Bi Peymana Lozanê re şikestina dîrokî

img

STENBOL – Bi ser Peymana Lozanê re 97 sal derbas bûn. Bi vê peymanê digotin Kurd û Tirk wek “goşt û neynûk in.” Lê vê peymanê aliyên cuda tune hesiband û bi feraseta yekperest a netew-dewlet re Komara Tirkiyê ya nû damezrandin. Bi vê şikestina dîrokî re krîza dewlet û demokrasiye her ku çu giran bû û heta van rojan hat û ji wê rojê ve Kurdistan çar parçe ye û kurd tune tên hesibandin. 

 
Dewletên di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de bi ser ketin û Hikumeta Komara Tirkiyê ya nû ava bû di navbera hev de di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Peymana Lozanê îmze kirin. Bi ser vê peymanê re 97 sal derbas bû. Ji avabûna Tirkiyê vir ve Peymana Sevr a di 10’ê Tebaxa 1920’an de hat îmzekirin wek “teslimiyet” û Peymana Lozanê jî wek “serkeftinê” hatin ragihandin.
 
Halbûkî Peymana Lozanê bû sedemê wê yekê ku di şexsê Kurdan de li Rojhilata Navîn rê li ber windakirina hevgirtina çandî ya gelan vekir û bû sedemê yek ji wan şikestinên dîrokî. 
 
Îngîlîzan gelan dabeş kir û di navbera wan de sînor xêzkirin. Bi vê mudaxileya Îngîlîzan re feraseta netew-dewletê ket dewrê û siyaseta înkar û imhaya kurdan dest pê kir. Rê li ber herikîna dîroka welat a ku her ku çû ji demokrasiyê dûr bû vekir. 
 
Gengeşeyên têkildarî Peymana Lozanê di salvegera 97’emîn de hin bêtir germtir bûye. Baş e ev peyman di pêvajoyek çawa de hat îmzekirin. 
 
BI PIŞTEVANIYA GELAN ŞERÊ RIZGARIYÊ DEST PÊ DIKE 
 
Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Elmanya û Împaratoriya Osmaniyan tifak çêkirin û di vî şerî de darbeyek mezin xwarin. Tevî têkçûna qewimî jî Elmanya axa xwe parast lê Împaratoriya Osmaniyan dabeş bû. Di navbera şandeya bi serokatiya Sadrazam Damat Ferît Paşa dewletên di şer de bi ser ketine li bajarê Sêvres ê Fransayê Peymana Sevr hat îmzekirin û axa vê împaratoriyê li van dewletan hat parvekirin. 
 
Beriya Peymana Sevrê Mustafa Kemal û hevalên xwe derketin Anatoliyê û di kongreyên Erzirom û Sêwazê de ku civiya soza hat dayîn ku hemû mafên Kurdan û xelkên din bidin wan hat dayîn. Mustafa Kemal bi vê desteka ku wergirt Şerê Rizgariyê da destpêkirin. 
 
TAKTÎKA HETA LOZANÊ EWAREKIRINA KURDAN 
 
Di pêvajoya Lozanê de Mustafa Kemal û yên li gel wî ji bo rexneyên wekîlên kurd taloq bikin û ji bo kurd neyên înkarkirin bidin nîşandan div ê serdemê de gelek daxuyanî dan. Mustafa Kemal yê di 19’ê Gulana 1919’an de ji Samsûnê wek wezîfedar derket Anatoliyê li Amasyayê belavkek diweşîne û dibêje ku têkoşîna rizgariyê wê têkoşînek hevpar a du gelên bingehîn a tirk û kurdan be û wê ev dewletek hevpar a her du netewan be. 
 
Di 23’ê Nîsana 1920’an de li Enqereyê ji aliyê Meclîsa Gel a Mezin ve xweseriya Kurdan li Amasyaya Yekemîn tê pejirandin û hin prensîb têde hene. 
 
MUSTAFA KEMAL DIBÊJE ‘ÇARENÛSA KURD Û TIRKAN YEK E’ 
 
Soza xweseriyê ji bo Kurdan tê dayîn. Mustafa Kemal di bersiva pirsên ji bo kurdan dide û dibêje “Tirk û Kurd xwedî heman çarenûsê ne. Pirsgirêka kurd pirsgirêka me ye.” 
 
NÛNERÊ KURD Ê DI ŞANDEYÊ DE 
 
Di 21’ê Mijdara 1922’yan de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hevdîtinên aştiyê dest pê dikin. Îsmet Înonu, Dr. Riza Nûr û Hasan Saka ku serokên şandeya Tirkiyê ne û ji ev şande ji 27 kesan pêk tê diçin hevdîtinê. Parlamenterê Amedê Zulfu Tîgrel Beg jî di nava şandeyê de kurdan temsil dike. 
 
