Dîroknas Aydin: Çîna serdest a Tirk Lozan îhlal kir

img
STENBOL - Nivîskar û dîroknas Erdogan Aydin, diyar kir ku Tirkiye Peymana Lozanê ji bo xwe wekî "Seneda Tapo"  qebûl dike û ev peyman ji aliyê çîna serdest a Tirk ve hatiye binpêkirin. Aydin, anî ziman ku bedelê vê yekê jî Kurd û kesên ne misilman didin. 
 
Di ser Peymana Lozanê ya di 24'ê Tîrmeha 1923’an re 97 sal borîn. Bi vê peymanê hemû bawerî, civak, reng û ruyên din hatin wêdekirin. Hemû nasnameyên din hatin înkarkirin. Türkiye toprakları üzerinde yaşayan ve Türk dışındaki bütün etnik kökenlerin inkarı ve imhasının planları üzerine yapılan antlaşma, bugüne kadar beraberinde birçok sorunu da getirdi. Dîroknas û Nivîskar Erdoğan Aydin têkildarî peymanê û piştî peymanê nirxandin kirin. 
Aydin, anî ziman ku di vê peymanê de bazarek ji rêzê tune û bazarên gelek ciddî hene û wiha got: "Aliyekî vê peymanê Meclîsa Mezin a Milmet (BMM), yanî îqtîdara Enqereyê hebû. Li aliyê din ê peymanê jî Îngiltere, Fransa û heta Japonya yên ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de bi ser ketibûn hebûn."  
 
GOTINA 'EM KURD Û TIRK' DERXISTIN PÊŞ LÊ...  
 
Aydin, destnîşan kir ku beriya peymanê saltanat rakirin û xwestin tenê Enqere muxatab be û wiha axivêi: "Ji bo vê yekê beriya peymanê îmze bikin gelek guhertinên zagonî kirin. Di encamê de li gel Îsmet Înonu, Riza Nur, Hasan Saka ku delegeyên eslî bûn heyetek pir qelebalix dê biçûna Lozanê. Di nava vê heyetê de tenê nûnerekî Kurd hebû. Ew jî Parlamenterê Amedê Zulfu Tigrel bû. Lê Zulfu Beg ne xwedî rolek mezin bû. Lê di vê pêvajoyê de di serî de Îsmet Înonu Enqere her tim digot ‘Em Kurd û Tirk' li masê rûdinên. Wekî nûnerên Tirkan û Kurdan bazarî hat kirin. Lê di encamê de em dibînin ku gotian ‘Em Kurd û Tirk" tenê ji bo bazarê xurt bikin bû. " 
 
Aydin, bibîr xist ku kesên ev bazarî kirin di serdema Îttihat û Terakkî de kadroyên polîtîkayên Tirkbûn û Tirkbûnkirinê bûn û wiha axivî: "Lewra Zulfü Beg di tu hevdîtinan de amade nebû. Dema pirsgirêka Kurd li ser masê hat axaftin nûnerê Kurdan Zulfu Beg li derve hat hiştin. Di peymana Lozanê de li ser gelek meseleyan hevdîtin kirin. Yek ji van meseleyan jî Musul bû. Beriya ku heyeta Enqereyê biçe Lozanê, “Divê teqez ji Musulê tavîz neyê dayîn. Li ser navê Kurd û Tirkan divê bazarî bê kirin. Li ser sînorên di çarçoveya Misak-i Millî de hatibûn diyarkirin, pêş mutabakatek hat kirin."  
 
ARMANCA KADROYÊN ÎTTÎHATKAR 
 
Aydin, destnişan kir ku parlamenterên Kurd ne di ferqa lîstik kû planê debûn, lê plan û listika di mejiyê parlamenterên Tirk de pir zelal bû û wiha pêde çû: "Parlamenterên Tirk xwedî fikra ‘Piştî me meşrûtiyeta xwe di peymana Lozanê de bi hêzên navnetreweyî da qebûlkirin, em ê planên xwe yên nîvco mayî ya Îttihat û Terakkî ya tirkbûn, tirkbûnkirin muslimankirin, bidomînin.' Di hevdîtinê de nûnerên Kurd jî xwedî helwestek ‘teslimiyetkar' bûn. Em li vir dibêjin 'Parlamenterên Kurd' Lê divê nîtelika wan jî bê zanîn. Li vir nasnameya wan a musilmantiyê li pêş ya Kurdibûnê bû. Em ji nûnerê Kurd zêdetir qala axayên axê yên Kurd dikin. 
 
