NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma apartheid a nijadperest a li Afrîkaya Başûr, bi misogerkirina mafên rengên çerman û qebûlkirina hevdu hat têkbirin. Siyasetmedar û hiqûqnasê Afrîkaya Başûr Mohammed Bhabha got: "Sedema serkeftina me ev bû ku me pêvajo ji jêr ber bi jor ve ava kir."
Pêvajoya ku li Afrîkaya Başûr dawî li nijadperestiya li dijî reşikan anî, ji bo çareseriya şerên demdirêj bi rêyên aştiyane mînakek girîng e. Bi gavên wêrek ên hatin avêtin re, dawî li nijadperestiya nîv sedsalê hat û çareseriyek mayînde hat avakirin.
Afrîkaya Başûr salên dirêj di bin mêsîngehiya Îngilistanê de ma û di sala 1931'an de bû welatekî serbixwe. Lê nijadperestiya li welat bi dawî nebû. Partiya Neteweyî ku di sala 1948'an de bû desthilat, rejîma apartheid a ku wekî yek ji rejîmên herî sîstematîk ên nijadperest ên dîrokê tê qebûlkirin, xist meriyetê. Di sala 1867'an de bi dîtina elmasan û di sala 1886'an de dîtina zêr, newekheviya nijadî hîn kûrtir bû.
Mafên siyasî yên Afrîkayiyan hatin sînordarkirin û mafê wan ê hilbijartinê ji destê wan hat girtin. Rê li ber wan hat girtin ku bi spiyan re li heman taxan bijîn û perwerdehiyê bibînin. Di vê demê de mirov di qanûnan de wekî "spî", "reş", "rengîn" û "Asyayî" hatin dabeşkirin. Di her qadê de serdestiya mutleq dan "çermspiyan".
Nijadperestî tenê bi van sînordar nema:
* Bi Qanûna Zewacên Tevlihev a sala 1949'an re, zewaca spî û yên ne spî hat qedexekirin.
* Bi Qanûna Veguhêz a sala 1952'yan re, dema mayîna reşikan a li navenda bajaran bi 72 saetan hat sînordarkirin.
* Bi Qanûna Bêexlaqiyê ya sala 1950'an re, her cure têkiliyên hestiyar û zayendî yên di navbera spî û ne spî de hat qedexekirin.
* Meclisa Nûnertiya Xwecihî ya ku Afrîkayî lê dihatin temsîlkirin hat qedexekirin.
* Bi Qanûna Rezervasyona Qadên Cuda ya sala 1953'yan re, qadên cemaweriyê li gorî nijadan hatin sêwirandin.
* Di sala 1956'an de bêyî çermspiyan mafê dengdanê yê mirovên bi temamî hat rakirin.
* Di navbera salên 1960-1983'an de 3,5 mîlyon mirov bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin.
BERXWEDANA ANC'Ê
Li dijî vê rewşê nerazîbûna herî xurt bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) pêş ket ku di 12'yê Çileya 1912'yan de bi navê Kongreya Neteweyî ya Xwecihî ya Afrîkaya Başûr hatibû avakirin. Kampanyayên bêîtaeta sivîl û grevên ku di sala 1952'yan de hatin destpêkirin, bi destwerdanên tund ên dewletê re rû bi rû man.
Di 16'ê Hezîrana 1955'an de bi beşdariya rêxistinên din "Kongreya Yekitiyê" hat lidarxistin û "Danezana Azadiyê" (Freedom Charter) hat ragihandin. Kongreya ku ji sê hezar kesan pêk dihat, parast ku Afrîkaya Başûr a her kesê lê dijî ye. Apartheidê ev daxuyani wekî sûc nîşan da û 156 aktîvîstên kongreyê hatin girtin.
KOMKUJIYA SHARPEVILLE
Li dijî Komkujiya Sharpeville di 21'ê Gulana 1960'an de li dijî kartên nasnameyê yên bi zorê meşek hat lidarxistin. Di encama gulebarana polîsan de 69 kesan jiyana xwe ji dest da. Neteweyên Yekbûyî (NY) ev bûyer wekî "sûcekî li dijî mirovahiyê" qebûl kir.
Piştî komkujiyê berxwedana çekdarî dest pê kir. Di heman salê de "Rimê Neteweyî" (uMkhonto we Sizwe) hat avakirin. Nelson Mandela û hevalên wî di demek kurt de hatin girtin. Mandela di sala 1964'an de di Doza Rivonia de cezayê muebedê lê hat birîn.
