'Ger em bi hev re dijîn, wê demê divê em bihev re bi rê ve bibin' 2020-03-06 09:23:03 WAN - Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, cihê jinê û hevserokatiyê yê di rêveberiyên herêmî de nirxand û Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Mînaz jî, bal kişand ser girîngiya jiyana pev re ya jin û mêran û pev re bûna wan a di pêvajoyên birêvebirinê de.  Siyaseta kurd, bi pergala hevserokatiyê hewl dide li qadên jiyanê hemûyan wekheviyê û edaletê pêk bîne. Her wiha jinên kurd ji bo demokratşkbûyîna siyaset û civakê, ji bo veguherandina bajarên ji ekolojiyê dûr ketine bi feraseta azadiya zayendî tev digerin û xebatên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de Hevşaredara Şaredariya Qersê Şevîn Alaca û Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Mînaz, cihê jinê û hevserokatiyê ya di rêveberiyê herêmî de û girîngiya jiyana pev re ya jin û mêran û ya di pêvajoyên birêvebirinê de nirxandin.    Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, destnîşan kir ku piraniya xizmetên rêveberiyên herêmî rasterast bandorê li jinan dikin û got: "Cih girtina jinan a di plansaziya van xizmet û projeyan de û cih girtina wan a di van rêveberiyan de pir girîng e. Hevserokatî, pergaleke pir girîng e û awayekî rêveberina îdarî ye. Partiya me ev pergal aniye welê. Bi taybetî jî jinên di civakê de di nav komên dezavantajî de cih digirin, bi temsîliyeta wekheviyê tavkariyeke cidî li pêvajoya demokratşkbûyînê dikin. Ji ber ku sedema pirsgirêkên jinan feraseta mêrî ye, îjar cih girtina jinan a di çareserkirina van pirsgirêkan û rêveberiyên herêmî de, bi awayekî aşkere nîşaneya cihê jinê ye."    'HEGER EM BI HEV RE DIJÎN, NEXWE EM Ê BI HEV RE BI RÊ BIRYARAN BIGIRIN'   Alaca, destnîşan kir ku bi pergala hevserokatiyê re li Qersê di warê ferasetê de veguherînek çê bûye û got, divê ev yek wekî "parvekirina qoltixê û îqtîdarê" neyê famkirin.    Alaca, got: "Divê hevserokatî, wekî hêza hevpar a vînê û biryargirtinê, ya jin û mêr bê dîtin. Helbet di dema pêkanînê de zor û zehmetî derdikevin pêşiya mirov. Lê di warê peywir û weziyetê de tu ferqa her du hevserokan ji hev tuneye. Heger em bi hev re dijîn, nexwe divê em bi hev re biryarê bigirin û bi hev re bi rê ve bibin."    'EM JINAN, JI JINAN GUHDAR DIKIN'    Alaca, anî ziman ku li taxan bi jinan re civînan çê dikin û di van civînan de bal dikişînin ser girîngiya pergala hevserokatiyê û cihgirtina jinan a di rêveberiyên herêmî de.    Alaca, got: "Em pirsgirêkên wan rasterast ji wan guhdar dikin. Em pêşniyarên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkan guhdar dikin. Em bi vî awayî hewl didin ku jin daxilî nav rêveberiyan bibin."    'SEDEMA SERKETINÊ PERGALA HEVSEROKATIYÊ YE'    Endama Meclîsê ya Şaredariya Tûşbayê Aşye Mînaz jî bibîr xist ku hê jî li Tirkiyeyê rêveberiyên herêmî di salên 1950'yî de ye û wekî "xebatên rê, av û qenalîzasyonan" tên wesfandin. Mînaz, got: "Ev xizmetine elzem in. Lê belê serdema ku em tê de ne, xizmeta mekanîzmaya rêveberiyên herêmî hinekî dorfirehtir dike. Ji bo qalîteya jiyanê bê zêdekirin û li civakê berbelav bibe pêdivî bi jina, bi navendên çandê, navendên jiyan û ciwanan heye. Ev jî bi rêveberiyên herêmî pêkan e. Di rêveberiyên herêmî de hebûna jinê, hem fêmkirina hevcinsê xwe hem jî pêdiviyên di vî warî de derdixîne holê. Bi taybetî jî li qadê serketina pergala hevserokatiyê ji ber vê ye."    ‘NIHA JIN BÊTIR AZAD IN'    Mînaz, bal kişand ser girîngiya cihgirtina jinê ya di nav mekanîzmaya xizmetê ya rêveberiyên herêmî de û got: "Di xebatên hilbijartina 2014'an de bêyî ku jin derî li me vekin, li pişt derî li me mêze dikirin, lê niha gava em diçin bi awayekî rihet û azad deriyên xwe vedikin."    Mînaz, bal kişand ser beriya îqtîdara AKP'ê û îşaret bi encamên îslama siyasî kir. Mînaz, got: "Niha îqtîdareke ku şanoyên dewletê jî tehemûl nake heye. Naxwazin li tu derî çav li jinê bikevin. Di serdema me de gava qeyûm hat Navenda Jiyanê ya Jinê tahsîsî weqfekê kir. Ev peyamine pir girîng in. Divê em wan baş bibînin û peyamên wan baş bixwînin. Dixwazim ji sazî, komele û platformên jinan re vî tiştî bêjim. Li herêmê qeyûman destekftiyên jinan serobino kir. Ji bo berbihevanînê helbetw ext lazim e. Lê belê berî ku wext derbas bibe em her roj li qadê ne û dixebitin. Hûn jî piştgiriyê bidin me."    MA / Ozlem Yayan