Hêzên Navdewletî dixwazin krîzê li gorî xwe bi rêve bibin
Tirkiye jî armanc dike li diî Idlibê kurdan bê statu bihêlin

img
KOBANÊ - Çareseriya krîza Idlibê ku îsal nehat çareserkirin, ma sala 2019'an. Li aliyê din ku Tirkiye dixwaze ji vê neçareseriyê sûdê bigire û li Bakur û Rojhilatê Sûriye Kurdan bê statu bihêle.
 
Krîza Idlibê ku di nava salê de çend çaran di navbera Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriye de li ser masê hat niqaşkirin, hêj nehatiye çareserkirin. Li Idlibê ku bi deh hezaran komên çekdar lê bi cih bûne, hêj komên çekdar jê nehatine derxistin. Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan di van rojan de aşkere gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriye dixwe. Diyar dike ku dê operasyonê pêk bîne. Rewşa Idlibê ku di nava salê de gelek niqaş li ser hatin kirin bêyî ku pirsgirêk çareser bibe niha ji rojevê hatiye derxistin. Tirkiye niha berê tîr û gefên xwe daye Bakur û Rojhilatê Suriye û gefan li herêma herî bi aram û îstikrar bakur û Rojhilat dixwe. 
 
KRÎZA IDBÎBÊ 
 
Idlib li Sûriye bûye nava şerê navxweşî û hemû şerê Sûriye li Idlibê kilît bûye. Ji ber rewşa Idlibê aliyên şer li ser Idlibê krîzek mezin derket. Hêzên ku dixwazin vê krîzê li gorî xwe bi rêxistin bikin hewl didin êrîşî derdorên din bikin. Planên nû dixin meriyetê. Rûsya Tirkiye û Îran armanc dike ku li Idbilê ya komên çekdar ên Heyet Tahrir El Şam'ın (HTŞ/ El Nusra) serkêşiyê dikin têxin bin kontrola xwe. Li aliyê din DYA, Îsrail, Almanya, Fransa, Îngiltere tev li krîza Idlibe dibin. Komên selefî yên çekdar ku ji bajarên Dera, Kuneytra, Guta, Kalamun û Duma yên Sûriye hatin derxistin tev li Navenda Idlibê, Efrîn, Cerablus, Ezaz, Babê hatin komkirin. Nêzî 60 hezar hêzên çekdar ên Selefî ku li van bajaran hatin bicih kirin, bi destê Tirkiye ve hatine hiştin. Dixwazin ku Tirkiye wan bê tesîr bike. Lê Tirkiye jî dixwaze wan wekî amûr bikar bîne. Niha du armanc û fikra Rusya, Îran û Suriye ku li dijî van komên çekdar operasyona bejayî pêk bîne jî tune ye. 
 
HEVSENGIYÊN NÛ
 
DYAI ku tev li krîze bû jî armanc dike ku hevsengiyê li gorî xwe ava bike. DYA armanc dike ku li dijî hewldanên Rûsya ku armanc dike bi Tirkiye têxe nava zorê, planên nû çêke. Ev nîşan dide ku çareserî bi yek alî pêş nakeve. Rûsya jî armanc dike ku destê DYA teng bike û Tirkiye li dijî DYA sor bike. Piştî vê yekê DYA li Sûriye wekî hêza dagirker hat pênasekirin. Li gorî vê rewşê êdî çareseriya der barê Idlibê de ma ji bo sala nû ya 2019'an re hiştin. Tê diyar kirin ku hilbijartin û sekna Tirkiye dê plan û hevsengiya di navbera Rûsya û DYA de biguhere. Çareseriya Krîza Idlibê ku li Sûriye tê dirêj kirin, roj bi roj wateyek din li ser tê barkirin. Li aliyê din peymana di navbera Rûsya û Tirkiye de ku herêma bê çek ava bikin jî neket meriyetê û ev bi xwe re pirgsirêkek din ava kir. Dîsa ev xetimandin û pirsgirêka heyî li ber çavan nehat girtin. Di serî de Rûsya ku ev îhlala Tirkiye ya li dijî Idlibê nedît niha berê wê dide herêma Rojhilat û Bakurê Sûriye. Li aliyê din Rusya bi destê rejîmê li dijî Idlibê êrîşan pêk tine û peyamê dide DYA ku zorê li wê neke. 
 
Tirkiye jî li gorî vê hevsengî û planan hewl dide ku hemûyan li gorî berjewendiyên xwe bi rêve bibe. Tirkiye herî zêde hewl dide ku Kurd nebin xwedî statu. Armanc dike ku komên selefî li herêmên kurdan bi cih bike û bêzarî, aloziyê li herêma kurdan pêş bixe. Dîsa bi cînayeta Kaşikçi dixwaze Erebîstana Siûdî têxe nava tengasiyê û li gori xwe bi rêve bibe. Tirkiye bi hewldanên êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye armanc dike ku kurdan bê statu bihêle û li aliyê din dixwaze siyaseta navxweyî ku AKP lê asê maye veke. AKP beriya hilbijartinê hewl dide bi van êrîşan disa dengê xwe zêde bike. Hewl dide beriya hilbijartina rêveberiyê herêmî bi komên çekdar êrîşî xeta Şêxler a Kobanê, xeta Minbic û Girê Spî û herêma Serêkanîyê bike. Hewl dide bi van operasyonan komên çekdar li wan deran bi cih bike. Wekî êrîşa li dijî Efrînê çawa ku komên OSO lê bi cih kirin niha dixwaze van komên selefî jî li van herêman bi cih bike. Dîsa bi riya çapemeniyê zêde propaganda xwe dike. Bi vê propagandayê Şengal û Maxmur bombe kir. Rojhilata Firatê û Rojhilatê Dicleyê bombe kirin. AKP ji bo bingeha êrîşan pêş bixe hewldanên dîplomasiyê zêde dike. Dixwaze wekî êrîşên li dijî Şengal û Maxmurê li dijî Bakur û rojhilatê Suriye jî pêk Bine. 
 
Dîsa AKP her roj bi gotin û gefên "operasyonê dest pê kir dê dest pê bike" hewl aloziyê pêş bixe û êrîşan bike rojeva xwe. Diwaze gelê Bakurê Sûriyeyê texe nava fikaran. Lê tevi hemû hewldanên AKPê û Tirkiye ku gefan dixwe û dixwaze gel têxe nava tirsê jî jiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriye bi awayekî asayî diome. Gel li cem hêzên parastinê ku serefberî îlan kir cih digire û li ser piyan amade ne. Li dijî van gefên Tayyip Erdogan her roj li bajarekî herêmê mîtîng û meşan pêk tînin û sekna xwe ya li dijî şer nîşan didin." 
 
MA / Nazım Daştan