Efrînê nîşan bide, li Minbicê bixe!

img
MINBIC – Her çend amadekariyên hewldaneke operasyona li dijî Efrînê di rojevê de be jî, TSK di aliyê Minbicê de hêzên xwe bi cih dike. Ihtimala operasyona li dijî Minbicê zêde ye.
 
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan piştî gef li gelên Efrînê xwar, amadekariyên operasyona li dijî Efrînê di rojeva sereke de cihê xwe girt. Partiya desthilatdariyê heta niha ji DYA û Rûsyayê destûr negirtiye, vê yekê bandor li ser civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) jî kir. Tirkiyeya bi piştgiriya Rûsya û Îranê û bi mudaxaleya rejîmê re di Idlibê de tengijî û vekişîna wê di rojevê de ye, operasyona li dijî Efrînê wekî xaleke sereke da pêşiya xwe, wekî "Bazareke Idli-Efrîn" dide nîşan, ya girîng amadekariya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li sêgoşeya Cerablûs-Bab û Ezazê zêde bû.
 
SEWQIYATA LI SER SÎNORÊ MINBICÊ
 
Komên girêdayî TSK'ê yên li bakurê Cerablûs û Babê û herêma ava Sacûrê ya başûrê Cerablûsê bi cih bûne, gefan li Minbicê dixwen.
 
Komên girêdayî TSK'ê yên li rojava û bakurê Minbicê bi cih bûne, maşîneyên zirxî sewqî herêmê dikin, bi çekên giran û leşkeran tetbîqatê pêk tînin, gundên Minbicê didin ber topan. Komên girêdayê TSK'ê bi taybetî duh bişev gundê Til Ebîr dan ber topan û di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û komên girêdayî TSK'ê de şer derket.
 
CIVÎNÊN LI CERABLÛS Û EL RAIYÊ
 
Li gel vê di demên dawî de komên Mertalê Firatê noqteyên xwe yên kontrolê yên aliyê Cerablûsê bi hêz dikin, li Cerablûs û El Raiyê (Çobanbey) gelek civîn pêk anîn. Li gorî agahiyên dawî ku ji qadê hatine, her çendî Efrîn xistibin rojevê, li dijî Minbicê amadekariya operasyonê dikin. Heta tê gotin ku operasyona Minbicê dê berî ya Efrînê dest pê bike.
 
Di çarçoveya van civînan de, du roj berê saet di 22.00'an de, di pêşengiya yekîneyên îstixbaratî de, li El Raiyê civîn hatin lidarxistin, biryar hat girtin ku komek ji yekîneyên taybet bê avakirin û ev li herêma Minbicê bên bicihkirin.
 
MA / Erdogan Altan