Li Idlibê zingil ji bo Tirkiyê lê dide

img

IDLIB – Tirkiye ya ku terefê şerê navxweyî yê Sûriyê û Lîbya dike hindik maye ku ew û partnera xwe Rûsya ji hev biçin. Tirkiye li Idlibê piştgirî ji NATO’yê werdigire û loma jî navbera wê Rûsya xera dibe û li Lîbyayê jî şer dike. 

Li Idlibê dîsa şer germ dibe. Idlib bajarê Sûriyê ye û bûye navenda şer. Rejîma Sûriyê û Rûsya li nokteyên grûpên selefî û radîkal ên di bin banê Tirkiyê de ne didin û ev kom jî dixwazin xwe biparêzin. Tê diyarkirin ku wê rêya navnetewî ya M4 û herêma Ceabel Zaviye bibe cihê şerê nû. Rejîma Sûriyê, Îran, Rûsya û Tirkiyê amadekariyên şer dike. NATO jî bi destê Tirkiyê dixwaze xwe tevlî şerê Idlibê bike. Dibe ku NATO li Sûriyê ji bo hemû hêzan pozîsyonên cuda biafirîne. 
 
RÊYA M4 
 
Rejîma Sûriyê di destpêka salê de li Idlibê operasyonan pêk anî. Grûpên Tirkiye alîkarî dide wan gelek qadan winda kirin. Heta rêya navnetewî ya M4 paş ve çûn. Operasyon bi peymana Rûsya û Tirkiyê ya di 5’ê adarê de rawestiyabû. Biryar hatibû dayîn ku rêya M4 ku ji Helebê heta Lazkiye dirêj dibe ji aliyê her du hêzan ve were kontrolkirin. Lê belê ji ber grûpên wek Heyet Terîr El Şam (HTŞ/El Nusra) û gelek grûpên din li dijî peymanê derketin û bi çalakiyan dewriyan sabote kirin. Rûsya bang li Tirkiyê kir ku wezîfeyên xwe bîne cih. Tirkiye jî tenê xwest bûyer werin sekinandin. HTŞ û grûpên din jî dibêjin ku Tirkiye sozên daye wan pêk neaniye. 
 
DAWIYA AGIRBESTÊ NÊZ XUYA DIKE 
 
Derdora rêya M4 û herêma Cabel Zaviye ya di navbera Hema û Idlibê de wek qada şer ya nû tê dîtin. Nokteya çavdêriyê ya 10’emîn a Tirkiyê li herêma Cabel Zaviye ye. Hem rejîma Sûriyê û hem jî hêzên milîsên girêdayî Îranê hêza xwe sewqî wir dikin. Tirkiye jî li dijî vêy ekê çekên giran bicih dike. Heta îro bi dehan peyman û agirbest ji bo Idlibê hatin sepandin lê hemû bi dawî bûn. Peymana dawî hat kirin jî ber bi dawiyê ve diçe. Rejîma Sûriyê dê bi desteka Rûsyayê li dijî herêmê operasyona muhtemel pêk bîne.
 
HELWESTA NATO’YÊ
 
NATO û Tirkiye bi boneya Idlibê li hev kirin û plansaziyan kirin. Ev jî li ser hevdîtina Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê DYA’yê James Jeffrey a bi Tirkiyêr e pêk hat. Di çarçoveya van hevdîtin û plansaziyan de li Idlibê pergala parastina hewayî ya bi navê HAWK ku envantera NATO’yê ye hat bicihkirin. Tirkiye dixwaze HAWK’an li dijî operasyona hewayî ya Rûsyayê bikar bîne. Lê di mijara Idlibê de Tirkiye ji NATO’yê bêtir destekê dixwaze. Li Idlibê deriyên nû yên şer hatine vekirin û hem hêzên navneteweyî hem jî hêzên herêmê li gorî vê yekê amadekariyên xwe dikin. 
 
LÎBYA Û IDLIB LI SER HEV BANDORÊ DIKIN 
 
Hêzên navneteweyî û taşeronên wan, meseleya Idlibê û şerê navxweyî yê Lîbyayê derbasî nav hev kir. Tiştên li Lîbya diqewimin tesîra xwe li ser rewşa Idlibê jî dike. Ev jî ji ber vê yekê pêk tê ku Rûsya û Tirkiye hem li Idlibê ne û hem jî li Lîbyayê ne. Her çiqas her du hêz yanî Rûs û Tirk li hin cihan bi hev re bin jî lê her du hêz jî li dijî hev siyasetê birêve dibin. Niha ev her du hêz bi krîza Lîbyayê re rûbirû mane. Rayedarên Tirkiyê û û Rûsya dixwestin li ser krîza Lîbyayê civîn li dar bixin lê civîn pêk nehat. Agirbesta ji bo Lîbyayê hatibû ragihandin dibe ku her kêlî bi dawî bibe. Her du hêz jî niha li ser krîza Lîbyayê difikirin û di heman demê de ji bo Idlibê amadekariyan dikin. Tê gotin şerê li Lîbya wê sîrayetî ser Idlibê jî bike û Rûsya û Tirkiye li ser vê mijarê di nava lêgerînê avakirina hevsengiyek nû de ne. 
 
MA / Nazim Daştan