwe Îranê li ser vê meselê bibin yek." û peyamên ku Îranê îkna bikin dan. Tê plan kirin ku di Sibatê de Tirkiye, Îran û Rûsya dîsa li hev kom bibin. Di vê hevdîtinê de tê meraq kirin ku amadekariyê Komîsyona Qanûna Bingehin û rewşa Herêma Idlîbê dê çawa bibe. Li gorî peymana DYA û Rûsya, DYA bi şertê ku tesîra Îranê kêm bike bi germî nêzîk dibe. Lê di vê mijarê de Hewldanên Rûsya ku Îranê îkna bike bê encam dimîne. Tê diyar kirin ku li herêma Lazkiye û Hama di navbera hêzên Rûsya û Îranê de hin caran pevçûn derdikeve. Îran li aliyekî li herêma Haleb û Îdlibê hêzek mezin a eskerî bi cih dike, li aliyê din bi Rusya  de dikeve nava tekiliyên dîplomatîk. 
 
Hikûmeta Erdogan di vê pêvajoyê de hewl dideku hikûmeta Esad ji nuve nas bike. Di vê çarçoveyê de dest bi hevdîtinên dîplomatîk dike. Di vê çarçoveyê de tê diyar kirin ku Rûsya dixwaze ku Erdogan venêrtina deriyê Cerablus/Karkamış û Bab El Hewa/Cilvegozu bide Rûsya. 
 
 
MA / Nazım Daştan