Komên çekdar li Rojava berê jinan dikin hedef

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 sal in şer didome. Di şer û êrîşên DAIŞ, El-Nusra, OSO, Sultan Murat û komên din ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de herî zêde jin bûn armanc. Li gorî Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Navendaw ê Îngiltere ye, heta 2018'an 106 hezar sivîl bi giştî 353 hezar û 900 mirov hatin kuştin û ji sedî 40 jin û zarok in. 

Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê 3'emîn didome. Navenda vîşerî ji Sûriye ye. Di destpêka vî şerê sêyemîn ê cîhanê ku piştî sed salan dewletên hegomon ê baviksalarî, ji bo axa Rojhilata Navîn parve bikin dest pê kirin de, Şere Sûriye heye. Di vî şerî de, di haman wextê de şerê wekaletê û hêzên paramiliter derdixin qada şer. Piştî ev hêz şandin qada şer reng û asta dijwariya şer hat guhertin. Ji roja şer dest pê kiriye heta niha, hêzên hegemon Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ‘perwerde û bi çek kirin' û şandin qada şer. Piştre navê wê kirin "Artêşa Nijadî ya Sûriyeyê". Komên çeteyan ên cîhatkar ku nêzî 30 komên çete di bin baneya wê de heye, ketin kijan qadê, berî her tiştî li ser bedena jinê ew der dagir kirin.  Di serî de Dewleta Tirk ku hamîyê van çeteyan e, li Sûriye qadên ku dagir kirin, li dijî jinan di asta herî jor de sûcên şer kirin û ev sucê şer didome. Li welatê Sûriye ku şer hêj didome, rapor û komkirina îstatîstîka sûcên li dijî jinan ne pêkan e. Di 15'ê Adara 2011’an de li Bajarê Daıra yê Başûrê welat, şer dest pê kir û li tevahiya welat belav bû. Piştî vî şerî hem sucê li dijî mirovahiyê yê Rejîma Sûriye hem jî sucên çeteyên paramiliter her ku diçe zêde dibe. Neteweyen Yekbûyî di sala 2018’an de raporek weşand. Li gorî vê raporê di şerê navxweyî de van komên çeteyan tecawizî hezaran jin û zarokên keç kirin. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Navendaw ê Îngiltere ye, di Adara 2018'an de bi belgeyan diyar kir ku 106 hezar sivîl û 353 hezar û 900 kes hatin kuştin. 56 hezar û 900 kesên winda bûn ne tev li vê hêjmara rapora Çavdêriyê ye. Rêxistina Çavdêriyê texmin dike ku kuştina 100  hezar mirov nehatiye belgekirin. Ji sedî 40 kesên hatin kuştin jin  û zarok in. Ji ber şer herî kêm 6,1 milyon welatiyên Sûriye ji nava welat de koç derve kirine. 5,6 milyon welatî jî koçî dervê welat kirine. 
Nêviyê welatiyên Sûriye ku bûne penaber jin in. Jinên ku çûne Tirkiyeyê, Lubnan û Urdunê bi rastî li wan fuhuş hatiye ferzkirin. Ji wan hatiye xwestin ku bi pereyan bibin hevjîn. 
 
DI ŞOREŞA ROJAVA DE JINAN PÊŞENGÎ KIR
 
Di şerê li Sûriyeyê de Gelê Rojava tev li şerê hêzên derve û dijdemokratîk nebûn û şoreş pêş xistin. Di şoreşa Rojava de jinan pêşengî kirin. Jinan di bin baneyê Hêza Parastina Jinan de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin. YPJ di 4'ê Nîsana 2013’an de îlan kirin. Êrîşên komên cîhadist ên wekî El Kaide, El Nusra yên li dijî Rojava ji aliyê YPJ’ê ve hatin şikandin. Hêzên parastinê ev êrîş têk birin. DAIŞ'ê di Cotmeha 2014’an de li Rojava êrîşî Kobanê kir. 
YPJ ya ku bi hezaran jinên parastina cewherî di bin baneyê xwe de vedihewîne, li Minbic, Tabqa, Rakka û Derazorê li dijî DAÎŞ’ê şer kir û ev bajar ji DAIŞ'ê rizgar kirin. 
Piştî DAIŞ di şerê ku jinan têde cih digirtin têk çûn, vê carê Dewleta Tirk ji bo Şoreşa Rojava bifetisîne, dest bi polîtikayên dagirkeriya Rojava bû. Tirkiye bi xwe tev li şerê dagirkirinê bû. 
Li vir sê armanc hebûn. Armanca yekemîn; xwest tola DAIŞ'ê ya ku hewl dida bi feraseta mêrê serdest li Rojhilata Navîn piştevaniya dewleta Tirk dike, hilîne. Ya duyemîn, xwest Şoreşa Rojava ku bi destê jinan hat avakirin hilweşîne û têk bibe. Ya sêyemîn jî xwest rê li pêş pergala Rojva ya ku di pêşengiya Jinên Kurd de li Rojhilata Navîn dibe model û belav dibe bigire. 
 
