Wê di 1'ê Nîsanê de careke din rastiya polîtîkaya HDP'ê derkeve holê

img

ENQERE – Piştî HDP'ê di 7'ê Hezîrana 2015'an de biryar girt û wekî partî tev li hilbijartina bû, bûye tirsa hêzên antîdemokratîk. Ji bo vê hilbijartina herêmî jî her çend stratejiya "Li Kurdistanê bi ser bikeve, li rojavayê welat bi wan bide windakirin" bê nîqaşkirin jî, lê belê wê serketina HDP'ê û rastiya wê ya polîtîk di 1'ê Nîsanê de bi awayekî zelal bê fêmkirin. 

HDP'ê biryar da ku wê di hilbijartina herêmî de li Stenbol, Îzmîr û Edeneyê ji bo şaredariyên mezin namzet dernexin. Piştî vê biryarê gelek kes destekê didin vê biryarê û gelek kes jî rexne dikin. HDP, bi awayekî stratejîk tev digere û ji bo îtifaqa AKP-MHP'ê bi paş ve bibe bi awayekî hûr û kûr tev digere. HDP, di hemû hilbijartinan de ji bo hêzên demokrasiyê polîtîkayên stratejîk ên bibandor pêş ve dixe û di vê hilbijartinê de jî, ji bo eniya antîdemokratîk bi paş ve bixe girseyên mezin tîne cem hevdu. 
 
7'Ê HEZÎRANA 2015'AN 
 
Hilbijartina Giştî ya 7'ê Hezîranê, ji bo siyaseta Tirkiyeyê pir girîng bû. Di vê hilbijartinê de biryarên HDP'ê ji aliyê gelek derdoran ve hatibûn nîqaşkirin. Siyaseta kurd û hêzên demokrasiyê berî 7'ê Hezîranê bi namzetên serbixwe diketin hilbijartinê, lê belê di 7'ê Hezîranê de cara ewil wek partî ket hilbijartinê û hesabên îktîdarê serobino kir. Ev biryara wê hem di nav partiyê de hem ji hêla muxalefetê hem jî ji aliyê îktîdarê ve bûbû cihê liberabûn û rexneyan. Di vê pêvajoyê de, pêşbîniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêveçûna pêvajoyê diyar kir. Benda ji sedî 10 bû dîrok. Di dawiya hilbijartinê de, HDP û hêzên demokrasiyê bi temsîliyeteke mezin di Meclîsê de cih girtin. 
 
Îktîdara AKP'ê ev encam hezm nekir û hikûmet ava nekir. Li ser vê dîsa hilbijartin pêk hat. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de HDP, careke din benda ji sedî 10 derbas kir. 
 
16'Ê NÎSANA 2017'AN 
 
Di pêvajoya Referandûma 16'ê Nîsana 2017'an de jî, biryarên HDP'ê bûn cihê nîqaşê. Nemaze jî derdora îktîdarê û muxalefet jî gotin "HDP û AKP wê li hev bikin", "HDP, Erdoganê nepen e." Lê belê di dawiya hilbijartinê de helwesta HDP'ê ya ji bo demokrasiyê derket holê. HDP ku polîtîkaya xwe "Ne li ser pergala parlementeriyê ne jî li ser serokatiyê" ava dike, bal kişandibû ser parlementeriya demokratîk û ji bo vê jî pêşengiya "Na"yê kiribû û daxuyandibû ew ê bibêje "Na". Wê demê bajarên di dema qedexeya derketina derve de hatin rûxandin gotin "Na". Li bajarên mezin ên wekî Amed û Wanê dengê "Na" li pêş bû. Piştî li Stenbolê "Na" bi ser ket, HDP ji bo gelek bajaran derket pêş. 
 
24'Ê HEZÎRANA 2018'AN 
 
HDP, di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de tevî hemû zext û zoriyan, girtin û binçavkirina jî careke din benda ji sedî 10 derbas kir. Eger hilbijartina ji bo serkomartiyê bimana tûra duyem, pêşbînî ew bû ku HDP wê tercîha xwe li gel namzetê li ber Erdogan rabûye bi kar bianiyana û ev yek bandoreke erênî li hilbijartinan kir. Li bajarên kurdan ên wek Amedê namzetê CHP'ê Muharrem Înce, ji partiya xwe du qat zêdetir deng girtin. 
 
31'Ê ADARA 2019'AN 
 
Wexta mirov bal bikişîne ser bandora hilbijartinên borî, aşkere ye ku sedema HDP li bajarên rojavayê Tirkiyeyê namzet nîşan nedane ew e ku "Îtifaqa AKP-MHP'ê bi paş ve bixe" û hêzên demokrasiyê xurt bike û zêdetir bike. Lewra, ji roja ewil a rojeva destpêkê ve ji ber Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û rayedarên AKP'ê vê pêngava HDP'ê texmîn dikirin, loma polîtîkayên navtêdanê yên ji bo CHP û derdorên netewperest ên bi CHP'ê re îtifaq kirine dimeşîne. 
 
WATEYA BIRYARÊN HDP'Ê 
 
* HDP ji ber polîtîka û fikrên xwe, li parlementoya Tirkiyeyê tekane partiya muxalif e û bi 6 milyon hilbijêrên xwe di her hilbijartinê de di pozîsyoneke krîtîk de ye. 
 
* Her çend HDP li bajarekî namzet nîşan nade jî, xwedî wê hêzê ye ku rasterast bandorê li hilbijartinê dike. 
 
* Bereksê AKP-MHP û CHP-Partiya ÎYÎ ku derdorên netewperest, îslamî û kemalîst kontrol dikin, wê careke din derkeve holê ku polîtîkayên di encama lêgerîn, bendewarî û pêdiviyên girseyan de çêbûne di HDP'ê de dibin yek. 
 
* HDP, daxuyandibû ku ew "ji bo demokrasiyê fidakariyê dikin." Ev daxuyanî hest bi zemîneke bîrdoziyî jî dike. HDP, têgîna "vînê" ji xeleka "namzetnîşandanê" ya siyaseta rojane derxistiye û bal dikişîne ser yekîtiya hêzên demokrasiyê. HDP, bêyî berbayî siyaseta qoltixparêziyê bikeve, bêyî bazarên veşarî bike û bêyî di feraseta "bila yek be, lê ya min be" asê bimîne, xeta ji bo pêşeroja civakê û pêşxistna demokrasiyê xêz dike û li asteke ku ji siyaseta berbelav wêdetir disekine. 
 
* Biryara HDP'ê, siyaseta Enqereyê, bloka îktîdar û derdorên netewperest ên muxalefetê hejand. HDP, bi vê pêngava xwe careke din nîşan da ku li gel gelan cih digire. 
 
* Kesên stratejiya HDP'ê ya "Li Kurdistanê bi ser bikeve, li rojavayê welat bi wan bide windakirin" rexne dikin, wê sibeha 1'ê Nîsanê vê polîtîkaya HDP'ê pesend bikin. 
 
MA / Deniz Nazlim