ÇALAKIYÊN XWENDEKARAN
Tevgera Hişmendiya Reş a ku Steve Biko pêşengiya wê dikir, di salên 1975-1976'an de di nav xwendekaran de bibû xwedî bandor. Dema rejîmê ragihand ku dê bi zimanê dayikê perwerde neyê dayîn, boykotên xwendekaran dest pê kirin. Di 16'ê Hezîrana 1976'an de li Sweto ya Johannesburgê, hêzên rejîmê gule li xwendekaran barandin. Di nav salekî de 600 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan.
Serokê dewletê yê wê demê Pieter Willem Botha, piştî zextên navneteweyî û berxwedana karkeran, hinek formulên destura bingehîn pêş xist lê reik dîsa ji siyasetê dûr xistin. Di sala 1985'an de ANC biryar da ku "nehêlin welat bê birêvebirin" û çalakiyên sabotajê yên ku zirarê didin aborî û zexta psîkolojîk ava dikin, plan kirin.
MANDELA AZAD BÛ
Botha neçar ma ku îstifa bike û di sala 1989’an de F.W. de Klerk ê alîgirê reformê hat ser wezîfeya serokatiya dewletê. Gava yekem a rêveberiya Klerk ev bû ku qedexeyên li ser partî û rêxistinên ku xebata wan hatibû qedexekirin, rakir. Di encama kampanyayan de, Mandela piştî 27 salên girtîgehê, di 11’ê Sibata 1990’î de di 71 saliya xwe de hat berdan. Derketina Mandela ji girtîgehê, li tevahiya cîhanê wekî serkeftineke sembolîk a têkoşîna li dijî nijadperestiyê hat qebûlkirin.
Mandela piştî hat berdan, ragihand ku ANC dê têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Dema hevdîtinên aştiyê berdewam dikirin, Rimê Neteweyî nehat belavkirin. Baskê çekdarî, piştî serkeftina ANC’ê ya di hilbijartinên 1994’an de, tevlî Rêxistina Ewlehiya Neteweyî (Servîsa Polîsên Afrîkaya Başûr-SAPS) bû.
DI PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ DE TIŞTÊN QEWIMÎN
Partiya Neteweyî ji bo polîtîkayên serdema apartheidê di Kanûna 1991’ê de lêborîn xwest û pêşniyara ANC’ê ya avakirina hikumeteke demkî qebûl kir. Di sala 1991’ê de dema hevdîtin berdewam dikirin, pêşî "Qanûna Herêmên Komî" û "Zagona Axên Xwecihî" ku ji daxwazên bingehîn ên rêxistinên mûxalif bûn, hatin rakirin. Bi navê "Kongreya Hemû Partiyan" (All Party Congress) pêkhateyeke nû hat avakirin. Navê wê paşê wekî "Konvanyona Afrîkaya Başûr a Demokratîk" (CODESA) hat guhertin. CODESA bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên civakî, bû navnîşana muzakereyan. Di navbera salên 1991-1993’yan de hevdîtinên muzakereyê di navbera CODESA û hêzên apartheidê de hatin birêvebirin.
* Di sala 1991’ê de "Komîteyên Aştiyê yên Xwecihî" hatin avakirin. Van komîteyan li herêmên ku şer lê giran bû xebat kirin.
* Di sala 1992’yan de bi qanûna “Tevdîrên kontrolkirina çekan û qedexeyan” re, der barê hilgirtina çekan de qanûnên demkî hatin derxistin.
* Partiya Muhafezekar ku nûnertiya komên muhafezekar ên spî dikir, şerh danî ser pêvajoyên muzakereyê yên ku dest pê kiribûn.
* Rêxistinên wekî IFP û PAC muzakere boykot kirin. Di navbera IFP û ANC’ê de şerên navxweyî derketin. Li gorî daneyên Wezareta Dadê, di nav 46 mehan de 14 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û 22 hezar kes jî birîndar bûn.
* Ji bo ku piştgiriya pêvajoyê zêde bibe, di sala 1992’yan de referandûmek hat lidarxistin ku tenê spî beşdar bûn. Ji sedî 68’ê spiyan ji bo berdewamiya pêvajoyê dengê "erê" dan.
