Li pişt perdeya Zîrveya Tahranê operasyona Koye, Qendîl û Qamişlo derket

img
HEWLÊR – Serokomarên Tirkiye, Rûsya û Îran diyar kirin ku ji bo pirsgirêka Idlibê çareser bikin li Tahranê kom bûne, lê hat diyar kirin ku di hevdîtinan de ji Idlibê wêdetir kurdên li Îran, Tirkiye û Iraqê avivîne. Balkêş e piştî civîna 3 aliyan Îranê li Koyê, Tirkiye li Qandîlê û Sûriye jî li Qamîşlo xist. 
 
Tirkiye, Îran û Rûsya li Tahranê ji bo Idlibê zîrve pêk anîn. Piştî zîrveya  Tahranê, Serokê Îranê Ruhanî, Serokê Rûsya Putin û Serokomar Erdogan bi hevre daxuyanî dan. Putîn, got: "Komên dawî yên terorîstan niha li Idlibê ne." Ruhanî jî got: "Em dê piştgiriyê bidin vîna mîlîtanên li Sûriyeyê." Serokomarê Tirkiye Erdogan jî got: "Ger ku agirbest bê îlankirin dê ji bo zîrveyê serkeftinek mezin be." Balkêş e piştî civîna 3 aliyan Îranê li Koyê, Tirkiye li Qandîlê û Sûriye jî li Qamîşlo xist. 
 
Piştî zîrveyê Rejîma Îranê li Gundê koyê yê Hewlerê xist. Dema endamên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya ÎRanê (KDP-İ) kom bûbûn Îran bu fuzeyê êrîş kirin. Rêjima Sûriye li bi fuzeyan êrîşî Kantona Şahba ya herêma Efrînê kir. Dîsa Rejîma Esad êrîşî hêzên aşayişê yên Qamişlo kir.  Hat destnişan kir ku ev encama niqaşên civîna Tahranê ye. Hat destnîşan kir ku her çend civin li ser navê Idlibê pêk hatibe jî di esasê xwe de li dijî nirxên hêzên kurdan pêk hatiye. 
 
DIXWAZIN KDP-î TASFIYE, BIKIN Û QENDÎLÊ TUNE BIKIN
 
Piştî civînê Rejîma Îranê li dijî endamên KDP-Î ya Koyê ya Hewlerê êrîş pêk anî. Dîsa di heman rojê de Tirkiye li dijî Qendîlê êrîşa hewayî pêk anî. Rejîma Sûriye jî li dijî hezên asayişê ya Qamişlo êrîş pêk anî. Di şer de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku KDP dixwaze KDP-Î û komên kurdan ên muxalif tasfiye bikin. Çavkaniyan da zanîn ku Îran destûr daye ku Tirkiye li dijî  Qendîlê operasonê pêk bîne. 
 
DAXWAZÊN ÎRANÊ
 
Çavkaniyan, da zanîn ku Îran YNK û Hikûmeta Iraqê îkna kiriye û wiha got: "Li hemberî erêkirina operasyona li dijî Qendîlê, Tirkiye li dijî Efrîn, Şehba û Til Rifatê ji aliyê koma TSK û OSO ku di bin venêrtiya îranê êrîşî qesaba Nubul û Zehra kirin. 
 
Îran, Rusya û Tirkiye di civînê de xwestiye ku malbatên Fuha û Kifriye yên gundên elewî û şîîyan ên Idlibê vegerin malên xwe. Hat zanîn ku di civînê de Tirkiye jî fikara xwe ya li hemberî kurdan anîye ziman. Çavkaniyê da zanîn ku Tirkiye diyaloga navbera Bakurê Sûriye û Şamê de ji bo xwe talûke dîtiye. Ji rûsya xwestiye ku têkiliyên di navbera Şam û Bakurê sûriye de asteng bike. Disa di hevdîtinên navbera Pûtîn u Erdogan de, Erdogan xwestiye ku li dijî kurdan hêzen Fuce-4 li herêma Şahbayê bi cih bikin. 
 
Erdoğan Altan