Li Îrlandaya Bakur modela 'rêveberiya hevpar'

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Pêvajoya şer û pevçûnan a li Îrlandaya Bakur, piştî muzakereyan bi sepana “modela hevpar” bi dawî bû.

 
Dîroka pirsgirêka Îrlandaya Bakur digihîje serê sedsala 16’an. Îngilîzan piştî ku li giravê bi cih bûn, Katolîk xistin bin rêveberiya xwe. Vê rewşê bertekên mezin bi xwe re anîn. Artêşa Komarê ya Îrlandayê (IRA) ku di sala 1916’an de hat damezirandin, têkoşîna serxwebûnê da destpêkirin. Di sala 1922’yan de li başûrê giravê Komara Îrlandayê hat avakirin. Bakurê giravê jî di bin rêveberiya Îngilistanê de ma. Di salên 1960’î de Îrlandiyên Katolîk ên li Bakur dijiyan, bi armanca veqetandina ji Îngilistanê avakirina dewletekî Îrlandayê ya yekbûyî, ji nû ve IRA damezirandin.
 
Di 5’ê Cotmeha 1968’an de midaxileya polîsan a li dijî meşa mafên sivîl a li bajarê Derry/Londonderry bû sedema bertekan. Tepisandina tund a protestoyan parçebûna li herêmê kûrtir kir. Di sala 1972’yan de li bajarê Londonderry di encama gulebarana li ser xwepêşanderan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer di dîrokê de wekî “Yekşema Bi Xwîn” binavkirin. Piştre pêvajoya şer hîn dijwartir bû. Hêrsa di nava Katolîkan de mezin bû û piştgiriya ji bo IRA’yê zêde bû. Di heman salê de hikumeta Îngilîz parlamantoya Îrlandaya Bakur fesix kir û sepana “direct rule (rêveberiya rasterast)” da destpêkirin. Parlamantoya Stormontê piştî 50 salan cara yekem rawestiya.
 
Di sala 1981’ê de parlamenterê Îrlandaya Bakur Bobby Sands di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da û bi deh hezaran kes beşdarî merasîma wî bûn. Rêberê Sinn Féinê Gerry Adams di sala 1983’yan de wekî parlamenter hat hilbijartin. Li ser banga Serokwezîrê wê demê John Major a ji bo hevdîtina bi aliyên şer re, IRA’yê di sala 1994’an de agirbest ragihand. Vê geşedanê ji bo destpêkirina pêvajoya muzakereyê zemînek guncav ava kir. Hikumeta Îngilîz li ser çekberdanê israr dikir, lê IRA’yê ev yek wekî mijara piştî muzakereyê didît. Ev nakokî bû sedem ku IRA di 9’ê Sibata 1996’an de agirbestê bi awayekî yekalî bi dawî bike.
 
PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ  
 
Bi serokwezîrtiya Tony Blair a di Gulana 1997’an de ji nû ve pêvajo hat destpêkirin. Nêzîkatiya Blair a nerm û di 20’ê Tîrmeha 1997’an de ragihandina agirbestê ya IRA’yê, lez da pêvajoya muzakereyê. Di sala 1997’an de Blair û Adams li avahiya serokwezîrtiyê civiyan. Piştî 2 salan muzakereyên dijwar, di 10’ê Nîsana 1998’an de (Good Friday/ Îniya Pîroz) Peymana Belfastê hat îmzekirin.
 
Hêmanên bingehîn ên peymanê ev bûn:
 
* Ji nû ve avakirina Meclisa Îrlandaya Bakur.
 
* Di Meclisê de dayîna biryaran bi piştgiriya piranî û kêmneteweyan.
 
* Avakirina hikumeta koalîsyonê ji aliyê partiyên ku civakên Katolîk û Protestan temsîl dikin.
 
* Îrlandayê dev ji îdiaya axa Îrlanda Bakur a di destûra bingehîn de berda.
 
* Divê hikumeta Îngilîznî qebûl bike ku statuya Îrlandaya Bakur bi riza gelê wê ve girêdayî ye.
 
* Avakirina Komîsyona Mafên Mirovan.
 
* Avakirina Komîsyona Wekheviyê.
 
* Di nav du salan de temamkirina çekdanînê.
 
* Peyman di 22’yê Gulana 1998’an de hem li Îrlandaya Bakur hem jî li Komara Îrlandayê bi awayekî hemwext ji bo referandûmê hat pêşkêşkirin. Peyman li Îrlandaya Bakur bi rêjeya ji sedî 71,1 (beşdarî ji sedî 81), li Komara Îrlandayê jî bi rêjeya ji sedî 94,4 (beşdarî ji sedî 56) bi dengên gel hat qebûlkirin.
 
Piştî Peymana Înîya Pîroz, Sinn Féinê ragihand ku IRA dê di Gulana 2000’î de çekên xwe berde. Di Cotmeha 2001’ê de IRA’yê ragihand ku wan dest bi bêçekkirinê kiriye. Di 20’ê Tîrmeha 2005’an de IRA’yê ragihand ku wan çek bi temamî berdaye. IRA’yê çekên xwe teslîm nekir, çek di bin çavdêriya komîsyonekî serbixwe de hatin îmhakirin. Bi vî rengî pêvajoya şer a ku tê de nêzî 3 hezar û 600 kesî jiyana xwe ji dest dabû, bi awayekî fermî bi dawî bû.
 
Di sala 2007’an de li Îrlandaya Bakur di navbera Katolîk û Protestanan de hikumetekî hevpar hat avakirin. Îrlandaya Bakur di çareseriya pevçûnan de wekî modelekî hevpar derket pêş; ku ev model nîşan dide ku bi qebûlkirina mafên kêmneteweyan di nava dewletê de, dê lihevkirinekî mayînde pêkan be.
 
Sibê: Têkoşîna Zapatîstan
 
MA / Bêrîvan Altan