Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?

img

ENQERE - 16'ê Adarê 30'yemîn salvegera komkujiya Halepçe ye. Hêj hesap ji Helepçe nehatiye pirsîn, niha Efrîn bi komkujiyê re rû bi rû ye. TSK û OSO bi tang, top û balafirên şer ji hewayî û bejayî 52 rojin li ser hev Efrînê bombe dikin. Zêdeyî 850 welatiyên Efrînê di nava bajar de bi komkujiyê re rû bi rû ne. Li aliyekî hemû cîhan êrîşan temaşe dikin û li hemberî vê komkujiyê bêdeng in. Li aliyê din hêzên mezin ên cîhanê planan dikin.  

Di 30'emîn salvegera komkujiya Helepçe de li Efrînê nêzî milyonek mirov bi komkujiyek din re rû bi rû ye. Di 16'ê Adara 1988'an de Rejîma Saddam li Helepçe komkujî pêk anî. Bi hezaran gelê Helepçe bi çekên kîmyewi hatin kuştin. Hêj bi hezaran welatî seqet in. Hêj hesap ji komkujiyê nehatiye pirsîn, di 30'emîn salvegera komkujiya Helepçe kurd dîsa rastî komkujiyek din tên. Nêzî milyonek welatî li Efrînê dora wan hatiye pêçan û di bin êrîşên balafirên şer de bi komkujiyê re rû bi rû mane. Tirkiye bi hêza TSK û komên girêdayî OSO 52 rojin bi tang, top, balafirên şer Efrînê bombe dike. Êrîşa li ser Efrînê komkujiyên li ser kurdan hatin meşandin ji nûve tîne aqilan. 
 
DAXUYANIYÊN XAPÎNOK 
 
Tirkiye aşkere bi erêkirina Rûsya û bêdengiya DYA li dijî Efrînê şer dest pê kir. Tirkiye komên OSO jî da pêş xwe û 52 rojin bi balafirên şer, tang û topan êrîşî Efrînê dike. Her çend Neteweyên Yekbûyî di roja 36'an de fikarên xwe anî ziman û ji bo mehekê agirbest îlan kir jî, 16 rojin Tirkiye biryara agirbestê îhlal dike û êrîşa liser axa Efrinê berdewam dike. Heta niha zêdeyî 250 welatiyên sivîl hatin kuştin. Zêdeyî 650 welatî birîndar bûn. Dîsa welatiyên sivîl ku tên kuştin wekî sivîl qebûl nake û êrîşên xwe yên li ser şûnwaran zêde dike. Heta niha ne Rûsya û ne jî DYA li hemberî vê yekê tu îrîraz û nerazibûn nîşan nedaye. Her çend Neteweyên Yekbûyî û Fransa Tirkiye hişyar dike û dixwaze guh bidin biryarê jî Tirkiye bi ya xwe dike. Ev jî nîşan dide ku hesapê li pêş berdê û li pişt berdê ne yek e. Nîşan dide ku têkiliyên Tirkiye yên bi DYA û rûsya ku li pêş perdê û li pişt berdê ji hev cuda ne. 
 
ÊRÎŞ DI SALVEGERA KOMKUJIYA HELEPÇE DE DÎSA HELEPÇEYEK NÛ DÎNE BÎRA MIROVAN
 
Hêzên navneteweyî ku berê jî li hemberî komkujiya li ser kurdan hatin meşandin bêdeng man û hesap ji kujeran nepirsîn, niha jî li dijî vê komkujiya li ser gelan pêk tê bêdeng dimînin. 30 sal berê Rejima Sedam li ser Helepçe komkujî pêk anî. Li ber çavê hemû cîhanê çekên kîmyewî bikar anî. Herî kêm 5 hezar sivîl hatin kuştin. Navê komkujiya ku Saddam di salên 1986-1988'an e li ser kurdan kir, navê Fenfalê ku tê wateya “Xenîmet" lê kirin. 
 
