Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê

img

NAVENDA NUÇEYAN - Pergala Modernîteya Kapîtalîst di heft salên dawî de ket navA şerekî kûr da ku xwe ji nûve ava bike û dizayn bike. Tê zanîn ku navenda vê Rojhilata Navîn e. Lê ne tenê li Rojhilata Navîn tevahî pergala Modernîteya Kapîtalîst di pêvajoyeke xwe nûkirinê re derbas dibe. Navendek din a li kêleka Rojhilata Navîn di guhertinên mezin de derbas dibe Rojhilatê Asya ye. Yanî Çîn, Kore û Hîndîstan e. 

ÇÎN BI ABORIYÊ DERDIKEVE QADÊ!  
 
Di sala 2013’an de piştî du salên şer a li Sûriyê, Çîn projeya xwe ya ‘Riya Îpekê’ ya nû ya bi navê “Yek Kember Yek Rê” ragihand. Ev proje ji aliyê Çînê ve hat pêşxistin, armanc êdî xwe bi cîhanê re bike yek û bibe hegemona nû ya pergala Qapîtalîst û bibe hêzeke sereke ya li hemberê Amerîka. Proje ew e ku riyeke bazirganiyê hem di ser deryayê û hem jî ser erdê ji Çînê heya Ewrupa, di ser Îranê de ber bi Rojhilata Navîn ve vebe. Ji ber vê yekî kîlîda vê projeyî jî di Rojhilata Navîn de derbas dibe.  
 
ARMANCA PROJEYA "YEK KEMBER YEK RÊ" ÇIYE? 
 
Çîn projeya ‘Yek Kember Yek Rê’ di sala 2013’an de weke projeyek sedsalî pêşkeşê raya navneteweyî kiribû. Tê ragihandin ku di bingeha vê projeyî de armanca sereke aborî ye û bi vê projeyî dixwaze aboriya xwe serwerê cîhanê bike. Her wiha ne tenê aborî dixwaze hakimiyeteke siyasî û çandî jî ava bike. Ji aliyê pispor û stratejîstên Rojhilata Navîn ve hişyariya divê ev proje rast were nirxandin tê kirin û tê gotin ku deshiladariya hegemonîk tu caran valatiyê qebûl nake. Tê destnîşankirin ku lê di salên dawî de di pergala hegemonîk de hejandin çêbû û bi xwe re valatiyek derxist. Ev yek wek e ji nû ve dizaynkirina Modernîteya Qapîtalîst tê pênasekirin. Hat diyarkirin ku Çîn jî ji ber vê yekî dît dixwaze vê valatiyî dagire û bibe raqîbeke xûrt a Amerîka û heta hewil dide ku bibe hegemona sereke ya nû. 
 
EV RÊ DÊ DI KU DERÊ RE DERBAS BIBE?
 
Di dîroka Modernîteya Kapîtalîst de gelek caran guhertina navenda hegemonya hatin jiyan kirin. Çîn jî hêviya vê yekê ye. Di bingeha vê projeyê de 3 rêyên bingehînyên ticarî hene, du rê li ser erdê yek jî li ser deryayê ye. Riya yekem;weke ‘Pira Avrasya‘’ tê pênasekirin. Ev rê di Kazakîstan, Rusya, Belarus, Polonya re derbaz dibe ta digihije Almanya berdewam dike. Riya duyem;di navbera Moxolîstan û Rusya de wekekorîdorekê ye. Riya seyêm; riya ‘’Asyaya Navîn’’ tê penasekirin ku ji Çînê despê dike di Afkanistan, Pakistan, Îran re derbas dibe ta digihije Tirkiyê berdewam dike. 
 
Di vê projeyê de riyên ku welatên Asyayê bi hev ve girê didin Endunezya, Hindîstan û Singapur in. Bi giştî sê riyên deryayê hene. Riya yekem; bi navê ‘’Riya Bakur ya Berfê’’ tê pênase kirin, ev rê di bakurê Çinê re bi riya behrê derbasî Rusya dibe. Riya duwem; bi navê ‘’Rêya Asya Başur’’ tê pênase kirin. Ev rê bi derya Japonya, Kore û welatên Asya bi hev ve girê dide. Riya siyêm jî; li erdê ber bi welatên Ewrûpa Holanda û Almanya ve diçe. Tê plankirin ku li ser vê riyê ji Holanda bi riya behrê, rêyek ber bi Îtalya û ji wir jî li ser behra Sipî di Yunanistan, Misir, Qenala Siweyş ber bi Afrîkaya Bakur û heya vegere Hindîstanê riyek were vekirin e.
 
