Di hevkêjeya Îbdilê de Tirkiye!

img
ÎDLÎB - Tirkiye bi OSO re li Îdbilê dest bi Operasyonê kir. DYA, li hemberî vê yekê bêdeng e. Daxuyaniyên ku "Dê TSK li hundir bibe hêza bejayî" nîşan dide ku dê gav bi gav Tirkiye bikişîne nava şerê Îdlibê. Ev jî bi xwe re şiroveya dê Tirkiye bibe perçeyek hevkêşeya Rojhilata Navîn a ku perçe dibe. 
 
Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan du roj berê got "Niha li îdlibê tevgerek mezin heye. Ne TSK, komên OSO  li wir in" Bi vê daxuyaniyê re tevgera 'Îdlibê ji terorê paqij bikin" dan destpêkirin û di roja 3'emîn de tevger didome. Beriya tevgera Îdlibê dest pê bike Tirkiye, Rûsya û Îranê li Astana kom bûn û li ser şerê li Îdlibê li hev kirin. Biryar dan ku her welatekî garantor 500 leşkeran bişînin Îdlibê û li wir çavdêriyê bkiin. 
 
TIRKIYE DÊ BIBE HÊZA BEJAYΠ
 
Li gorî peymanê biryar hat dayîn ku heyeta Rusya ya leşkerî be û yên welatên din jî sivîl bin. Ji ber vê yekê Tirkiye ne bi TSK'ê bi OSO tevgera Îdbilê da destpêkirin. Dîsa Erdogan daxuyand ku derdora Îdlibê dê Rusya kontrol bike û nava îdlibê jî dê Tirkiye kontrol bike. Bi ve yekê koma Heyet El Tahrir (El Nusra) ya li nava Îdbilê û hêza Tirkiye ya OSO dê bên hemberî hev. Duh RejîmaBaas Îdlib ji hewa de bombe kir. Nişan da ku Rûsya jî dê piştgiriya hewa bide OSO. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye dê hêza bejayî be. 
 
EL NUSRA AMADE YE
 
Berê jî Rejîmê ji bo Halebê bigire, destûr da ku Tirkye di ser axa Cerablus, Ezaz û Babê re derbasî axa Sûriye bibe. Li ser vê yekê Tirkiye heza xwe ya li Helebê ya El Nusra û OSO vekişandibû Îdlibê. Niha perdeya duyemîn a lîstikê derket ser dikê. Niha jî li Îdlibê komên ku El Nusra serkêşiya wan dike dibin hedef. Dema Haleb vala kirin El Nusra daxwaza Tirkiye pêk anî. Niha Tirkiye li Îdlibê li dijî El Nusra amadekariyên operasyonê pêk tîne. Nusra ku dizane Tirkiye dê koma Ehrar El Şamê bike destek. Meha borî di çapemeniyê de hat diyar kirin ku li dijî Ehrarê operasyon pêk aniye û heta Sînorê Tirkiye hatine. Hat diyar kirin ku li navenda Îdlibê rêveberiyek sivîl ava kirine. 
 
DAIŞ JÎ LI WIR E 
 
Li aliyekî hat diyarkirin ku li Îdbilê Heyet El Tahrir hêza leşkeri ya rêveberiya sivîl e. Hat zanîn ku ev hêz ji DAIŞ'ê ne cudatir e û hêza di bin fermandariya Ebû Xetab a ji 3 hezar DAIŞ'iyan pêk tê ku derbasî Dêra Zorê bûbû, bi destê rejîmê derbasî Îdlibê bûne. Hat diyar kirin ku li ev hêz Îdbilê jî, tev li El Nusra ya rêberê wê Ebu Muhammed Colanî bûne. Rejîmê bi vê yeke xwestiye li dijî QSD'ê ku ber bi Dêra Zorê ve pêş dikevin rê li pêş wan bigirin û navçeyên Meyadin û El Bukemalê ji destê wan bigirin. Navçeya  El Bukemal a ji bo Îranê wekî Kevanê Şîîyan e  di navbera DAİŞ û rejîmê de li hev kirine. 
 
Ji ber vê yekê li Îdbilê di nava hêzên ku Tirkiye bê beramberî hev DAIŞ jî heye. Ger ku DAIŞ bi Tirkiye re li hev neke dê şerekî mezin dest pê bike. Ger uk TSK têkeve Îdbilê dê şerekî mezin pêk bê. Tirkiye dê darbeyên giran bixwe. Ev jî dê bi xwe re gav bi gav Tirkiye bikişîne nava şerê Sûriyê. Dê Tirkiye bibe perçeyekî hevkêya Rojhilata Navîn a perçe dibe. 
Her çend Tirikye propaganda operasyona aştiyê dike jî vedişêre ku li ser navê rejîmê li Îdbilê şer dike. Dîsa tê gotin ku piştre li vir Efrîne bike hedef. Lê Efrîna ku li bakurê Îdbilê ye, yekîneyên Rûsya betal in. 
 
BÊDENGIYA DYA ERÊKIRINA OPERASYONÊ YE
 
Li aliyê din DYA ku ji destpêkê tev li şerê Sûriye bûye, bêdengiya li hemberî operasyona li Îdlibê nîşan dide ku li hemberî vê operasyonê çavê xwe digire û bi awayekî veşarî erê dike. Ev jî nîşan dide ku DYA Tirkiye ji çavê xwe derxistiye. 
 
Tê gotin ku ger Tirkiye berê xwe bide Efrînê dibe ku windaniyên mezin bide. Ji ber vê yekê Serokê AKP'ê Erdogan got "Em destûr nadin ku bibe Kobana Duyemîn." 
 
MA / Erdogan Altan