GOTINA ‘GOŞT Û NEYNÛK’ 
 
Di hevdîtinên li Lozanê de yek ji mijarên herî zêde rasterast kurdan eleqedar dikir jî Mûsil bû. Îngîlîzên di serokatiya Lord Curzon de angaşt dikin ku wek dîrokî jî Mûsil yek ji bajarê ereban e. Her wiha dibêjin ku li tevahiya bajêr bi piranî Kurd dimînin. Heyeta tikran jî diyar dike ku kurd û tirk wek “goşt û neynûk in’ û dixwazin Mûsil ji wan re were berdan. Îsmêt Înonu jî dibêje “Hikumeta Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyê her çiqas a tirkan be ewqas a kurdan e jî. Çimkî nûnerên rastî û meşru yên kurdan jî di Meclîsa Gel de ne û di hikumet û rêvebirinê de cih digirin. Gelê kurd û nûnerên wan meşrû ne kêfxweş in ku xwişk û birayên wan ên li bajarê Mûsilê ji welatê xwe veqetin.” 
 
Hevdîtin dirêj didome û aliyan li hev kir û di encama li hevkirinê de Peymana Lozanê tê îmzekirin. 
 
PIŞTÎ LOZANÊ POLÎTÎKAYA ÎHMA Û PIŞAFTINÊ DEST PÊ DIKE 
 
Di 1639’an de di navbera Osmaniyan û Îranê de Peymana Qesrî Şîrîn tê îmzekirin û kurdan bi du beşan ji hev diqetînin û kurd ango Kurdistan di Peymana Lozanê ya di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de tê îmzekirin Kurdistanê dikin çar beşan û ji hev diqetînin. Tirkiye Qanûna Bingehîn a di 1921’an de pejirandiye û her çiqas heta dirêjî Lozanê dike jî di nava sê salan de jiyana hemû gelan a hevpar ji holê radike. 
 
Pirsgirêk ango meseleya kurd bi Qanûna Bingehîn a di 1921’an de ku dê were çarserkirin hatiye diyarkirin. Lê piştî Qanûna Bingehîn a 1921’an bi Qanûna Bingehîn a sala 1924’an re pirsgirêka kurd û hebûna kurdan tune hat hesabindin û li derveyî pergalê hatin hiştin. 
 
LI DIJÎ ÎNKARÊ RAPERÎNAN DEST PÊ KIR 
 
Piştî vê pêvajoyê kurd gav bi gav tên tasfiyekirin û li dijî kurdan komkujî, sirgûn, îmha û polîtîkaya tunekirinê dixin dewrê. Li dijî vê polîtîkaya înkar û îmhaya kurdan raperîna Şêx Seîd (1925), raperîna Agirî-Zîlan (1930) û raperîna Dersimê (1937) pêk tên. 
 
RAPERÎNA 29’EMÎN 
 
Nemaze piştî salên 1970’an înkar û îmhaya li dijî kurdan hin bêtir zêde dibe. Di van salan de bi pêşengiya Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) tê damezrandin û meriv dikare bêje têkoşînek nû ya kurdan dest pê dike. Ev têkoşîn ji aliyê dewletê ve wek “Raperîna 29’emîn” tê pênasekirin. Piştî damezrandina PKK’ê û têkoşîna wê şer li Kurdistanê kûr dibe. Ji 30 hezarî zêdetir însan jiyana xwe ji dest jiyana xwe ji dest da, cînayetên kiryar nediyar dest pê dikin û bi hezaran kurd dibin qûrbanê van kirinan û tên windakirin. Bi hezaran gund û deverên kurdan tên şewitandin. Bi deh hezaran kurd ji ber polîtîkaya zextên dewletê neçar man gund, mal û milkên xwe biterikînin û koçber bibin. Ji bo li hevkirina kurd û tirkan an go ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk were dem bi dem hevdîtin di navbera dewlet û PKK’ê de hatin kirin. Lê her ku hevdîtin pêk dihatin peşk li van hevdîtinan dihat xistin û nedigihîşt mexseda xwe. Her dawî di navbera PKK’ê û dewletê de bi navbeynkariya şandeyan di salên 2013 û 2015’an de hevdîtin hatin destpêkirin û navê “Pêvajoya Çareseriyê” li van hevdîtinan hatin kirin. Her çiqas du salan van hevdîtinan dest pê kir û ev pêvajo hat birêve birin jî negihîşt encamê û vê pêvajoyê ji 24 Tîrmeha 2015’an de carek din cihê xwe ji şer berda û hêj ev şer didome. 
 
PEYMANA DOLMABAHÇEYÊ 
 
Di navbera Şandeya Îmrali û dewletê de li Qesra Dolmabahçeyê li ber kamerayan peyman hat îmzekirin. Ev peyman neçû serî û bi destpêkirina şer re bi dawî bû. Di şeva 24’ê Tîrmehê de balafirên şer ji Amedê rabûn û herêma Qendîlê bombebaran kirin û pêvajo bi dawî bû. 
 
MA / Ferhat Çelîk