* Di sala 1993’yan de mekanîzmayên bêçekkirin û pêşîlêgirtina şer di navbera aliyan de hatin diyarkirin; rejîmê ji bo aliyan temînata ewlehiyê pêşkêş kirin.
* Bi Danezana Mafan a hat weşandin re hat gotin ku “Her kesê li Afrîkaya Başûr dijî, bêyî cudahiya nijad, reng, bawerî û zayendê wekhev e, her kes xwedî heman derfetan e û ev destûr ji bo xeyalên paşerojê wekî pireke dîrokî ye.”
* Partiyên din jî di sala 1993’yan de qebûl kirin ku tevlî pêvajoya muzakereyê bibin. Forûma Muzakereyê ya Piralî hat avakirin û ji aliyê endamên ku ne girêdayî tu baskekî siyasî bûn ve, komîte ji bo raporkirina pêvajoyê hatin damezrandin.
MANDELA WEKÎ SEROKDEWLET HAT HILBIJARTIN
Hilbijartinên di 27’ê Nîsana 1994’an, li Afrîkaya Başûr bûn yekemîn hilbijartinên demokratîk ku hemû nijad tê de beşdar bûn. ANC piranîya dengan girt û bû desthilat, Nelson Mandela jî wekî yekemîn serokdewletê reşik ê welat hat hilbijartin.
KOMÎSYONA HEQÎQET Û LIHEVKIRINÊ
Di sala 1995’an de di bin serokatiya metranê Dêra Anglîkan a Afrîkaya Başûr Desmond Tutu de, Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê hat avakirin. Tutu diyar kir ku Afrîkaya Başûr Neteweya Keskesorê ye, her nasnameyek tê de rengek e û divê di nav ahengê de bijîn.
"Qanûna Teşwîqkirina Yekitiya Neteweyî û Lihevkirinê" ya ku di sala 1995’an de hat derxistin, bû stûna pêvajoya veguhêz a Afrîkaya Başûr. Bi vê qanûnê hat armanc kirin ku “yekitiya neteweyî were teşwîqkirin”, "binpêkirinên mafên mirovan ên raboriyê werin lêkolînkirin”, “mexdûr werin naskirin û zerara wan were tezmînkirin”, “ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên di dahatuyê de sîstemeke siyasî û exlaqî were avakirin”.
Komîteyên komîsyonê xebatên xwe di sala 1998’an de qedandin û raporeke 3 hezar û 500 rûpelî hat weşandin. Bi giştî 21 hezar û 290 serlêdan ji komîsyonê re hatin kirin û ji van 19 hezar û 50 serlêdanên mexdûran bûn. Zêdetirî du hezar kesan binpêkirinên ku jiyane di civînên vekirî de ji raya giştî re vegotin, 7 hezar serlêdanên efûyê hatin kirin. Ji van serlêdanan 849 hatin qebûlkirin, 5 hezar û 392 jî hatin redkirin. Di rapora komîsyonê de rejîma apartheidê wekî "sûcê li dijî mirovahiyê" hat binavkirin.
PÊVAJOYA ÇÊKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN
Ji bo destûra bingehîn a nû, di parlamentoyê de Komîteya Destûra Bingehîn û di bin vê komîteyê şeş komîte hatin avakirin. Di sala 1995’an de bi dirûşma “We şopa xwe li dîrokê hişt, niha dor ramanên we ye!” daxwaznameyên gel ên der barê pêvajoya çêkirina destûra bingehîn de hatin girtin. 1,7 mîlyon daxwazname hatin berhevkirin. 11 hezar daxwaznameyên ku pêşniyarên ji bo destûrê dihewandin hatin tespîtkirin û van pêşniyaran bûn esasê destûra bingehîn. Destûra bingehîn a ku di sala 1996’an de hat qebûlkirin, di sala 1997’an de ket meriyetê. Di destûrê bingehîn de hat diyarkirin ku hemû nasname, bawerî û zayend wekhev in; mafên nasnameyê bi temînata destûra bingehîn têne parastin û sûcên nefretê dê bê cezakirin.
* 11 ziman, tevî zimanên ku kabile diaxivin, bûn "zimanên fermî".
* Ala apartheidê ya ku di sala 1957’an de hatibû qebûlkirin, di sala 1994’an de ji aliyê Fred Brownel ve ji nû ve hat sêwirandin.
