Serdema nû û kodên kabîneyê!

img
ENQERE - Piştî Serokomarî derbasî pergala nû ya hikûmetê bû, kabîneya serdema nû û kesên di kabîneyê de cih digirin bi merasimekê diyar bû. Hem di axaftinên di merasimê de û hem jî bi navê kesên di kabîneyê de cih digirin peyamên girîng didin. Ev nav nîşan didin ku Erdogan ji bo pergala xwe temam bike, karê xwe bêtir hişk bigire dest. 
 
Tirkiye duh ji alî de rojek 'dîrokî' derbas kir. Piştî 95 salên rejîma Komarê derbasî rejîmek nû bû. AKP'ê piştî îktîdara 16 salan pergala berê guhert û derbasî pergala Serokomarê ku ji serokê partiyê pêk tê bû. AKP bi vê yekê hemû raye û erkê dixe destê yek mirovî. 
 
Liv û tevgera Erdogan a duh di merasima sondê de bi hin tevgerê xwe peyamên pêşerojê dan. Dema ji Qesra Beştepe hat meclîsê, di bin parastina 10 hezar polîsên taybet û helîkopteran de hat meclîsê. Bi vê tevgera xwe peyam da ku hem meclîs û hem jî serfermandariya artêşê bi qesrê ve girê daye. Rêgeha ku ji Qesrê derbasî meclîsê dibe, bi zanebûn rêya di Fermandarên Hêzên Baskan û Serfermandariyê re derbas dibe hilbijart û peyam da. Bi zêdebûna polîsan nîşan da ku bi welatiyên xwe bawer nabe. Dîsa peyam da ku hêza leşkerî û polîsan daye pişta xwe. Bi daxuyaniyên dawî peyam da ku "Yên li hesp suyar bûn Uskudar derbas kirin".
 
Erdogan bi vê yekê peyam da ku serdestiya nêviyê civakê ya li dijî civaka din îlan kiriye. Bi vî rengî bi awayekî fîîlî civaka Tirkiye kir du enî. Hêz û vîna xwe ya zordestiyê nîşan da. Peyam da hêza muxalif ku dê her dem li ser wan bi rêbaza tundiyê û dordestiyê bi rêve bibin. Bi vê merasimê xwest hêza xwe nîşanî civaka ku pergalê qebûl nake bide." 
 
LI QEBRA BÎRDARIYÊ SERKEFTINA XWE ÎLAN KIR'
 
Erdogan hem li meclîsê sond xwar û hem jî li Qebra Bîrdariyê ya Ataturk ziyaret kir. Xwest bi vê yekê rejîma xwe îlan bike û têxe çavên muxatabê xwe. Erdogan, bi vê merasimê xwest serkeftina xwe ya li hemberî pergala nû îlan bike. 
 
KRÎZA MEŞRÛTIYETÊ 
 
Di merasimêde kesên biyanî yên hatibûn dawetkirin nîşan da ku Tirkiye di qada navneteweyî de xwedî pirsgirêka meşrûtiyetê ye. Di merasimê de Serokê Dewleta Sûdan, El Beşir, Serokê dewleta Venezuella Mudaro, Nunerên welatên Somali, Rusya  ku di cîhanê de ne demokratîk in jî amade bûn. Vê yekê nişan da ku Tirkiye berê xwe daye welatên ne demokratîk û ber bi pergala tundî û zorderstiyê ve diçe. Dîsa di qada aboriyê de jî gelek kesên ji qada CEO yan bi cih kirin. Bi vê yekê dixwazin hemû çavkaniyên Tirkiye bêtir pêşkêşî xizmeta cîhanê bikin. Erdogan ji bo hemû hêza xwe bi destê van kesan de bernede jî Zava Albayrak anî serê aboriya Tirkiye. 
 
Erdogan, di ferqê de ye ku ev rê ne li gorî dixwaze hêsan e. Dizane rêyek dirêj û dijwar li pêş wî ye. Tirkiye bi vê kabîneyê yekem car derbasî pêngavek nû dibe. Dixwaze di kirîza aboriyê de jî riza mirovan nîşan bide. Suleyman Soylu kirin Wezîrê Karên Hundir. Hulusi Akar kirin Wezîrê Parastina Neteweyî. Ev nîşan dide ku dixwazin dîsa bi hêza zordestiyê Tirkiye bi rêve bibin. Îlana şerê navxweyî û derve ye. 
 
Serokê TOKÎ ku bi xebatên xwe zerarek mezin dane xwezayê û xweza wêran kirine anîn Ser karê Berpirsiyarê Derdorê. Dîsa xizmên Sumeyye Erdogan di kabîneyê de bi ch kirin. Ev nîşan dide ku dê bêtir xweza û derdorê talan bike û pêşkêşî sermayedaran bikin. Dîsa di kabîneyê de Omer Çelik, Bekir Bozdag ji balkêş e. Erdoğan bi cih dayina van kesan dixwaze di nava AKP'ê de xwedî gotin û biryar be û kes li dijî gotinên wî îtiraz neke. Dixwaze hêza xwe ya di nava AKP'ê de jî mîsoger bike. 
 
MA / Kenan Kırkaya