ROLA TIRKIYEYÊ YA DI PROJEYÊ DE   
 
Di projeya Çînê de Tirkiye dixwaze rolek girîng bilîze. Tê zanîn ku ev demek dirêje Dewleta Tirk di qrîzekî aborî de ye. Ji bo xwe ji vê krîzê xelas bike li rêyên alternatîf digere. Demeke dirêje bi Rusya re di nava têkilîyan de ye lê heya niha jî ji bo wan têkilîyan vegerîne têkilîyên demdirêj astengiyan dikşîne. Li aliyekî jî bi Amerîka re di nava nakokiyan de ye. Amerîka weke her demê dizayîna statuya Rojhilata Navîn armanc digire. Ji hilweşandina vê statuyê ku herî zêde zirar dibîne dewleta Tirk e. Ji ber ku ev statuya Rojhilata Navîn li ser bingeha nijatperestî û netewdewlet hatiye avakirin. Dewleta Tirk ku bingeha wê li ser înkar û tune kirina Kurdan hatiye avakirin, dema ku ev statu tê armanc kirin zerer dibîne, ji ber ku wê demê rola Kurdan zêdetir dibe. Dewleta Tirk ji bo vê statuya xwe biparêze projeya Çinê weke alternatifek dibîne. Ji ber ku Îran jî bi riya vê projeyê xurt dibe. Her çiqas Îran û Tirkiye raqîbê hev bin û di gelek mijaran de bi nakok bin jî lê di parastina vê statuyê de xwedî heman fikir û helwestîne. Dixwazin xwe ji hegemoya Ewrupa û Amerîka dûr bixin. Piraniya aboriya Tirkiyê niha girêdayî Amerîka û Ewrupaye. Bi riya vê projê dixwaze deriyê aboriya xwe jibo Çîn û Rusya veke. Dewleta Tirk û Çin li ser esasê ku Tirkiye bibe yek ji welatên bingehîn yên vê projê civiyan. Tirkiye naxwaze di vê projeyê de weke welatekî transît cih bigire, ji vê zêdetir dixwaze bibe deriyekî esasî. Ji bo vê yekê jî weke dewleteke di navbera Ewropa û Asya de jeostratejiya xwe bi kar tîne. 
 
ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA TIRKIYEYÊ 
 
Tevlêbuna Tirkiyê ya projeya Çinê nakkokiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de zêdetir kirin. Amerîka projeya Çînêji bo hegemonya xweweke tehdîtekê dibîne. Ji ber wê ji dixwaze ev proje di bin serweriya wî de pêş bikeve û sinordar bike. Her çiqas ku nikare bi temamî pêşî lê bigire lê hewil dide ku biçûk bike. Ambargoyên ku Amerîka vê dawiyê li ser Tirkiyê da meşandin divê mirov di aliyekî de girêdayî vê projeyê binirxîne. Di heman demê de nakokiyên di navbera Almanya û Amerîka de jî ne tesadufe. Wisa xuya dike ku Almanya û Tirkiye dixwazin bi hevre tevlî vê projeyê bibin. Lê Erdogan ji bo parastina statu û desthilatdariya xwe dixwaze Tirkiyê bi tevahî tevlî vê projê bike. Ji bo vê jî bi her awayî jeostratejiya Tirkiyê difiroşe Rusya û Çinê. 
 
DERIYÊ ROJHILATA NAVÎN Ê TIRKIYEYÊ DI KURDISTANÊ RE DERBAS DIBE
 
Weke tê zanîn beriya çend hefteyan dema ku Amerîka embargoyên aborî li ser Tirkiyê ragihand, Çîn mudaxele kir û 35 mîlyar dolar kredî da Dewleta Tirk. Ji ber ku deriyê Rojhilata Navîn yê Tirkiyê di Kurdistanê de derbas dibe, jeostratejiya Dewleta Tirk yekser girêdaye Kurdistanê ye. Astengiya herî mezin di vir de ye. Di sedsala 20’emîn de ji bo Tirkiyêderiyê Ewrûpa girîngtir bû. Lê nihaderiyê Rojhîlata Navîn girîngtir e. Ji bo projeya Çinê rêya herî giring sînorê di navbera Îran û Tirkiyê deye. Bi taybet sêgoşeya Îran, Tirkiyê û Iraq ji bo Tirkiyê cihê herî bingehîne. Di vê girêdanê de rola Kurdan zêdetir dibe. Erdogan ji bo Çinê razî bike divê herêma Kurdan di bin aramiyê debe û mecbur dibe ku Kurdan bixe bin serweriya xwe. Jibo vê jî hewil dide destlatdariya xwe bi temamî li ser heremê bide avakirin. Ji bo vê yekê divê ‘’Pirsgirêka Kurd bi tevahî ji hole rabe’’. Ji ber ku Kurd ji bo deriyê berbi Rojhilata Navîn ve ji bo Erdogan astengiya herî mezin e. Erdogan ji bo rakirina vê astengiyê serî li riyên qirkirina Kurdan û dagirkeriya Kurdistanê dide. Bi vî şêwazî dixwaze hem statuya tunekirina Kurdan ya sedsala 20’emînbiparêze û hem jî aboriya Tirkiyexûrt bike.
 
