Referandûm kirin bazara dengan

img

ENQERE  - Ji referanduma Başûrê Kurdistanê re 3 roj man. AKP rexne û nerazîbûnên li dijî referandumê berdewam dike. PDK jî diyar kir ku piştgiriya ku berê dabû AKP’ê dê paşve bikişîne. 

 
Referanduma Herêma Kurdistana Federe dê di 25'ê Îlonê de pêk bê. Niqaşên li ser referandumê  zêde dike. Kesên dijberî kurdan bertekên xwe zêde dikin. Gelek dewlet li dijî referandumê bi dengê bilind bertekên xwe tînin ziman. Rêveberên KDP'ê û Herêma Kurdistan a Federe diyar dikin ku îhtimala belatkirina referandûmê pir kêm e. Rêveberiya AKP'e jî dê îro bi civina Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) helwesta xwe diyar bike. Di milê AKP'ê de du nerinên ji hev cuda hene. Milê ku zêde derdikeve pêş aliyê Serokê AKP'ê Tayyip Erdoğan û serokwezîr Binali Yıldırım e. AKP bi gefên "Bila hedê xwe zanibe" PDK'ê hişyar dike. Niha di medya AKP'ê de jî niqaşên der barê referandumê de zêde cih digirin. Rojnameya Yeni Şafak, Star û nivîskarên şopirên AKP'ê wekî Abdulkadir Selvi "Dengê hişk" hildibijêre. Rojnameger Ahmet Taşgetiren, Akif Beki jî hewl didin ku li dijî “PKK’ê bi Barzanî re bibin yek. 
 
NIQAŞÊN BARZANÎ YÊN DI NAVA AKP’Ê DE 
 
Niqaşên Barzanî û PDK'ê yên di nava AKP'ê de zêde bûne. Her ku gelek kurd di nava AKP'ê de cih digirin ji bo kurdan ji xwe dûr nexin naxwazin zêde dijber tev digerin. Saziya wekî  Navenda Lêkolîna Stratejîk a Nû ya Rojhilata Navîn (YORSAM) ku dixwaze hevsengiya îtîfaqa di navbera AKP û KDP'ê de biparêze, bang li AKP’ê dike ku bêyî îtîdalê. YORSAM, diyar dike ku AKP dijberi vê yekê tev bigere dê kurdê destê xwe jî winda bike. 
 
Siyasetmedarê kurd ku di nava AKP’de siyaset dimeşand, diyar kir ku dibe di civîna MGK’ê de hin biryaran bistînin û wiha got: "Divê di referandumê de sempatiya kurdan bê dîtin. Nivîskarê Rojnameya Starê Ahmet Taşgetiren, diyar kir ku dibe ev yek qutbûna dinava kurd û tirkan de pêş bixe. Dibe ku kurdên gotibûn erê ji AKP'ê qut bibin. Yên di 16'ê Nîsanê de gotibûn erê dibe ku di vê referandumê de bêtir xwe bidin aliyê Barzanî û ji AKP'ê qut bibin. 
 
PDK BI ÎTÎFAQA AKP'Ê RE SADIQ E
 
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye (PDK) Sertaç Bucak jî bêdengiya PDK'ê ya li dijî AKP’ê anî ziman. Bucak, ani ziman ku her tişt li gorî MHP'ê pêş nakeve û wiha got: "Divê AKP berpirsiyar tev bigere. Di demên borî de PDK'ê bi AKP'ê re îtîfaq çêkir. Herêma Kurdistana Federe ji berê de bi îtîfaq û têkiliyên xwe re sadiq e. Heta niha Herema Kurdistana Federe der barê Tirkiye de tu dawxuyanî nedaye. Referandum dê belav bibe. Biryara refrandumê biryarek ku li parlanento hatiye stendin e. Ev referandum dê bê kirin. Divê her kes ji encama vê referandumê re bi hurmet tev bigere. 
Ji MGKê dê çi derkeve. Ya girîng biryarek bi aqil dereve. 
 
MA / Kenan Kirkaya