Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê 2020-03-05 09:39:46 ŞENGAL - Di destpêka salên 2017’an êdî beşeke mezin a Êzidxanê ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û gelek malbatên ku ji ber fermanê koçber bûbûn, vederiyan axa xwe. Hêzên YBŞ-YJŞ’ê xwe rêkûpêk kirin û nîzama xwe ya leşkerî ava kirin û ewlehiya herêmê pêş xistin. Piştî avakirina YBŞ û YJŞ'ê şert û mercên jiyana li Şengalê bêtir asayî bû.  Beriya salên 2017'an gelek Êzidiyên di destê DAIŞ'ê de hatin rizgarkirin. Piştî YBŞ û YJŞ hat avakirin li Şengalê ewlehî û aramî pêş ket û Şengal jî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin. Lê hikûmeta Tirkiyeyê piştî vê pêvajoyê ku DAÎŞ negihiştî armanca xwe, li dijî Şengal û Êzidiyan dest bi gef û êrîşan kir. Êrîş, tenê bi gefan sînordar neman. Tirkiyeyê bi hevkariya nokerên xwe xwest li herêmê aramî û ewlehî çênebe, xelkê koçber bûyî venegerin xaka xwe û Şengal her wêran û vala bimîne. Ji bo bigêje armanca xwe ya dagirkeriyê êrîşên hewayî pêk anî. Dîsa Adara 2017’an bi pêşengiya ‘Pêşmergeyên Roj’ êrîşek li ser Xanesorê pêk hat. Di vê êrîşê de 12 endamên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dan.  2 gerîlayên HPG'ê ku dixwazin navbeynkariyê bikin û şer rawestînin jî jiyana xwe ji dest dan. Dîsa hevpîşeya me rojnameger Nûjiyan Erhan jî bu hedefa êrîşkaran û jiyana xwe ji dest da. Dema ku bûyer rû da, gel bi girseyî meşiyan cihê bûyerê. Gel rastî gulebaranê hat û Nazê Naîf a Endama Tevgera Jinên Êzidî bû, bû hedefa êrîşê û jiyana xwe ji dest da. Lê şervanên YBŞ'ê bergirî kirin û nehiştin pêşmerge pêşve bên û bikevin Şengalê.  Di encama tevahiya vê pêvajoya qirkirin û tinekirina civaka Êzidî de armanca çete û palpiştên wan pêk nehat. Nagihên armanca xwe. Lewre hikûmeta Tirkiyeyê ku palpiştiya DAÎŞ'ê dikir, piştî têkçûna DAÎŞ'ê ew bi xwe êrîş kir û destkeftiyên Êzidiyan kir armanc. Ji dîrokê ve plangeriyên Tirkiye li herêmê hene. Ne tenê li ser Şengalê; Musil, Kerkuk hwd jî têde, herêmên Başûrê Kurdistanê ku weke ‘Sînorên Misaqî Milî/Sînorên Neteweyî’ pênase dike, dixwaze dagir bike. Hincetên cur be cur ji xwe re çêbike jî armanca wê ya esasî dagirkirina Kurdistanê  ye.    PÊŞENGÊ ÊZIDIYAN ZEKÎ ŞENGALÎ KIRIN HEDEF   Di 15’ê Tebaxa 2018’an de balafirên TSK'ê ‘Mamê Civaka Êzidî’ Mam Zekî Şengalî kirin armanc. Hikûmeta Tirkiyeyê bi hedefgirtina Zekî Şengalî xwest civaka Êzidî bê pêşeng bihêle, nehêle di nav Êzidiyan de tifaq pêk bê. Lewre Zekî Şengalî weke ‘Stûna Tifaqa Êzidiyan’ tê dîtin. Bi hedefgirtina Mam Zekî Şengalî xwestin hêzên ewlehiya Êzidiyan belav bikin. Lê berovajî çêdibe, dewleta Tirk nagihêje armanca xwe, civaka Êzidî zêdetir xwedî li hêzên xwe yên leşkerî derdikeve. Li hemberî van êrîşan tevahiya cîhanê bê deng û bê bertek ma û helwestek nehat nîşandan. Hem zilhêz, hem dewletên herêmê, nexasim jî dewleta Iraqê û herêma Kurdistanê li hemberî van êrîşan bêdeng man. Lê ji bo ku ev êrîş ne tenê li hemberî YBŞ'ê, di heman demê de binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye jî pêwist bû pêşî lê bihata girtin, lê bertek nahet nîşandan. Li gorî daneyên YBŞ û MXDŞ’ê heta niha Tirkiye 7 caran li ser Şengalê êrîşên hewayî pêk anîne. Ji van 2 heb bi balafirên şer, 5 heb jî bi balafirên keşfê pêk anîne. Êrîşên Tirkiyeyê yên pêk hatîn wiha ne:   *24’ê Nîsana 2017’an êrîşek pêk hat û di vê êrîşê de şervanekî YBŞ'ê(Gênco) û 5 Pêşmerge jiyana xwe jidest dan, 9 pêşmerge birîndar bûn.    *15'ê Tebaxa 2018'an, dewleta Tirk bi balafiran êrîş kir û di êrîşê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, saet derdora 16'an rastî êrîşê  hat û jiyana xwe ji dest da.    *13'ê Kanûna 2018'an balafirên TSK'ê geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê bombebaran kir. Di vê bombebaranê de  3 karkerên ji Kobanê jiyana xwe jidest dan. Her sê karker ên bi navê Xelîl Qere Elî, Mistefa Hecî Qolanê û Mehmûd Xan Temo yên ji gundê Helincê yê Kobanê bûn, ji bo debara xwe li herêmê dixetin.   *4’ê Mijdara 2019'an saet 13:10’î de Tirkiyeyê careke dîtir bi balefirên keşfê yên bi çek (SİHA) êrişî baregehên YBŞ'ê kir. Di encama vê êrîşê de 3 şervanên YBŞ'ê birîndar bûn.    *5’ê Mijdara 2019’an Gundê Barê yê bi ser Şengalê ve rastî êrîşa balafirên dewleta Tirk hatin. Di vê êrîşê de kesan jiyana xwe ji dest naden lê gelek ziyana maddî çêbûn.    *19’ê Mijdara 2019’an saet derdora 10:30’î balafirên Tirkiyeyê ên keşfe (SÎHA) li Xanesorê careke dîtir baregeha YBŞ'ê bombebaran kir. Di bomberdûmanê de 5 şervanên YBŞ'ê birîndar bûn. Şervanê YBŞ'ê Egîd Şengal ê di encama êrîşê de birîndar bûn, 20’ê Mijdarê li nexweşxaneyê dema tê dermankirin jiyana xwe ji dest da.    * 15'ê Çileya 2020’î Tuirkiyeyê dîsa êrîş tîne ser gundê Dugurê yê girêdayî nehiyeya Sînunê ya Şengalê. Di êrîşê de ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û Hemîd Şengalî, li gel şervanên YBŞ'ê Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî jiyana xwe ji dest dan.    DI DIJÎ ÊRÎŞAN YBŞ'Ê XWE BÊTIR XURT KIR   Di van êrîşan de Tirkiye armanc kir ku civaka Êzidî ji hev belav bike, nehêle vegerin xaka xwe, hêzên xwe yên ewlehiyê çêbike û pergaleke xwe ya xwerêveberiyê çêbike. Lê YBŞ'ê li hemberî van êrîşan rêxistina xwe xurtir kir û xwe bihêztir kir.  Di vê heyamê de gelek gef û gurrên dewleta Tirk li ser Êzidxan û destkeftiyên Êzidiyan çêbûn. Lewre KCK eşkere kir ku civaka Êzidî ji fermanê hatiye rizgarkirin. KCK'ê diyar kir ku naxwazin dewleta Tirk bi hebûna gerîla ya li herêmê bike hincet û destkeftiyên Êzidiyan bikevin metirsiyê. KCK raber kir ku êdî YBŞ-YJŞ dikare civak û axa xwe biparêze, têra xwe dike, lewre gerîla ji qadê vedikşînin. Piştî daxuyaniya KCK'ê ya 01 Nîsana 2018’an gerîlayên HPG-YJA STAR’ê ji raya giştî re ragihand ku ji Şengalê vedikişin.  Her çiqas gelê Êzidî nexwestibe gerîla ji qadê biçe jî piştî ku peywira xwe pêk tîne, ewlehiya Êzidxanê têkûz dike, zarokên wê xakê ji aliyê leşkerî ve ji bo ku bikaribin ji her aliyî ve li hemberî her kesî xwe biparêzin rêxistin kir û erka xwe bicih anî ji qadê vedişiya. YBŞ-YJŞ ji aliyê pergala leşkerî ve xwe rêxistin kir û bi artêşa Iraqê re jî hiqûqê xwe danî. Têkiliyên YBŞ'ê yên bi dewlet û artêşa Iraqê re li ser esasê tifaq û hevkarî pêk tên. Dîsa YBŞ weke beşeke leşkerî ya artêşa Iraqê tê qebûlkirin û naskirin. Hewldan hene ku di nava destûra Iraqê de hiqûq û cihekî civaka Êzidî û destkeftiyên wan hebin. Di vê dorhêlê de asteke baş a têkiliyan bi dewleta Iraqê hatiye sazkirin û ev di asta herî jor de tên kirin. YBŞ, di encama vê tifaqê de heta niha gelek operasyon û pêngav bi artêşa Iraqê, Heşdî Şabî, ango bi hêzên dewleta Iraqê yên fermî re pêk anîne. Çi li Şengalê, çi li derveyî Şengalê gelek operasyon bi hev re hatine kirin. Piştî DAÎŞ hem ji herêma Şengalê, hem jî ji Musil û derdorê wê tê paqijkirin, hêzên parastinê yên Êzidxanê ji nû ve xwe li herêmê rêk û pêk dikin û dest bi têkûzkirina nîzama leşkerî û asayîşê dikin. Di vê çarçoveyê de ji aliyê leşkerî ve, YBŞ-YJŞ weke hêzên leşkerî dibe xwedî asûn û erk; ji aliyê dî ve Hêzên Asayîşa Sivîl, Polîsê Trafîkê hwd tên avakirin. Ev hemû hêz jî di bin banê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) de tên komkirin û hiqûqê wan tê çêkirin. Dîsa bi hikumeta navendî re di encama danûstandinan de asta têkilî û hiqûqekê tê danîn û hêzên leşkerî yên Êzidxanê bi awayekî fermî nav nîzama ewlehiya Iraqê de cihê xwe digirin û hiqûqê wê ji aliyê artêşa navendî ya Iraqê ve jî tê qebûlkirin.    