POLÎTÎKAYÊN TIRKBÛNÊ XISTIN MERIYETÊ 
 
Dewleta Tirk, di 24'ê Tebaxa 2016’an de, bi DAÎŞ'ê re li hev kir û li gorî peymanê Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin. Li aliyekî welatî bi zorê ji cihê wan koçber kirin, li aliyê din polîtîkayên Tirkbûnê xistin meriyetê. Li aliyê dîtir li dijî mirovan sûc kir. Sûcê herî giran jî, li dijî jinan kir. Dewleta Tirk a dagirker, di êrîşên li van herêman de, sivîl kuştin. Der barê kuştina sivîlan de raqamek zelal tune ye Li gorî daneyên Mala Çavderiyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê; nêzî 2 hezar mirov li vê herêmê hatin înfazkirin. Ji 3'an 2 parên hatin înfazkirin jin bûn. Der barê jinên ku çeteyan ew revandin û tecawizî wan kirin aganiyek saxlem nayê bi destxistin. Di dîmenek ku di sala 2018’an de li herêmê hat parvekirin, zilma li jinan hatiye kirin, tîne ber çavan. Çeteyan tecawizî jina bi navê Reşa Bisîs kirin. Piştre hevalê wê yê mêr ew li kolanê kuşt û got "Min namûsa xwe paqij kir." Ev dîmen belav bûbû. 
 
HEMÛ CÎHANÊ EFRÎN TEMAŞE KIR LÊ DENGÊ XWE NEKIRIN
 
Dewleta Tirk di 20'ê Çileya 2018’an de li Rojava êrîşî Efrînê kir. Hemû cîhanê ev êrîş temaşe kir û dengê xwe nekir. Îşkenceya ku eskerên Tirkiyeyê li bedena Şervanên YPJ'ê Barin Kobanê kirin di medya de jî belav bû. 
Wekî her derê, di dagirkirina li Efrînê de jî hedefa ewil a dagirkeran de jin hebûn. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, aşkere kir ku li bajarê ku ket kontrola TSK'ê û komên girêdayî wê, li dijî Hezar û 564 jinan sûcê mirovahiyê kirine. Zarok bi zorê zewicandin. Endamên Tugaya Sultan Murat a di bin baneyê Artêşa Nijadî ya Sûriyeyê (SMO) de di meha Gulanê de ewil zaroka 16 salî Melek Nebih Halîl revandin, piştre tecawizî wê kirin û qetil kirin. Welatiyan cenazeyê Melek di 7'ê hezîranê de di nava baxçeyekî zeytûnan de dît. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di çileya borî de aşkere kir; Dewleta Tirk û komên girêdayî wê li Efrînê sûcê şer kiriye. Ji sedî 50 sûcê şer li dijî jinan pêş ket. Daxuyaniya NY'ê wiha ye: “Li nokteyên ku şerê Komên çekdar ên zordar, tundiya li dijî jinê bêtir e. Mafê jinê zêde tê binpêkirin. Bi zorê dixazin jin û zarok parê xwe bigirin. Dîsa jin û zarokên di nokteyên kontrola wan re derbas dibe tecawizî wan dikin." 
 
KRASÊ NÛ YÊ OSO'yê: SMO 
 
Dewleta Tirk, di 9'ê Cotmeha 2019’an de bi navê ‘Artêşa Nijadî ya Sûriyeyê' (SMO) kirasekî nû li komên çeteyan kir û ajot kada şer. Li gel vê komê êrîşî Serekaniye û Girê Spî kir. Dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. 
Li vir jî ewil jin kirin armanca xwe. Di 12'ê Cotmeha 2019'an de Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrin Xelef li ser rêya M4 ji maşina wê derxistin û bi îşkenceyê qetil kirin. 
Cîhatkaran ev sûcê li dijî mirovahiyê û hov li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kirin. Şervana YPJ'ê Amara Renas qetil kirin û îşkence li bedena wê kirin. Dîmenê bedena wê ya bê ruh, di 26'ê Cotmehê de belav kirin. Komên çekdar ev dîmen qeyd kirin û li ser medya civakî parve kirin. Li bajarên ku hêzên dagirker lê bi cih bûne, li dijî jinan sûcê şer dikin. Ev nûçe her roj belav dibin. 
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, komên çekdar li gelek gundên Girê Spî gelek jin revandin. Dîsa li herêmê bi zorê çarçefa reş li wan kirin. Li Serêkaniyê jî di nava 3 mehên dawî de 5 jinên Çeçen, 2 jê Kurd û 23 jê Ereb bi giştî 33 jin revandin. 
 
HER ROJ JINAN QETIL DIKIN
 
Li bajar û herêmê ku dewleta Tirk îşgal kiriye her roj jinan qetil dikin, tecawiz dikin û sucê şer ê li dijî jinê dikin. Ev suc her roj zêde dibe. Herî dawî di 24'ê Hezîranê de li Gundê Helîncê yê Kobane Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelil û li gel wan kedkara Şoreşa Rojava Emine Weysî bi SÎHA qetilh kirin. Rêxistinên navneteweyî jî li şûna van sûcan bike belge û bertek nîşan bide, li qadên hatine dagirkirin û sûcê şer heye çavê xwe digire.