Gelên Sûrî di lêgerîna azadiyê de netewe jî di lêgerina parkirinê de ne

img
QAMIŞLO - Serokê DYA Trump piştî biryara "Vekişina eskeran" ya ji Sûriye da niqaşên li ser herêmê zêde bûn. Hêz û dewletên serdest piştî vê biryarê ketin nava lêgerîna ku çawa perçe bikin û parve bikin. Gelên Bakur û Rojhilatên Sûriye jî ketin nava legerîna 'Jiyana Azad". 
 
Piştî Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan gef li Rojhilatê Firatê xwarin, Serokê DYA Donald Trump daxuyanî da û diyar kir ku ew dê eskerên xwe ji Sûriye vekişînin. Piştî biryara Trump qişaş û nerînên cuda derdikevin. Donald Trump diyar kir ku piştî DAŞI li Sûriye xelas kirin eskerên xwe paşve dikişînin. Lê li dijî daxuyaniya Trump ku got 'Me DAIŞ xelas kiriye' endamên koalisyona navneteweyî Fransa, Almanya û İngiltere daxuyanî dan û diyar kirin ku hêj DAİŞ hebûna xwe diparêze. Almanya, Firansa û Îngîlistan diyar kirin ku ew xwe paşve nakişînin. Dîsa Aktorê sereke Rusya jî bi fikar nêzî biryara DYA dibe. Tirkiye jî piştî biryara DYA diyar kir ku operasyonê taloq dikin. Wezîrê Parastinê yê DYA James Mattis û Nûnerê  Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk, jî li dijî biryara Trump îstîfa kirin û bertekên xwe anîn ziman. Gelek endamên kongreya DYA jî diyar kirin ku bi vê biryarê dê DYA zerarek mezin bibîne û Trump hişyar kirin. 
 
Eniya kurd jî diyar kir ku DYA ji bo rê li pêş operasyona Tirkiye ya li dijî Rojava veke ketiye nava "Bazara qirêj" Hevserokê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm jî biryara vekişandinê ABD nirxand û got: "Me bang li DYA nekiriye. Em nabêjin derkeve jî. Ew hatin û ew çûn. Ger ku dixwazin biçin bila biçin."
 
Nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî diyar kirin ku ji hêzên cuda yên herêmê li hev kom bûn û di bin baneyê wan de şer kirin û wiha gotin: "Me berê şer kir û ji niha û şûnde jî em dê bi hêza cewherî şer û têkoşîna xwe berdewam bikin. Rêveberiya Xweser a Demokratik jî li dijî êrîşan "seferberî" îlan kir. Piştî biryara Seferberiyê li sînorên Qamışlo, Serêkanîyê û Kobanê dest bi çalakiyên Mertalên Zindî kirin. Dîsa gelên herêmê li gelek navendan mîting pêk anîn û li dijî biryara DYA û hewldanên operasyonên Tirkiye çalakî û xwepêşandan li dar xistin. Hêzên Sûriyeya Demokratik ku ji hêzên gelan komî ser hev bûn û li dijî rêxistina herî mezin a Terorê ya Cîhanê DAIŞ'ê şer kirin, DAIŞ anîn sînorê xelaskirinê. Piştî herêma Hecînê ji destê DAİŞ'ê hat rizgarkirin, dê DAIŞ di milê fîzîkî de li herêma Hecînê xelas bibe. Piştî li herêmê DAIŞ xelas dibe pêvajoyek nû li herêmê dest pê dike. Li aliyekî Hêzên dewletên navdewletî ketine nava hesabê ku çawa herêmê li hev parve bikin. Li aliyê din jî gelên Herêmê ketine nava têkoşîn û Lêgerina azadiyê. 
 
LOZAN Û NEXŞEYA NÛ 
 
Nêzî sed sal berê bi peymana Lozanê xerîteyek hat xêzkirin. Hêzên navdewletî dixwazin Nexşeya Lozanê nûjen bikin û ji nûve xerîtê xêz bikin. Di nexşeya Lozanê ku yekem car hat binpêkirin jî Peymana Enqereyê bû. Bi peymana Lozanê axa kurdan a navbera Sûriye û Tirkiye fermi bû. 4 sal beriya salvegera sedsala peymanê Hêzên Navdewletî ji niha de ketine nava hesabê parvekirinê. 
 
KURD KIRIN HEDEF 
 
Tirkiye jî ji bo kurd li herêmê destkeftiyan bi dest nexin dest bi hewldanên diplomatik, siyasî û eskerî kiriye û hewl dide rê li pêş mafên kurdan bigirin. Tirkiye ji bo vê yekê eskeran sewqî ser sînorê herêmê dike û gefan dixwe. 
 
LI DIJÎ GEFAN Û TALÛKEYAN BERXWEDAN
 
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî van êrîş, plan û gefan ketiye nava hewldan û tekoşîna azadiya gelan. Gelên herêmê ketin nava seferberiyê û li aliyekî nobeta mertalên zindî dikgirin, li aliyê din bi meş û xwepêşandanan têkoşîna azadiya gelan bilind dikin. Dîsa hewldana ku hemû hêza xwe di bin baneyê QSD'ê de kom bikin jî didome. 
 
MA / Nazım Daştan