30'EMÎN OPERASYONA DEWLETA TIRK Û ÊRÎŞÊN LI SER XAKURKÊ
 
Li gorî ragihandina Tirkiyê di 10’ê Adara 2018’an de operasyona dagirkirina Xakurkê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve hatibu destpê kirin. Operasyona dagirkirina Xakurkê bu 30’yemîn Operasyona Tirkiyê ya ji derveyî sînorê. Lê qarekterê vê operasyonê jioperasyonên din cudatir e. Dewleta Tirk beriya ku êrîşên sînorên derdorê xwe bike  despêkê xalek ji xwe re diyar dikir û piştre êriş dikir. Lê niha di operasyona dagirkirina Efrîn û Xakurkê de hewilda tevahiya herêmê dagir bike. Mijara Xakurkê di mayîna projeya aborî ya Çin’ê de xalek bingehîne. Ji ber ku Xakurk dikeve sînorê sêgoşeya Iraq, Îran û Tirkiyê. Hebûna gerilla di heremê de ji bo dewleta Tirkiyê astengiya herî mezine. Ji ber ku gerîlla li Xakurkê te wateya ku ev sêgoşe di bin ewlehiya Tevgera Azadî deye. Rêya ku Çîn di fikire ji Tehranê ber bi Tebrîz, ji wir jî ber bi Bakurê Kurdistan Geverê ve diçe. Ev herêm ji yek ji herêmên ku herî zêde gerîllayên Tevgera Azadiyê lê xebat didin meşandin e. Xakurk cepheya paş bû, dewleta Tirk neçar ma ku li vir hewil bide gerîlla ji herêmê dûr bixe û paşê jî tevahiya herêmên Parastina Medya bixe bin kontrola xwe. 
 
GER TIRKIYE BI SER NEKVE...
 
Eger ku dewleta Tirk di vê operasyonê de bi ser nekeve wê razîkirina Çînê zehmet be. Ji ber ku tû rêyên din ên Tirkiyê nînin, lê yên Çinê hene. Eger Dewleta Tirk nikarî encam bigire îhtîmal heye ku Çîn alternatîfên cuda pêş bixe. Di vî mijarê de Çîn ji niha ve dû alternatîfên esasî pêşxistiye. Ya yekem; wê di Iraqê de ber bi Suriye veji behra Sipî heta digihije Ewrupa rêyekê nûveke. Rêya duyem; ji Îranê ber bi Azarbeycan, Gurcîstan û Başurê Rusya ber bi Ewropa ve rê veke. Di her du alternatîfan de jî dewleta Tirk bê bandor dimîne. Heya di alternatîfa yekem de riya ku tê pêş dîtin rêya Tehran, Musil û Heleb e. Tê zanîn ku di wan herêman de bandoriya Kurdan jî heye. Ev yek ji bo Tirkiyêdibe xeteriyeke mezin. Di rastiyê de Çin dixwaze bi riya Tirkiyê xetekî erdê veke. Lê eger guncav nebîne jî dikare alternatîfên cuda pêş bixe. Weke tê zanîn Çinê di 24’ê Tirmeha 2018’an de ragihandibu ku ewê projeya ‘’Yek Kember Yek Rê’’ ji ber hinek pirsgirêkan taloq bike. Wisa xuya dike ku Çîn wê li gorî pêşketinên siyasî yên Rojhilata Navîn di vê projeya xwe de guhertinan çêke.
 
ENCAM 
 
Di encamê de armanca dewleta Tirk ji Xakûrkê mirov nikare yek alî binirxîne. Divê bê zanîn ku êrişa Dewleta Tirk li Xakûrkê tenê ne ji ber berjewendiyên aborî pêşket.Ji bo tunekirina Kurdan ji xwe re li rêyekê digere ku hem bikare Kurdan qir bike, hem jî statuya berê mayînde bike û di heman demê de jî aboriya xwe pêş bixe û pirsgirêka xwe ya qrîza aborî çareser bike. Di vê projeyê de her hêz hewil dide bi alternatîfan siyaset bike û biguhere, lê dewleta Tirk di siyaseta xwe ya kevinde israr dike. Li ser rêyekê dimeşe û bê alternatife e, şaşiya herî mezin ya Tirkiyê jî eve. Li aliyekî ji bo tevlî vê projeyê bibe di nava lêgerînan deye, li aliyê din jî ji bo Kurdan tune bike hin zêdetir şansê xwe diceribîne. Bi vê yekê re nakokiyên wan bi Amerîka re jî kurtir dibe. Çîn heya niha jî dawiya projeya xwe eşkere nekiriye û dibe ku di demên pêş de alternatîfên cuda pêşbixe.
 
MA / Erdogan Altan