Stenbol 53 rojan ket, Efrîn 57 rojin li ber xwe dide

img
ENQERE - Tirkiye ku bi feraseta "Osmaniya Nû" hemû hêza NATO daye pişta xwe û êrîşî Efrînê dike, 57 rojin bi tang û topan Efrînê bombe dike. Gelê Efrînê jî 57 rojin li dijî êrîşên TSK û OSO liberxwe dide.  Lê paytextê Împaratoriya Roma Stenbol li dijî êrîşê Osmanlî 53 rojan li ber xwe da û ket. 
 
AKP-MHP'ê, bi erêkirina CHP'ê di 20'ê Çile de li dijî Efrînê şer da destpêkirin. Tirkiye ji 20'ê çile heta niha bi tang, top, balafirên şer 57 rojin Efrînê bombe dike. Gund, navçe û navenda Efrînê ji hewayî û bejayî de bombe dike. Navçeya Efrînê ku girêdayî Helebê ye nêzî 2 mehin li dijî hemû êrîşên hewayî û bejayî yê TSK'ê ku duyemîn artêşa NATO ye û cebilxaneya çekan ji Almanya û welatên din digire li ber xwe dide. 57 rojin li dijî hêza TSK û OSO di nava şerekî mezin de ye. TSK, tevî hemû hêza leşkerî yên El Qaîde, DAIŞ û OSO hêj nekariye têkeve nava Efrînê. 
 
SIVÎL HATIN KUŞTIN
 
Operasyona ku gotin 3 saet, piştre bû 3 roj û 3 hefte, niha 57 rojin berdewam dike. Piştî ku Serokomarê Tirkiye got "Înşallah Efrin dê êvarî bikeve" nava bajarê Efrînê hat bombekirin. Di bombebarana nava Efrînê de sivîl hatin kuştin. Di şerî li gund û bajarokên Efrînê de zêdeyî 250 welatiyên sivîl ku piranî zarok bûn jiyana xwe ji dest dan. Duh jî nava bajar hat bombekirin û bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Şevê din jî Nexweşxaneya Avrînê hat bombekirin. Di êrîşa nexweşxaneyê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di 30'emîn salvegera Komkujiya Helepçe 16'ê Adara 1988'an de Saddam Huseyin li Helepçe li dijî kurdan komkujî pêk anî. Piştî 30 sal şûnde TSK û OSO li ser Efrînê bombe barandin û komkujî pêk anîn.
 
STENBOL DI 53 ROJAN DE KET 
 
Serokomar Erdogan berê gotibû "Em diçin Sêva Sor" û şerê Efrînê dabû destpêkirin.  Piştî Erdogan daxuyanî da di şeva ewil de 72 balafirên şer Erfîn li ser hev bombe kirin. Piştre bi tang, top û obusan dest bi bombebaranê kirin. Lê tevî hemû bombekirina balafir, helîkopter, tang, topan Efrîn 57 rojin li ber xwe dide. Lê Paytextê Romaya Rojhilat Stenbol li dijî êrîşên Osmanî 53 rojan li ber xwe dabû. Stenbol piştî berxwedana 57 rojan ketibû destê Osmanî. 
 
Şerê Stenbolê di 6'ê Nîsanê de dest pê kir, di 12'ê Nîsanê de bi topbaranê ket meriyetê. Di 29'ê Gulanê de bi dawî bû. 47 rojan li ber xwe da û di roja 53'an de ket.