Li Kolombiyayê 'edaleta dema veguhêz' aştî mayînde kir

Parve bike:
NAVÊNDA NÛÇEYAN - Li Kolombiyayê veguherîna pêvajoya şer a nêzî 60 salî ber bi aştiyê ve, bi gavên di çarçoveya edaleta dema veguhêz de pêkan bû.
 
Pêvajoya di navbera Komara Kolombiyayê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (Fuerzas Armadas Revolucionarias de Colombia-FARC) de, mînakekê girîng a çareseriya aloziyan e ku yek ji şerên herî dirêj ên cîhanê bi rêya muzakereyan bi dawî kiriye.
 
Kolombiya heta sala 1808’an wekî mêtingeha Îspanyayê bû û di sala 1826’an de serxwebûna xwe bi dest xist. Ji ber cudahiyên îdeolojîk ên di navbera Partiya Lîberal û Partiya Muhafazakar de, di dawiya salên 1940’î de pevçûnên dijwar qewimîn. Di şerê ku di navbera salên 1946-1958’an de qewimî û di dîrokê de wekî "La Violencia (Tundî)" cih girt de, herî kêm 200 hezar kesan jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî 2 milyon mirov jî neçar man ku koç bikin.
 
Pevçûn bi lihevkirina baskên lîberal û muhafazakar bi dawî bûn. Rêveberiya wê demê di çarçoveya bernameya Geşepêdana Aborî ya Demildest (HEK) de ku armanca wê zêdekirina hilberîna çandiniyê bû, teşvîqên berfireh dan cotkariyên mezin. Bi hinceta "nirxandina berhemdariya axê", bi hezaran gundî bi zorê ji axên wan hatin derxistin û ber bi bajaran ve hatin koçberkirin. Partiya Komûnîst a Kolombiyayê (PCC) ku ji salên 1930’î û vir ve çalak bû, piştgirî da gundiyên ku axa wan hatibû dagikirin "yekitiyên gundiyan" ava kirin, li bajaran jî rêxistinên bi navê "eniyên gel" ava kirin. Li gundewaran "herêmên rizgarkirî" hatin ragihandin.
 
DAMEZIRANDINA FARC’Ê
 
Manuel Marulanda Velez (damezirînerê FARC’ê), di sala 1961’an de li navenda welat "Komara Marquetalia" ragihandina ku herêmên rizgarkirî di bin banekî siyasî de dikir yek. Hikumeta bi serokatiya German Vargas Lleras de di êrişên xwe yên li dijî gundiyan de bi ser neket. Piştî ku alîkarî ji DYA'yê hat xwestin, hêzên ku hatin herêmê di sibata 1962’an de belgeya stratejiya kontragerilla ya bi navê "Plana Lazo" pêşkêşî hikumetê kirin.
 
Artêşa Kolombiyayê di sala 1964’an de bi 16 hezar eskeran êrişî civakekî ku ji aliyê 48 mîlîsan ve dihat parastin kir. Milîtanên ku xwe sipartin Çiyayên Andê, di sala 1964’an de FARC ava kirin. Di vê pêvajoyê de bi bandora Şoreşa Kubayê ELN (1964) û M-19 (1970) hatin avakirin. ELN bêtir wekî rêxistinekî xwendekaran bû û li gorî FARC’ê bingeheke wê ya girseyî kêm bû. M-19 jî ew eleqeya ku di nav civakê de dikir armanc dikir, nedît.
 
PÊVAJOYA BER BI HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ VE
 
FARC a ku wekî tevgerekî parastina mafên gundiyan derket holê, di salên 1980’î de xurt bû. Hevdîtinên yekem ên aştiyê yên bi FARC’ê re di dema hikumeta Belisario Betancur (1982-1986) de pêk hatin. Bi FARC’ê re agirbest pêk hat, lê tundiya paramîlîter û cînayetên siyasî pêvajo têk birin. Bi sedan endamên Unión Patriótica ya ku baskê siyasî ya FARC’ê bû, hatin kuştin.
 
Andrés Pastrana, bi soza ku dê serdema şer bi polîtîkayên aştiyane çareser bike, hilbijartinên 1998’an qezenc kir. Pêvajoya ku wekî "El Caguán" tê naskirin, di 7’ê çileya 1999’an de dema Pastrana wekî serokkomar dest bi wezîfeyê kir dest pê kir û hezar û 139 rojan domand. Bi revandina Senator Gechem Turbay di 20’ê sibata 2002’yan de pêvajo bi dawî bû.
 
Operasyonên leşkerî yên ku di çarçoveya polîtîkaya “ewlehiya demokratîk” a Álvaro Uribe de ku di sala 2002’yan de li Kolombiyayê hat ser desthilatê, FARC pir lawaz kir. FARC a ku di sala 2002’yan de 20 hezar endamên wê hebûn, di sala 2010’an de daket 8 hezarî. Di vê pêvajoyê de binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk hatin.
 