* Ji bo guhertina bîra civakî ya bîrdaritên ku sembola hêza rejîma apartheidê ne, gav hatin avêtin. Li hemberî Abîdeya Voortrekker a li Pretoryayê, cihekî bi navê “Freedom Park” hat avakirin.
* Ji bo mirovên ku di encama şerên navxweyî yên reşikan de li Thokozayê jiyana xwe ji dest dabûn, bîrdariyekî sembolîk hat çêkirin.
* Li bajarên mîna Kagiso ji bo mirovên ku di şerên navbera ANC û hêzên apartheidê de jiyana xwe ji dest dabûn, bîrdarî hatin danîn.
* Ji bo xwedîderketina li bîranînên mirovên ku li herêma District Six bi darê zorê ji cihên xwe hatibûn derxistin, li herêma hatî hilweşandin Muzexaneya District Six hat avakirin.
* Girava Robbenê ku Mandela û hevalên wî 27 salan lê hatibûn ragirtin, bû muzexane.
QALA SERDEMA REJÎMA APARTHEIDÊ KIR
Hiqûqnasê Afrîkaya Başûr, senatorê berê û Serokê berê yê Komîsyona Destûra Bingehîn a Parlamentoyê Mohammed Bhabha, pêvajoya veguhêz a li welatê xwe û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.
Bhabha bal kişand ser tiştên di serdema rejîma apartheidê de qewimîn û ev tişt got: "Çîna we, diyar dikir ku hûn ê li kuderê bijîn, li kuderê bixebitin, hûn ê kîjan karî bikin û hûn ê bigihîjin kîjan çavkaniyan." Bhabha anî ziman ku reşik wekî "hêza kedê" dihatin dîtin û wiha got: "Dema ez mezin bûm min nedikarî li otêlan bimînim, min nedikarî herim hemû peravan, min nedikarî herim sînemayan, ji ber ku em hatibûn veqetandin. Sînemayên me yên taybet hebûn; bi giştî otêlên ku em lê bimana tune bûn. Ji ber ku ez wekî Hindî hatibûm dabeşkirin, mafên min ji yên Afrîkayiyan zêdetir bûn. Dibistaneke ku gelek Afrîkayî lê bixwînin jî tune bû. Esasê rejîma apartheidê ev bû.”
TÊKOŞÎNA LI 3 ENIYAN HAT KIRIN
Bhabha diyar kir ku li dijî rejîmê li 3 eniyan têkoşîn hat kirin. Bhabha anî ziman ku naskirina kiryarên rejîmê wekî sûcê li dijî mirovahiyê û kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Mandela yek ji van eniyan bû. Bhabha rave kir ku têkoşîna hevpar a bi civaka sivîl û sendîkayan re eniyeke din bû û ev tişt got: "Piranî li pey me bû. Bi saya sendîka û rêxistinên sivîl me welat kir rewşeke ku neyê birêvebirin. Eniya sêyemîn jî leşkerî bû. Ev ne stratejiya bingehîn bû, lê wan xwe wekî kesên ku nayên têkbirin didîtin. Biryara ANC’ê ya ku êrişî mirovên bêguneh neke, serweriya exlaqî da me û wateyek mezintir da têkoşîna me.”
HEVŞIBANDINA MANDELA Û OCALAN
Bhabha bal kişand ser têkoşîna Mandela û girîngiya azadiya wî ya fîzîkî û wiha pê de çû: "Bi pratika xwe têkoşîna exlaqî da. Got ku em ji bo gel cihekî di bin rojê de dixwazin. Azadiya Ocalan jî dibe xala esasî. Dema Nelson Mandela hat berdan, hîn jî wekî ‘terorîst’ dihat binavkirin. Di şeran de em hevdu reş dikin. Em aliyê din wekî canewirekî dibînin. Lê Mandela ev wekî derfetek dît. Dema ji girtîgehê derket, karî nîşan bide ku doza wî dozeke exlaqî û mirovî ye."
