24 sal in li dijî komployê li qadan in

img
STENBOL – Jinên ku li dijî komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li qadan in wiha gotin: “Tenê ne ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê soza azadiyeke mezin da. Serokê me wê di sala 2023’yan de azad bibe û em ê wî hembêz bikin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî di 15’ê sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hatin kirin. Dû re kurd û dostên wan her der veguherandin qada çalakiyê. Di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelemperiyê cîhanê bi milyonan kesan bi çalakî û aktîvîteyên cuda komplo şermezar kirin. Pêşengên çalakiyên li dijî komploya navneteweyî hatin lidarxistin jî her tim bûn jin. Jin tevû hemû zext û astengiyan di her 15’ê Sibatê de cilên reş li xwe kirin û derketin kolanan. 
 
Ji jinên ku 24 sal in li dijî komployê her tim li qadan e Sûltan Bozkûrt, Zeynep Calihan û Fînce Akman têkildarî têkoşîna jinan û 15’ê Sibatê nirxandin kirin. 
 
‘XEMGÎNÎ Û BERXWEDAN HEBÛ’
 
Yek ji çalakvana Nobeta Edaletê ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin hate lidarxistin Fînce Akman, nêzî 30 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan û gelê kurd li qadan têdikoşe. Akman a di dema serdema ku komplo pêk hat vedigot de hestiyar bû, diyar kir ku dema Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin pê gelek êşiyan û wiha got: “Wê rojê ji bo gelê kurd şîneke mezin bû.”
 
Akman, bi lêv kir ku medyaya herêmî û navnetewî komplo zindî da û têkildarên tiştên wê rojê qewimîn wiha got: “Min ewilî nexwest bawer bikim. Dema min fêm kir ku nûçe rast e, zaroka xwe ya yek salî bi her du xwişk û birayên wê re radestî keça xwe ya 13 salî kirin û derketim derve. Ji xwe herkesê bi awayekî berteka xwe dianî ziman. Bi dehan mirovan xwe şewitandin hin derketin çalakî kirin hin jî ketin çalakiya greva birçîbûnê. Em bi du hevalên xwe yên jin re li navçeya Qoserê derketin ber qehwexaneyekê û dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Piştî demekî kurt polîs hatin cihê bûyerê û bê serûber gule berdan ser me. Ez ketim qehwexaneyê û wisa xelas bûm lê gelek hevalên me hatin binçavkirin. Roja din li Qoserê bi tevlibûneke zêde gel meşeke mezin li dar xist. Polîs êrişî meşê kir lê gel paş ve gav neavêt. Li ser vê yekê polîsan êrişî girseyê kirin û du hevalên me şehîd bûn. Gelê kurd ê ku komplo qebûl nekir, gel her tim li ser piyan bû.”
 
‘DEWLET HÊJ HEMAN DEWLET E’
 
Akman, a bi bîr xist ku komploya navnetewî kete sala 24’emîn anî ziman ku gelê kurd weke roja ewil girêdayî Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Wê demê jî ji bo ku serokê me û girtî bên berdan û zarokên me nemirin em derketin qadan. Îro bi heman daxwazan em li qadan in. Helwesta dewletê ya li dijî van daxwazan qet nehat guhertin. Dîsa em ji aliyê polîsan ve bi lêdanê tên binçavkirin, laçikên me yên spî diavêjin erdî, bi paş ve tên kelemçekirin û rastî mûameleya nebaş tên. Lê dîsa jî gelê kurd dest je bernade. 22 meh in ji serokatiya me tu agahî nayên girtin. Li dijî kesekî ku vîna gelekê ye bêhiqûqiyeke evqas mezin pêk tê, welatên Ewropayê çima bêdeng in?”
 
‘GELEK KAR DIKEVE SER MILÊ JINAN’
 
Akman, bi lêv kir ku dewlet ditirse ku bi gelê kurd re li hev bike û wiha pê de çû: “Ji bo ku li vî welatî şer û tecrîd bi dawî bibe divê aştî pêk were. Mifteya aştiyê jî di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye. Heta ku serok azad nebe tu kes azad nabe. Ji vir bang li dayik û jinan dikim. Heke paradîgmaya serokatiya me ya azadixwaziya jinan tune bûya îro em jin da hem bibin koleyê zilam hem jî bibin koleyê dewletê. Ji ber vê yekê herî zêde kar dikeve li ser milê jinan. Ji bo ku azadiya serokatiya me pêk were divê ewilî em jin heta dawiyê têbikoşin.”
 
