Êrîşên Sûriye ji bo Tirkiye refê xwe diyar bike bû hişyarî

img

ENQERE - Niqaşên têkildarî êrîşa li dijî Sûriye ku di 13'ê Nîsanê de pêk hat berdewam dike. Gelek siyasetmedar û rewşenbir diyar dikin ku ev êrîş ji bo ku Tirkiye eniya xwe diyar bike ji Tirkiye re bû hişyarî. Êrîşa li dijî Sûriye teza "Em li gel DYA û hêzên Rojavayê cîhanê biryar didin. Me li Efrînê hêzên Rojavahî tê birin" jî pûç kir. 

DYA, Fransa û Îngîlîstan bi hinceta ku Rejîma Sûriye li dijî Muta çekên kimyewî bikar anîne bi fuzeyan êrîş pêk anîn. Piştî DYA, Fransa û îngîlistan bi fuzeyan êrîş kirin niqaşên wan didomin. Êrîşa herî bi bondar êrişa li dijî Barageha Hewayî ya Şayretê pêk hat bû. Niqaşên têkildarî êrîşê didomin. Vê êrişê hişyarî da Tirkiye ku êdî eniya xwe û helwesta xwe diyar bike. Bi taybetî DYA bi vê êrîşê nîşan da ku ger bixwaze dikare hevsengiya Rûsya ya li Sûriye pêk bîne hêj li qadê xwedî hêz û biryar e. Her çend êrîş li dijî Sûriye pêk hatibe jî armanca wê ya sereke Rûsya ye. Bi vê êrîşê hişmendiya “Aktorê bi serê xwe lîstikê ava dike" xera kir. Dîsa daxuyaniya Rusya ya "Ger ku êrîş pêk bê em dê bersîv bidin li êrîşkaran bidin" jî bê encam ma. 
 
Bi vê êrîşê eniya ku şolî dibû û bêtir cihê wan diyar kir û hişyariya kî  li ku bisekine jî li eniyan kir. Bi vê yekê hişyar kir ku welatên Ebebîstan, Misir, Îsraîl, BAE ji nûve cih helwesta xwe diyar bikin. Dîsa bi vê êrîşê Tirkiye ku xwe dispêre Rûsya û Îranê jî hişyar kir ku eniya xwe diyar bike. Tirkiyeya ku bang li DYA kir û got "Ey DYA hûn alîgirê me ne yan hûn alîgirê PYD YPG’ê ne niha hem li hemberî DYA û muttefikên xwe bi heman hişyariyê re rû bi rû ne. 
Tirkiye ev hişyarî dît û peyam dide ku dê li gorî vê hişyariyê tev bigere. Niha Tirkiye di navbera DYA û Rûsya de diçe û dê û bi vê êrîşê divê êdî aliyê xwe zelal bike. 
 
Bi vê êrîşe dîsa Rêveberiya AKP'ê hişyar kir ku bi serê xwe nikare biryaran bide. Daxuyaniya Serokê Fransayê Macron a 'Me navbera Tirkiye û Rûsya vekir' vê yekê aşkere dike. Dîsa encamek din jî ewe ku rêveberiya AKP'ê tevî cîhanê nikare bi serê xwe biryarê bistîne. Nişan da ku Tirkiye êdî ji bo Rûsya û Îranê welatek ne pêbawer e. 
 
MA / Kenan Kırkaya