'ME PÊVAJO JI JÊR BER BI JOR VE AVA KIR'
Bhabha destnîşan kir ku xebatên piştî rawestandina şer jî girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yên ku polîtîkayên apartheidê pêk dianîn polîs û leşker bûn. Gel li kolanan bi wan re şer dikir. Niha hûn ji heman mirovan re dibêjin ku polîsan hembêz bikin ji ber ku ew ê êdî bibin polîsên we. Ev wêrekiyeke mezin dixwaze. Ji ber vê yekê li her kolanê, li her taxê me komîteyên aştiyê ava kirin. Ev pêvajo ji aliyê civaka sivîl, keşeyên li dêrê yan jî melayên li mizgeftê ve hat hêsankirin. Wan du dijmin anîn cem hev û dan axaftin: ‘Dibe ku me şer kiribe, dibe ku me ji hev nefret kiribe, lê êdî divê em welatekî ava bikin.’ Karê ku min jî dikir ev bû. Me ji polîsên reş hez nedikir, me wan wekî xayîn didît. Me digot ‘Hûn çawa qanûna spîyekî pêk tînin?’ Mandela rojekê ji me re got: ‘Hûn nikarin ji van mirovan nefret bikin. Ew karê xwe dikin. Malbatên wan hene, divê nan bibin ser sifreya xwe. Hûn li bendê ne ku ew çi bikin?’ Ji ber vê yekê divê em di asta herî jêr de têkilî deynin. Sedema serketina me ya li Afrîkaya Başûr ev bû ku me pêvajo ne ji jor ber bi jêr ve, lê ji jêr ber bi jor ve ava kir."
PÊVAJOYA 'BAŞBÛNÊ'
Bhabha bal kişand ser girîngiya hevrûbûnê û got: "Tolhildan alîkariya avakirina welatekî nake. Ji ber vê yekê me pergalek pêş xist ku dê mirovên tiştên xerab kirine berpirsyar bigire, lê di heman demê de dê nehêle ev kiryar rê li ber avakirina paşeroja me bigire. Me jê re got Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê. Derfet hat dayîn ku her kes derkeve pêşberî neteweyê. Ji televizyonê hat weşandin. Mirovan tiştên ku kirine îtiraf kirin. Malbatan ev temaşe kir. Pir bi êş bû. Malbatan hîn bûn ku windayên wan li kuderê ne, hatine kuştin yan na, îşkence dîtine yan na. Vê yekê dawiyek anî. Dema ku bi durustî hevrû bibe, mirov bi giştî mêldarê efûkirinê ne. Gelek kes dema hay ji kiryarên xwe çêbûn, mîna ku ji barê xwe rizgar bûne hîs kirin. Helbet yên ku hewl didan sîstemê xerab bikar bînin jî hebûn. Yên ku bi jidil hatin û îtiraf kirin hatin efûkirin. Lê yên ku hîn xwe serdest didîtin ketin girtîgehê. Ev pêvajo di heman demê de alîkariya başbûna neteweyê kir. Ev pêvajoye bi nifşan berdewam dike.”
'RÊBERÎ PÊWÎST E, DIVÊ HÛN ARMANCA XWE WINDA NEKIN'
Bhabha anî ziman ku pirsgirêka Kurd jî bi salan e berdewam dike û di nav 1-2 salan de ji holê ranabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta ku ez li Afrîkaya Başûr pê serbilind im ev e ku em ne tolhildêr bûn. Me ji bo nasname, ziman û wekheviyê têkoşîn kir lê dema em hatin ser desthilatdariyê me tol hilneanî. Ji ber ku ev çerxa tundiyê berdewam dike. Divê têkoşîn bi nirxan were kirin, ne bi hêrsa kesane. Duyem; mesele ne tenê desthilatdarî ye, avakirina neteweyê ye. Ev jî lihevkirinê dixwaze. Sêyem, divê hûn gelê xwe bidin cem xwe. Hûn nikarin bêyî têkiliya bi gel re muzakereyan bikin. Siyasetmedar pêvajoyê birêve dibin lê divê îradeya gel nîşan bidin. Komîteyên kolanan, komîteyên aştiyê ji ber vê yekê girîng in. Ev di şevekî de nabe. Demeke dirêj dixwaze. Başbûn dem dixwaze. Nifş di bin bandora vê pevçûnê de man. Li Afrîkaya Başûr di dema muzakereyan de me hîn bêtir mirov winda kirin. Dê kesên ku bixwazin pêvajoyê sabote bikin hebin. Li vir rêberî pêwîst e. Divê hûn armanca xwe winda nekin. Armancek heye û divê hûn pê ve girêdayî bin."
Sibê: Pêvajoya Îspanya-Katalonyayê
MA / Bêrîvan Altan - Hîvda Çelebî