Duh rexne dikirin, îro ew bi xwe dikin

img

ENQERE – Nivîskarên AKP’î ku piştî referandûma serxwebûnê hevbendê xwe Barzanî li bin guhê erde dixin û ji bo mudaxilekirinê bang li îktîdarê dikin, kirinên xwe yên îroyîn berê bi “Baastî û Kemalîzm”ê rexne dikirin. 

AKP’iyên ku berê hew mabûn tifaqa bi rêveberiya Barzanî û Herêma Kurdistana Federe re wek “cejna netewî” îlan bikin û pîroz bikin û kurdên li Tirkiyeyê nîşan didan û peyama “êdî divê rêxistin bifikire” didan, niha hemû bi yekdengî li dijî Barzanî û Herêma Kurdistana Federe tev digerin. 
 
ŞOREŞ BÛ MADE IN AMERIKA! 
 
AKP’iyên ku li dijî referandûma Herêma Kurdistana Federe û tayînkirina çarenûsa xwe ya mirovên wir tev digerin, berê tifaqa ku bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistana Federe re wek “şoreşê” wesifandibûn. Di demên dawî de di rojnameya Starê de nivîskar Ahmet Kekeç referandûmê bi manşetên “Made in Amerika” diwesfîne. Lê belê heman kes berê tifaqa bi Barzanî re wek “Şoreşê” wesifandibû. 
 
ŞOREŞA KEKEÇ 
 
Kekeç, di nivîsa xwe ya 18’ê Mijdara 2013’an a bi ser navê “Devrim oyle degil boyle olur” (Şoreş ne wiha wisa çê dibe) ku der barê serdana 16’ê Mijdara 2013’an a Barzanî ku hatibû Amedê de nivîsandibû wiha gotibû: “Hemşîre Banu û Ece ku wek bi meseleyên heq-huqûqê re eleqedar dibin, ji xwe neçûn û negotin ‘Ay ev şoreş e’, lê wek Pêşengê Herêma Rêveberiya Kurd a Herêmiyî ya Iraqê hatin û vexwandina Barzanî a ji bo Amedê şoreş bû.”
 
TIŞTÊN KU 3 SAL BERÊ KARAGUL NIVÎSANDIBÛN 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yeni Şafakê Îbrahim Karagul ji destpêka pêvajoyê ve li dijî referandûma Kurdistana Federe tev digere û ev demeke dirêj e di mijara “Talûkeya ku kurd hem li Sûriye hem jî li Iraqê li dijî Tirkiyeyê dane der” de tim rêveberiyê hişyar dike. Lê belê heman kes dema di 16’ê Mijdara 2013’an de Barzanî hat Amedê nivîsek nivîsandibû û di wê nivîsa xwe de Tirkiyeya berê, kemalîstan û heta hin kurdên ku li hemberî wê hatinê tev digeriyan rexne dike û van tiştan dibêje:
 
“Îtirazên wan, razemeniya hikûmetê ya ji bo hilbijartinê, vegotina ‘dixwazin cudahiyê têxin nava kurdan’ êdî tu bandora xwe nemaye. Tam tersê vê, riya ku li ser navenda hevdîtinê ye hilbijartin. Ji bo vê yekê jî navê ‘nêrîna stratejîk’ nîşan dan. Heta çend sal berê jî di navbera Enqere-Erbîlê de gef, heqaret, tevgerên tund li hewayê diçûn û dihatin. Li wir hin kesan digot ‘Em ê aştiya civakî ya Tirkiyeyê xerab bikin.’ Gotinên gefxwarinî, nebaweriyî, dijminahiyî, talûke, pevçûnî di rewacê de bûn. Li vir jî ya ‘Divê Tirkiye têkeve Iraqa Bakur û wir bi dest bixe’ dihat parastin.” 
 
PIŞTÎ 3 SALAN ŞÛNDE JI BO MUDAXILEYÊ BANG KIR 
 
A rast heman Karagul, bi vê nivîsê pozisyona xwe û koma aîdî wê ye tarif dikir. Di 28’ê Îlonê de Karagul bi manşeta “Bu işgale mudahale şart” (Ji bo vê dagiriyê mudaxile divê) rojnameya Yeni Şafakê derxist û di nivîsa xwe ya 25’ê Îlonê de jî parast ku ev êrîş li dijî Tirkiyeyê ye û ev tişt gotibûn: “Heke em naxwazin şer li nav Anatolyayê xwe bide der, divê em tev bigerin. Heke em çend salên pêşiya xwe dibînin, nexwe divê em tev bigerin. Em mecbur in wê piştikê/qûşakê biqelêşin, em wê qada garnîzonî ya biyanî qulqulî bikin û Tirkiye û hemû herêmê xelas bikin.” 
 