TIŞTÊN DI 15’Ê SIBATÊ DE QEWIMÎN 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Sûltan Bozkûrt, bal kişand ku hêzên navnetewî yên ji peşbînî û fikrên Ocalan ditirsin di komployê de hevkarî kirin. Bozkûrt, da zanîn ku wê serdemê dema diçû hevdîtina keça xwe ya li Girtîgeha Umraniyeyê de dihat ragirtin agahdar bû ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û ev kêlî wiha vegotin: “Dema ez gihiştim girtîgehê bi hezaran kes li ber girtîgehê kom bûbûn. Dema ez ketim hundir bi keça xwe re hevdîtin kir hemû girtiyan piştî agahiya ku serokatî anîne rastkirin bi yek dengî dirûşm berz kirin û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Serokkomarê Demê Bulent Ecevît di daxuyaniya xwe de wiha got ‘Min mala xwe şewitand. Xwezî ev mirov min ne anîbûya Tirkiyeyê. Bi anînê me serê xwe xistiye belayê.’ Gelê kurd li her derê li qadan bû mehekê kesekê dawet nekirin dawetên hatin kirin jî veguherîn mîtîngê.”
 
‘SALA 2023’YAN WÊ BIBE SALA AZADIYÊ’
 
Bozkûrt a bi salan tev li çalakiyên li dijî komployê bû û li vê derê rastî tundiya polîsan hat anî ziman ku komplo bi vê têkoşînê pûç bû. Bozkûrt, diyar kir ku divê sala 2023’yan bibe sala ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û wiha berdewam kir: “Serokê me dê di sala 2023’yan azad bibe û em ê wî hembêz bikin. Di cîhanê de tu serokên gelan bi girtîgeh û tecrîdê paş ve gav neavetin berovajiyê wê qezençkirin. Divê îsal êdî bibe azadiya serokatî. Heke di girtîgehê de tiştek bi serê wî were Tirkiye nikare hesabê bide kesê. Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe. Komplo ji bo me roja reş e.”
 
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ Û ÇALAKIYA ZINCÎRÊ
 
Bozkûrt, anî ziman ku bi anîna Tirkiyeyê ya Abdullah Ocalan re Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hate avakirin û wê bi xwe jî tê de cih girtiye û da zanîn ku weke Dayikên Aştiyê di vê pêvajoyê de du caran xwe bi Pira Galatayê ve zincîr kirine. Bozkûrt, bi lêv kir ku ev çalakî di dîrokê de yekemîn bû û wiha pê de çû: “Piştî çalakiyê em hatin binçavkirin. Piştî 3 rojan em derxistin edliyeyê û pişt re berdan. Dû re ji bo tecrîdê em çûn ser pirê. Wê demê nehiştin em xwe zincîr bikin bilez hatin û em girtin. Li miduriyeta polîsan 4 rojan man. Em hemû yek bi yek xistin nezaretê. Em ketin çalakiya greva birçîbûnê. Pişt re em birin Saziya Tiba Edlî û berdan. Bi sedan lêpirsîn û dozên her dayikeke aştiyê heye. Hemû dayikên kurd di heman demê de ‘Dayikên Aştiyê ne’. Ji ber ku mirov dikare ji bo zarokên xwe û gelê xwe her tiştî bikî.”
 
‘DIVÊ ARMANC AZADIYA SEROKATÎ BE’
 
Bozkûrt, bal kişand ser rola dîrokî ya jinên kurd û anî ziman ku aştî di ruhê jinan de heye. Bozkûrt, diyar kir ku Abdullah Ocalan ew ruhê di jinan de ferq kir û ev tişt gotin: “Serokatî her tişt didît. Zilam keda jinan, cewhera wan tune dihesibînin, naxin şûna mirovan. Ji ber vê yekê jin ji serokatî gelek hez dikin û girêdayî wî ne. Serokatî jin baş fêm kirin, jinan jî serokatî gelek baş fêm kirin. Bi serokatî nirxê kedas jinan bi pêş ket. Hate fêmkirin ku bêyî jinan tu tişt nayê bi dest xistin. Tişta ku dikeve berê gelê kurd divê ji bo şikandina tecrîdê têkoşînê bilind bike. Hilbijartin nêzîk dibin ji ber vê yekê ji bo efûyeke giştî divê em zextê li desthilatê bikin. Di serî de dayikên aştiyê barekî mezin dikeve ser milê hemû jinan. Werin em hemû bi hev Serokatiya xwe azad bikin.”
 
‘AŞITÎ SERWERAN DITIRSÎNE’
 
Dayika Aştiyê Zeynep Calihan jî ev tişt gotin: “Weke tirkekê ji ber zilma li kurdan dihate kirin min qebûl nekir tev li têkoşînê bûm û bûm dayika aştiyê. Di salên pêş de min Abdullah Ocalan weke serok qebûl kir. Di pêvajoya komployê ya 24 salan de fikrên Abdullah Ocalan gihiştin her derê. Dibe ku serokatiya me bi awayekî fîzîkî hatibe girtin lê qet nikarin fikrên wî hefs bikin. Îro ne tenê serokatî di bin tecrîdê de ye em hemû di bin tecrîdê de ne. Li dijî gelê kurd zextek û zilmeke mezin heye. Serokatî li dijî vê zilmê derket û ji herkesê re soza jiyaneke nû da. Bi taybetî ji bo jinan soza rêyek û jiyaneke nû da. Em jî heta serokatiya xwe bi awayekî fîzîkî ji esaretê xelas nekin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê herkes ji bo azadiya serokatî têbikoşe.”
 
MA / Esra Solîn Dal