Saddam bi balafirên Ewropa yên MiG-23 çekêm kimyewi li Helepçe barandin û 5 hezar welatî kuştin. 7 hezar welatî jî birîndar kirin. Dema komkujî kirin Wezîrê Parastinê yê DYA Donald Rumsfeld û Saddam Huseyin bi destê hev digirtin û hev silav dikirin. Ji ber ku DYA di şerê Îran û Iraqê de piştgirî dabû Iraqê. 
 
HER HÊZEK Û XWEDÎ HESABEK E
 
Şerê ku îro li ser Efrînê tê meşandin jî komkujiya li ser Helepçe dubare tîne hiş û aqilan. Dîsa mînakên hesap û planên li ser Helepçe hatin kirin tîne aqilan. Dîsa nîşan dide ku planên şerê 8 salan li ser Sûriye hat kirin bi vî şerî aşkere dibe. Tê xwestin ku Efrînê jî wekî Xenîbet bidin Tirkiye. Tê diyar kirin ku operasyona Efrînê jî ji aliyê Rûsya ve hat plankirin. Rûsya bi plana Şamê dixwaze hem Kurdan û hem jî Tirkiye mahkumî siyaseta xwe bike. Li aliyekî têkiliyên xwe bi kurdan re qut nake, li aliyê din hemû piştgiriya êrîşan dide Tirkiye. 
 
LI HEMBERÎ GUTA Û İDLÎB'Ê EFRÎNÊ DIDE TIRKIYE
 
Nûnerê PYD’ê yê Rûsya Abd Selam Elî, diyar kir ku hevdîtinen wan ên bi Rûsay re bê encam man. Elî, destnîşan kir ku her çend gelê Rûsya ji ve yekê bêzar be jî dîsa çîna jor a Rusya vê planê dixe meriyetê. Elî, ani ziman ku Rusya û Esad li hemberî Guta û Îdlibê bi dayîna Efrînê bi Tirkiye re li hev kirine. Elî da zanîn ku ji bo komên çekdar li Efrînê kom bike Efrîn wekî navçeya   Qurban hilbijartiye. Elî, da zanîn ku di navbera DYA û Rusya de jî peymanek heye û wiha got: “Em kurd tevî her tiştî ji bilî berxwedanê tu şensê me yên din tune ye. Tenê para me berxwedan maye." 
 
ÎNGÎLÎSTAN LÎSTIK AMADE KIR
 
Ji destpêka pêvajoyê heta niha yê plana lîstikê amade kir îngîlîstan derket pêş. Her çend îngîlîstan li qadê xuya neke jî îngîlîstan nîşan da ku li Sûriye ki bi kêre tev digere û Piştî operasyona Reqqa bi riya BBC plana xwe aşkere kir. Bi nûçeya “Têkiliya qirêj ya bi DAIŞ'ê re" plana xwe aşkere kir. Îngîlîstanê piştre hem mijara Efrînê anî rojevê, hem jî kir gotina fermî ya Ewropa ya “Em hewldana parastina rewa ya Tirkiye erênî dibînin." 
 
Her çend Fransa nerazîbûna xwe nîşan bide jî polîtîkaya temaşekirinê dimeşîne. Dîsa planên DYA û Rûsya yên li ser Efrînê dişibin hev. Ji berê de Rojava û rojhilatên Firatê di nava xwe de parve kirine. DYA li Rojhalata Firatê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ'ê wekî alî nîşan da. DYA aloziyên li Rojavayê Firatê jî ji bo xwe gavên erînî dibîne û dengê xwe nake. DYA jî dixwaze kurdan û Tirkiye wekî Rûsya bi xwe ve girê bide û bike mohtacê xwe. 
 
HESABÊ KURDAN JÎ HEYE
 
Kurd jî liser esasê berxwedanê tev digerin û dixwazin azad û serbixwe liser axa xwe bijîn. Kurd wekî Kobanê dixwazin heta dawî axa xwe biparêzin. Bi vê baweriyê wekî kobanê heta dawî dixwazin di ber xwe bidin û serkeftinê bi dest bixin.