Tirkiye qebûl kir ku li Îdlibê li dijî mutefîkê xwe şer bike

img

ENQERE - Amadekariyên operasyona li Îdlibê ber bi dawî ve diçin. Tirkiye ji bo li dervê şerê li Îdlibê nebîne, qebûl kir ku li dijî mutefîkên xwe yên ku heta niha hevkariya wan dikir şer bike. Li gorî agahiyên herêmê operasyona li Îdlibê bi fîîlî dest pê kiriye. 

Şerê navxweyî yê li Sûriye ber bi dawî ve diçin. Şerê herî dijwar dixuye ku li Bajarê Îdlîbê pêş bikeve. Komên hêzên çekdar yên li Mûsilê negihiştin armanca xwe hemû hatin li Îdbilê kom bûn. Niha gelek komên çekdar li Îdlibê kom bûne û dixwazin bibin hêza sereke. Bajarê Îdbilê ku di nava axa Sûriyê de ye hem ji bo hêzên herêmê û hem jî ji bo welatên navneteweyî bûye yek ji navendên girîng. 
 
Operasyona ku di pêşengiya Rejîma Sûriye û Rûsya de li Îdbilê pêk bê piştî civîna Astana amadekarî ber bi dawî ve diçin. Tirkiye ji bo li derve nebîne xwe amade dike ku tev li operasyonê bibe. 
 
RÛSYA Û ÎRAN TIRKIYE KIŞAND NAVA XETA XWE 
 
Tirkiye, heta niha bi awayekî fîîli piştgirî dida hêzên komên çekdar yên li herêmê şer dikir. Piştî hevdîtnên li Astanayê yên di navbera Rûsya Rejîma Sûriye, Îran û Tirkiye de, Tirkiye niha xwe amade dike ku li dijî komên çekdar ên ku heta niha mutefîkê wê ne şer bike. Tirkiye tevî Rûsya û Îran wekî "Welatên garantor" tev li hevdîtinan bû. Piştî van hevdîtinan Tirkiye gav bi gav li dijî komên radîkal bû aliyê peymana şer. Di encama hevdîtinên Astanaye de xala herî zêde balkêş ku Tirkiye jî îmze kir, xala operasyona li dijî komên çekdar e. Tirkiye ji bo xwe ji hevsengiya li Sûriye qut neke, qebûl kir ku li dijî komên ku heta niha mutefîkê wan bû şer bike. Tirkiye, li gorî peymana îmze kiriye ji bo yekîtiya axa Sûriye biryar da ku tev li operasyona li Îdbilê bibe.
 
TIRKIYE KU DUH DOST BÛ ÎRO DÊ LI DIJÎ WAN ŞER BIKE
 
Tirkiye heta 3 meh berê niyas dikir ku tevî komê li Mûsilê şer dike şer bike. Lê hêzên çekdar yên li Mûsilê têk çûn, komên çekdar bi hevkariya hikûmeta AKP'ê bi otobusan derbasî Îdbilê kirin. Komên ku di navde Ceyşu'l Sunne, Ensaruddin, Nureddin Zengî Liva el-Hak jî hene, piştî derbasî Îdbilê bûn, tev li El Nusra yên girêdayî El Kaîde ne bûn. Komên ji Mûsilê bi hevkariya AKP'ê hatin Îdbilê li vir navê Hayat Tahrir-i Şam (HTŞ) li xwe kirin. 
 
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin, vê carê Tirkiye tevî koma hêzên çekdar a OSO dest bi şerê li dijî HTŞ'ê kir. Li gorî nûçeya Russia Today, balafirên bê mirov (ÎHA) yên Tirk, firênk xwe yên li ezmanên Îdbilê zêde kir. Balafirên şer ên Rûsya jî, ji bo depoyên çekan ên girêdayî HTŞ’ê bombe bike firiyan. 
 
AGAHIYÊN 'OPERASYONA LI ÎDBÎLÊ DEST PÊ KIR' BELAV DIBE
 
Li ser sînorê Tirkiye û Îdbilê ku rageşî her diçe zêde dibe, hat diyar kirin ku Rûsya operasyona fîîlî dest pê kir. Li gorî nûçeya Sputnikê hat diyar kirin ku Tirkiye an dê raste rast bi Nusra re şer bike an jî dê qada wê teng bike. Li gorî nûçeya Spûtnîkê Erdogan got "Piştî Idlîbê em ê înîsayitîfên nû bigrin ser milên xwe. Her çi dibe bila bibe, em nikarin ji birayên xwe yên ku ji Helebê bazdana û hatine Idlîbê re bibêjin "we divê bimrin we divê bimînin." Em mecbûr in destê xwe dirêjî wan bikin. Niha jî ev gav hatiye avêtin û berdewam dike. Di tevahiya sînorê me yê Suriye yê de em ê destûrê nedin ku korîdoreke terorî pêk were." 
 
Rûsya  û Rejîma Sûriyê armanc dike ku Tirkiye bi hêzên îtîfaqa wê bû re bide şerkirin û bi destê Tirkiye Mûsilê têxe bin ewlehiyê. xw
 
DIXWAZE SER ÎTÎFAQÊ BIGIRE
 
Bi bûyera li Mûglayê xwest rastiyan şolî bike. Hikûmetê xwest bi destî îstîxbarata Sûriye ya El Muharabatê nûçeya "Bi riya deryayê derbasî Derya sipî û deryaya Egeyê bûn peşkêş kir. Xwest PKK û Rejîma Sûriye wekî hevkarên hev bide nîşan. Lê Tirkiye îro nîşan da ku dê tevî Sûriye (Berê sond xwaribû ku Rejima wê hilweşîne) te li operasyonê bibe. Ji ber vê yekê Îdlib ji bo Tirkiye cihekî pir girîng û krîtîk e. 
Lê li hemberî vê yekê helwesta DYA dê çi be hêj ne diyar e. 
 
MA / Kenan Kirkaya