NAVENDA NÛÇEYAN - Bandora DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê her ku diçe zêdetir dibe û xwe dibin pêşengtiya Muhammed Saîd Silebî de jinûve birêxistin dike. Tê gotin ku 4 hezar hucreyên rêxistinê niha ji bo bikevin nava tevgerê li benda firsendê ne.
DAIŞ ku ji El Qaîdeyê veqetiyabû, di sala 2013’an de li Iraq û Sûriyeyê weke hêzeke çekdar a tundrew derket holê. Di sala 2014’an de xakeke berfireh xist bin kontrola xwe û “xîlafet” ragihand. Li seranserî herêmê tundiyeke giran û bi çalakiyên xwe yên terorê derket pêş. DAIŞ a ku li Iraqê bajarê Mûsilê xist bin kontrola xwe, li Şengalê qirkirin kir. Li Sûriyeyê jî Reqa dagir kir û weke paytexta xwe ragihand. DAIŞ a ku li şûna Şamê berê xwe da Kobanê, destpêka dawiya xwe jî da destpêkirin. Di encama operasyonên Kurdan û koalîsyona navneteweyî de derbekî mirinê xwar û bandora wê gelek hate kêmkirin. Piştî ku HTŞ’ê bi alîkariya hêzên navneteweyî rêveberiya Şamê hilweşandî, DAIŞ dîsa li Sûriyeyê kete nava liv û tevgerê.
Di rojên dawî de DAIŞ dîsa li Sûriyeyê bi êrişên xwe di rojevê de ye. Li Palmîrayê di encama êrişa wan de 2 leşkerên DYA’yî û sivîleke wergêr hatin kuştin. Li gorî agahiyan, kesê êriş pêk anî kesekî girêdayî rêveberiya Şamê bû û beriya êrişê bi DAIŞ’ê re têkiliyên wî hebûn.
HEBÛNA HTŞ’Ê DAIŞ ZINDÎ KIR
Di 29’ê Kanûnê de jî li Yalovayê di dema operasyonê de pevçûn derket. Di pevçûnê de 3 polîs û 6 DAIŞ’î hatin kuştin. Her wiha 8 polîs û notirvanek jî birîndar bûn. Tiştên hatin jiyîn, nîşan didin ku DAIŞ dixwaze li Rojhilata Navîn dîsa bibe hêzek. Piştî HTŞ a bi serokatiya Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmet El Şara rêveberiya welat bidestxistî, DAIŞ dîsa li Sûriyeyê zindî dibe û xwe bêhtir birêxistin dike.
Agahiyê têkildarî fermandariya nû ya DAIŞ’ê ku xwe li Sûriyeyê jinûve birêxistin dike, îşaret bi mezinahiya xetereyê dike.
EMÎRÊ NÛ
Di avadaniya nû ya DAIŞ’ê û kadroya wê ya emîran de hat diyarkirin ku serokê rêxistinê yê nû Emîr Mihemed Seyîd Silêb (Emîr Muhammed Saîd Silebî) ye. Di nava rêxistinê de bi navê “Ebu Îbrahîm el-Qureyşî (Ebû Îbrahîm El Qureyşî) tê zanîn. Bi eslê xwe ji Til Efer a Iraqê ye. Hat zanîn ku li şûna Ebu Hafs el-Haşîmî el-Qureyşî ku piştî El Bexdadî bûbû xelîfeyê rêxistinê, weke serokê nû hatiye hilbijrtin. Ebu Hafs el-Haşimî el-Qureyşî, di 20’ê Tebaxa 2025’an de ji hêla hêzên koalîsyona navneteweyî ve li bajaroka Atmeyê ya li ser sînorê Tirkiyeyê bi operasyonekê hatibû girtin.
Hemû lîderên DAIŞ’ê, ji bo xwe weke ji qebîleya Qureyşê re ku qebîleya pêxemberê dawî Hz. Mihemed bû nîşan bidin, nasnavê “el-Qureyşî” bi kar tînin. Lêbelê di navbera van kesan tu xizmaniyek nîne. Xelîfeyê ewil ê rêxistinê Ebu Bekir el-Bexdadî jî îdia kiribû ku ji qebîleya Qureyşê ye lêbelê nasnavê “el-Qureyşî” bi kar ne anîbû.
QEDEMEYA FERMANDARAN
Li gorî agahiyên têkildarî avadaniya nû ya DAIŞ’ê, 14 bajar û 5 dîwan hene. Serokê Meclisa Şûrayê jî Şêx Cuma Îvad el-Bekrî (Şêx Cûma Ewad Elbekrî) cih digire. Di meclisê de li gel wî 4 kesên din dixebitin.
Navên van kesan ev in:
“*Samî Cabêr El - Cibûrî - Emîrê karên olê
* Ebû Harês el-Iraqî - Rêveberê giştî yê qedemeyên fermandariyê
* Ebû Hemze el-Mihacir
* Hesen Cûma Ebû Welîd.”
LI BENDA FIRSENDÊ NE
Li gel vê, tê gotin ku hucreyên DAIŞ’ê yên Iraqê jî li sêgoşeya Selahaddîn-Kerkûk-Diyalayê ku weke sêgoşeya mirinê binav dikin xwe birêxistin dike û li vir belav dibe. Tê gotin ku rêxistin li bendê ye ku hêzên koalîsyonê xwe vekişînin û piştre dest bi operasyonên xwe bikin. Tê gotin ku kesên di qedemeya fermandariya DAIŞ’ê de cih digirin di demên berê de li Girtîgeha Bokayê ya Iraqê hatine ragirtin û bi Şara re di heman girtîgehê de mane. Li hêla din, tê gotin ku nêzî 4 hezar hucreyên girêdayî rêxistinê hene û ji bo bikevin nava liv û tevgerê li benda firsendê ne.
MA / Erdogan Altan