HEVDÎTINÊN OSLOYÊ
 
Hilbijartina Juan Manuel Santos wekî serokkomar di sala 2010’an de, bû gavekî girîng di pêvajoya aştiyê de. Di encama hevdîtinên veşartî yên di navbera salên 2010-2012’yan de ku bi navbeynkariya Kuba û Norwêcê hatin kirin, di tebaxa 2012’yan de biryara destpêkirina fermî ya muzakereyên aştiyê hat dayîn. Muzakereyên ku li Havanayê hatin kirin, berevajî hewildanên berê, li ser rojevekê sînorkirî û diyarkirî hatin birêvebiirn:
 
* Reforma gundewar û ya axê
 
* Beşdariya siyasî û çareseriya demokratîk
 
* Mafên mexdûran
 
* Agirbest û bêçekkirin
 
* Sepandin, piştrastkirin û erêkirin
 
Beşa yekem a peymanê têkildarî çareseriya pirsgirêka axê bû ku yek ji sedemên sereke yên şer bû. Di vê çarçoveyê de hat plankirin ku 3 milyon hektar erd li hilberîneran bê belavkirin, binesaziya gundewarî bê pêşxistin û piştgirî bide hilberîna çandiniyê.
 
EDALETA DEMA VEGUHÊZ
 
Di pêvajoya veguherîna FARC’ê ya ber bi partiyeke siyasî de, di hilbijartinên 2018 û 2022’yan de ji bo rêxistinê di Meclisa Nûneran de 5 kursî û di Senatoyê de 5 kursî hatin misogerkirin. Yek ji aliyên herî nûjen ên peymanê, avakirina Pergala Edaleta Dema Veguhêz a Berfireh (SIVJRNR) bû. Ev pergal ji sê beşên bingehîn pêk hat:
 
* Komîsyona Lêkolîna Rastiyê (CEV): Lêkolînkirina sedem û encamên şer.
 
* Yekîneya Lêgerîna Kesên Winda (UBPD): Lêkolînkirina çarenûsa kesên winda.
 
* Daraza Dadgeha Aştiyê (JEP): Rêvebirina pêvajoyên darazê yên têkildarî sûcên şer.
 
Vê pergalê bi nêzîkatiyekî hîbrît a ku hewl dide di navbera edaleta cezakirinê û edaleta avaker de hevsengiyekê ava bike. Ji bo kesên ku rastiyan "îtiraf" dikin cezayên alternatîf hatin diyarkirin, lê kesên ku "îtiraf" nakin bi pergala daraza asayî re rû bi rû man. Di referandûma ku di 2’yê Cotmeha 2016’an de hat kirin de, peymana aştiyê bi rêjeya ji sedî 50.2 li hember ji sedî 49.8 dengan hate redkirin. Piştî referandûmê pêvajoyekî nû ya muzakereyan a nêzî 2 mehî hat destpêkirin. Peymana revîzekirî ji aliyê kongreyê ve hat qebûlkirin û di 30’ê Mijdara 2016’an de hat îmzekirin.
 
PÊVAJOYA BÊÇEKKIRINÊ
 
Pêvajoya bêçekkirina FARC’ê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de temam bû. Di pêvajoya ku li 26 Herêmên Demkî yên Normalîzekirinê û Ji Nû Ve Entegrasyona Herêmî (ZVTN) pêk hat de, 13 hezar û 202 endamên FARC’ê beşdarî jiyana sivîl bûn û 8 hezar û 994 çek radestî NY’yê hatin kirin.
 
Piştî îmzekirina peymana aştiyê, li dijî hinek serkirde û endamên berê yên FARC’ê êrişên sîstematîk dest pê kirin. Li gorî daneyên Saziya Parastina Mafên Mirovan a Kolombiyayê (Defensoría del Pueblo), di navbera salên 2016-2023’yan de 395 endamên berê yên FARC’ê hatin kuştin.
 
Heta sala 2023’an, tenê ji sedî 15’ê 3 milyon hektar erda ku hatibû hedefkirin, hatiye belavkirin.
 
JEP’ê mafên mexdûran derxist pêş. Piştgirî da entegrasyona siyasî û civakî. Ev mekanîzma, ji bo modelên edaleta dema veguhêz a navneteweyî bû mînak.
 
Mekanîzmayên ku hatin xebitandin nîşan dan ku cezakirin şer çareser nake, lê mekanîzmayên ku mexdûran esas digirin aştiyê mayînde dikin û entegrasyona şervanan pêk tînin.
 
Sibe: Pêvajoya ku Baskê ber bi aştî û çareseriyê ve bir
 
MA / Bêrîvan Altan