‘TENÊ DILÊ KURDAN XWEŞ KIRIN' 
 
Aydin, diyar kir ku beriya peymana Lozanê Kongreya Erziromê pêk anîn û wiha  lê zêde kir: "Gotin 'Ev kongreya me ya Kurd û Tirkan e' Eger di Kongreya Erziromê de mîsogeriya ewlehiyê neda axa û nûnerên gelê Kurd dê ev pêvajo di kongreyê de xetimîbûya. Lê Mustafa Kemal yê ev yek ferq kir, Nûnerên Kurd Kazim Karabekir, Ali Fuat Cebesoy û kadroyên din di çarçoveya nasnameya Misilmaniyê de li cem xwe girt. Destûr dan ku Kulubên Kurdan xwe bi rêxistin bikin. Cemîyeta Tealî ya Kurdan mafê xwe yê neteweyî biparêze, Di kongreyên Erzirom, Sêwas û Amasyayê de pênaseya ‘Xwedîtiya welat" kirin. Bi hevre qala Turk û Tirkan kirin. Bi perspektifên mafên neteweyî, mafê zimanê zikmakî, mafê rêveberiya cewherî dilê Kurdan xweş kirin. Lê tenê dilê Kurdan xweş kirin û gavên din neavêtin." 
 
NÛNERÊN KURD HEMÛ TASFIYE KIRIN
 
Aydin, anî ziman ku di Meclîsa Duyemîn de parlamenterên Kurd ên Muxalif hemû tasfiye kirin û got: "Dîsa kesên ku Mustafa Kemal dixwestin anîn meclîsê. Ev di meclîsa duyemîn de bû mijara niqaşê. Vê meclîsa duyemîn peymana Lozanê erê kir û peyman îmze kirin. Lê meclîsa yekemîn li dijî peymanê bû. Meclîsa duyemîn Protokola Amasya û Destûra Bingehîn a sala 1921'an tune hesibandin. 
 
SERHILDANA ŞÊX SEÎD 
 
Aydin, bal kişand piştî peymana Lozanê û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku serdestên Kurd, di mijara mafên neteweyî yên Kurd de ne xwedî helwestek tund bûn û ji ber di tasfiyekirina Ermeniyan de Kurdan bi Tirkan re hevkarî kir, Piştî Peymana Lozanê dest bi tasfiyekirina Kurdan jî kirin. Ji ber vê yekê Peymana Lozanê berdewama Peymana Sykes-Picot a di sala 1916'an de hat îmzekirin e. Li Tirkiyeyê her tim ji bo Şêx Seîd dibêjin “‘Îngîlîzan ji bo petrolê Kurd sor kirin. Kurdan jî li dijî Enqereyê serî hildan. Ji ber vê yekê îngilizan petrol bi dest xist. Lê Îsmet Înonu di bîranênên xwe de 2 tiştan pir aşkere tîne ziman. Ya  Yekemîn; ‘Kurdan di têkoşîna neteweyî de bi dil û can û bê şert û merc piştgirî dan me.' Ya duyemîn jî ‘Di Serhildana Şêx Seîd de tu par û tiliya Îngîlîzan tune bû.'  Ev jî nîşan dide ku di serî de Şêx Seîd û hemû îsyanên din serbixwe bûn û para hêzên derve têde tune bûn. 
 
Aydin, herî dawî diyar kir ku Tirkiye Peymana Lozanê ji bo xwe wekî "Seneda Tapo"  qebûl dike û ev peyman ji aliyê çîna serdest a Tirk ve hatiye binpêkirin. Aydin, anî ziman ku bedelê vê yekê jî Kurd û kesên ne misilman didin. 
 
MA / Ferhat Çelik