Aboriya di pêvajoya çareseriyê de baş bû, di şer de têk çû

img

ENQERE - Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan di 7'ê Tebaxê de li dijî rexneyan îtîrafa "Têkoşîna bi terorê re bê pere nabe. Lêçûnên me yên zêde hene" destnîşan kir ku sedema têkçûna aboriyê şer e. Erdogan aşkere kir ku êdî nikare fînansa şer jî bike. 

Li Tirkiyeyê çi cara şer gûr dibe û lêçûna çekan zêde dibe, xizanî, betalî jî zêde dibe. Ev yek bêtir aboriya Tirkiyeyê xera dike. Tirkiye bêtir xizan dibe û mohtacî welatên derve dibe. Di rojên dawî de dîsa dolar, euro û zêr li hemberî buhayê TL zêde bûn. Li aliyê din her roj tenê ji Amedê bi dehan balafirên şer ên F-16 difirin. Diçin Qandîl, Metîna Zagros, Cudî, Gabar û gelek çihayên herêmê bombe dikin. Her roj tang û topan sewqî ser sînor dikin. Her roj li herêmê operasyonên eskerî li dar dixin. Li Lice, Cûdî, Besta, Bagok û gelek herêmên din operasyonên eskerî li dar dixin. Gelek akademîsyen, pispor û aborînas destnîşan dikin ku sedema qeyrana aborî ya Tirkiyeyê şer e. Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan jî di 7'ê Tebaxê de li dijî bertek û nexneyan daxuyanî da û îtîraf kir ku sedema qeyrana baorî şerê heyî ye. Tayyip Erdogan di 7'ê Tebaxê de li dijî rexneyan îtîrafa "Têkoşîna bi terorê re bê pere nabe. Lêçûnên me yên zêde hene" destnîşan kir ku sedema têkçûna aboriyê şer e. Erdogan aşkere kir ku êdî nikare şer fînanse bike. 
 
Di salên 2013-2015'an de pêvajoya çareseriya demokratîk hat destpêkirin. Şer rawestiya û li Tirkiyeyê aramiyek pêş ket. Lê îqtîdara AKP-MHP'ê di sala 2015'an de “Pêvajoya Çareseriyê" xelas kir. Daneyên makroaborî nîşan dide ku êdî hikûmeta Tirkiyeyê  bi operasyonên li hundir û dervê sînor êdî nikare operasyonên eskerî finanse bike. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de banga “Ji pêvajoya şerê çekdarî ber bi pêvajoya siyaseta demokratîk deriyek vedibe" kiribû û peyama çareseriya siyaseta demokratîk dabû. Lê îqtîdarê piştî 2 salan pêvajo cemidand û piştre xera kir. Piştî AKP'ê pêvajo şera kir dîsa şer da destpêkirin û aboriya Tirkiye bêtir xera bû. Betalî, xizanî zêde bû. 
 
Piştî şer dest pê kir, sermameya navneteweyî ji Tirkiyeyê derket. Bi derketina sermameya navneteweyî dîsa qeyrana aborî rû da. Gelek aborînas û pisporan destnîşan kirin ku sedema qeyrana aboriya salên 1994, 1998, 2001 û 2008'an ên Tirkiyeyê ew bû ku Bazirgan û sermayedarên navneteweyî mevduatên xwe ji aboriya Tirkiye vekişandin. Gelek sermayedar êdî Tirkiye wekî "Welatê bi rîsk" pênase dikin. Ev jî dibe sedem ku sermameya biyanî ji Tirkiye bireve. Nîşana herî berbiçav jî Puanên Credit Default Swap (CDS) e. Li gorî pisporan daneya herî şênber a rewşa aboriyê Puanên Credit Default Swap (CDS) ye. Aborînas diyar dikin ku eger aboriya pirîma CDS li ser 300'î be, pir aboriyek şikestî ye. Yên dibin 300 be re jî aborî baş e. Dema li gorî salan mirov li pirîmên CDS'ê yên Tirkiye binere di salên çareseriyê yên 2013-14'an de aboriya Tirkiye baş e. Di 8'ê Gulana 2013'an de prîma CDS'ê ya tirkiye ya 5 salan 111 puan e. Primên CDS'ê ya Tirkiye di serdema pêvajoya çareseriyê de daket asta herî kêm. Di 24'ê Çileya 2014’an de prîmên CDS'ê daket 274 puanan. Piştî pêvajoya çareseriyê bidawî bû, CDS di îlona 2015’an derket 327  puanî. Di salên piştre prîmên CDS'ê 600 puan derbas kir. 
 
SERMAYEYÊ WELAT TERK KIR
 
Piştî hikûmetê û Serokomar Erdogan pêvajoya Mutabakata Dolmabahçeyê xera kir, ewil sermayeya biyanî Tirkiye terk kir, piştre sermayeya herêmî ji Tirkiyeyê reviyan. Bi pêvajoya şer re baweriya li nava welat kêm bû. Li Tirkiyeyê dema endeksa baweriyê ya serfkaran li ser 100’î be, serfkar di mijara aboriyê de xweşhal in. Dema kêmî 100 be serfkar ne kêfxweş in. Li Tirkiyeyê di sala 2014'an de di asta 77'an debû. Di salên piştî 2015'an de ev rêje daket 73,58- 63,38'an. Di sala 2020'an de jî daket asta 58,8 û 57,3'an. 
 
BETALÎ ZÊDE BÛ
 
Di salên şer zêde bû de bandora xwe li ser betaliyê jî kir. Di sala 2013'an de piştî pevajoya çareseriyê dest pê kir, rêjeya betaliyê 9.7 bû. Di sala 2014’an de nehat guhertin. Li gorî daneyên TUÎK'ê di sala 2015'an de derket 10,3'an. Di sala 2016'an de derket 10.9'an û sala 2017'an de 10,9, sala 2018'an de 12,3, sala 2019'an de 13,5'an û her şer zêde bû betalî û xizanî jî zêde bû. Li gorî daneyên DİSK-AR'ê ev rêje zêdetir e. Li gorî daneyên DÎSK-AR'ê di nîsana 2020'an de 2 milyon û 793 hezar kes li artêşa betalan zêde bû. Hêjmara betalan derket 9 milyon û 756 kesan. Li gorî DÎSK-AR'ê rêjeya betaliyê di Nîsana 2020'an de derket ji sedî 28,7'an. 
 
MA / Selman Guzelyuz