Kurtuluş Tayiz ku sirf ji bo li dijî kurdan tev bigere li çapemeniya AKP’ê hat bicihkirin, berê li dijî PKK’ê tim Barzanî xweş û geş nîşan dida. Lê belê niha yek ji wan kesan e ku li dijî referandûma Kurdistana Federe ye. Tayiz di nivîsa xwe ya dawîn de ev tişt gotin: “Hûn dikarin ji bo Barzanî her cure pesinandinê bikin, lê tenê hûn nikarin Barzanî wek serxwebûnxwaz pênase bikin… Hemû gavên referandûma Iraqa Bakur ji aliyê biyaniyan ve hat plan û organîzekirin. Ji ber ku biyaniyan amade kiriye, dibe ku her tişt jî ji sindoqa vê referandûmê derkeve, lê tenê ‘serxwebûn’ dernakeve. Li Iraqa Bakur di referandûma 25’ê Îlonê de kurdan çarenûsa xwe tesdîq nekir, lê hêzên biyanî di ser Barzanî re di warê tayînkirina çarenûsa kurdan de tev geriya.” 
 
Halbûkî heman Tayiz, piştî hatina Barzanî ya Amedê, Barzanî û Ocalan berawirdî hevdu kiribû û ev tişt nivîsandibûn: “Mesûd Barzanî pêşengê gel e, lê Ocalan pêşengê rêxistinekê ye. Barzanî berxwedêr e, Ocalan şervan e. Iraqbûyîna Barzanî pir kêm e û bêtir kurd e; lê kurdbûna Ocalan kêm e û bêtir Tirkiyeyî ye. Ocalan çepgirekî tund e û netewperest e, lê Barzanî netewperest, muhafazakar û demokrat e. Yê Barzanî hezkiriyên wî û yên Ocalan jî dijminên wî pir in. Barzanî pêşengekî rewa ye, lê Ocalan hîn jî yekî îllegal e. Ocalan yekî hişk û sekreter e, lê Barzanî yekî hestiyar û nerm e. Barzanî sempatîk, lê Ocalan antîpatîk e.”
 
Di tifaqên berê de rêveberiya Kurdistana Federe zaf dihat pesinandin. Nivîskarên wek Hilal Kaplan nivîsên bi sernavê“Bijî Diyarbakir, Bijî Aştî”, Candaş Tolga Işik “Çi xweşe em bray hev in” nivîsandibûn. Nagehan Alçi, diyar kiribû ku li ber wî dîmenî qirika wê tije bûye û rojên berê wiha nirxandibû: “Rojên wisa bûn ku, me nikaribû Kurdistan jî binivîse. Şopên feraseteke ku ji ber tîpan, peyvan vediciniqîn serdestê çapemeniyê bûn.” 
 
AXXX HEKE NE JI VÊ BAASTÎ Û KEMALÎZMÊ BÛNA…
 
Orhan Miroglu ku tevî Mehdi Eker bi feraseta AKP’ê ya li dijî referandûmê tev digere, wan rojan wiha nivîsandibû: “Gelê kurd û tirk îro hewl dide ku ji derheqê baastî û kemalîzmê derkevin. Êdî ev bîrdozî nikarin pêşerojekê diyar bikin. Karê kurda zehmetir e. Di siyaseta kurdî de hem baastî hem jî kemalîzm pirsgirêkeke cidî ye. Tenê siyaseteke ku li gor nirxên muhafazakar û sosyolojiya nû her du gelan bi pêş ve bibe. Di xeta siyaseta muhafazakar-demokrat de, dê li hêleke wê AK Partî û li hêla wê ya din PDK hebe. Wisa dixuyê.” Tezkereya dawî “Iraq û Sûriyeya baasî û CHP’ya Kemalîst û AKP’ê” xist heman kareye. 
 
MIKURHATINEKE PIŞTÎ SALAN 
 
Wê demê yek ji nazenînê siyasî yê Erdogan, Yalçin Akdogan bû. Akdogan diyar kiribû ku ev tifaq “ji hilbijartinê wirdetir, vîneke çareseriyî” derxistiye holê û derpêş kiribû ku BDP û siyaseta kurd ji vê yekê ditirsin û “êdî divê rêxistin bifikire”. Piştî vê înkara Akdogan ku gotibû “ne ji bo hilbijartinê ye” bi çend salan şûnde Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rûdawê TV’yê Rebwar Kerim Weli, di nivîseke xwe de ji bo gotinên Erdogan ku gotibû “Em hatin xapandin” wiha bersiv dabû: “A rast di hilbijartinê de we gelê kurd xapand.” 
 
MA / Kenan Kırkaya