RÊXISTIN Û SAZÎ JI NÛVE LI ŞENGALÊ HATIN AVAKIRIN   Li Şengalê piştî rizgarkirina bajêr ya ji çeteyên DAÎŞ'ê re, ne tenê di warê leşkerî de, di warê avadanî û ji nû ve sazûmaniya civakî de jî gelek geşedan û pêşketin pêk hatin. Meclîsa Şengalê ku di rewşên awarte de ava bûyî, xwe li gorî ji nû ve sazûmaniyê rêkûpêk dike û dest bi xebatên xwe kir. Di vê dorhêlê de gelek sazî û rêxistinên civaksazî û avadaniyê tên avakirin. MXDŞ di çarçoveya xebatên civakî de navenda bajarê Şengalê jî tê de li her komalgeh û gundên wê meclîs û komunên gel ava dike. Di van meclîsan de civak bi rêkûpêkî li hev dicive û pirsgirêkên xwe guftugo dike û jê re li gorî derfetan çareserî digere. Tevahiya saziyên Şengalê bi şêwaza hevserokatiyê xwe rêxistin kiriye û bi rêve dibe.   Di serî de di qadên tenduristî û perwerdehî de gavên şênber hatine avêtin. Nexweşxane hatine vekirin û di van nexweşxaneyan de gel, piranî bê pere yan jî bi pereyekî pir kêm tê tedawîkirin. Her wiha di nexweşxaneyên gel de derman bê pere ji gel re tên dayîn. Dîsa şaredariya Şengalê, li ser esasê şaredariyên gel, li her komalgehekê şaredariyekê peywirdar kiriye û bi awayekî kolektîf xebatên xizmetguzarî tên kirin. Di serî de pirsgirêkên gel ên weke av, kehrebe/ceyran, rêya qîr a gundan hwd tên çareserkirin. Li gorî derfetan sotemeniya ji bo zivistanê ji gel re tê belavkirin.  Mijareke din a ku di bin banê MXŞD’ê de hatî pêşxistin qada perwerdê ye. Navenda Şengalê jî tê de li gelek komalgehan dibistan hatine vekirin û seranserî rojê perwerde tê dayîn. Li dibistan û medreseyan hem bi zimanê Kurdî, hem jî bi zimanê Erebî perwerde tên dayîn.    Polîtîkyên li ser Şengalê bi êrîşên dewleta Tirk ve jî sînordar namînin. Piştî hewqas êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê, niha jî ketiye rojevê ku dê li herêma di navbera Zûmmar û Şengalê de kampeke DAÎŞ’iyên girtî û malbatên wan bê çêkirin û DAÎŞ’î di vê wargehê de bên ragirtin. Her çiqas angaştên ku dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî di nav xwe de ji bo vê mijarê nîqaş hatiey kirin û birayar girtine, hebin jî, hem ji civaka civaka Êzidî, hem jî civakên Erebî, serokeşîrên Êzidî û Ereb nerazîbûn nîşanê vê biryarê didin û fikarên xwe tînin ziman. Her wiha tê angaştkirin ku di parlamentoya Iraqê de li hemberî vê mijarê hejmerek (nêzî 30 wekîlan) parlementeran îmze kom kirine ku ev biryar bê betalkirin û sekinandin.    NAKOKIYÊN DI NAVA HIKÛMETA IRAQ Û KURDISTANÊ DE DIDOMIN   Hêj travmaya civakên herêmê ya ji ber DAÎŞ'ê, nexasim jî travmaya civaka Êzidî neqediyayî, hêj birînên xwe nepêçayî, rojevkirina mijareke vê travmayê kûrtir kir. Hişt ku fikar û gumanên civaka Êzidî yêm metirsiya qirkirinê neqedin. Lewre berdevk û nûnerên saziyên Şengalê diyar dikin ku dê bi tundî li dijî biryareke wiha derkevin. Destûr û riza nîşanî hewldaneke wiha nadin! Hêj jî di navbera hikûmetên Iraq û Kurdistanê de nakokî û hevrikiyên ciddî hene ku dixwazin li ser herêma serwer bibin. Ji bo wê tê angaştkirin ku di navbara her du hikûmetan de bazarî tên kirin ku careke dîtir pêşmerge bikeve Şengalê û bi rêve bibe. Lê belê jixwe niha li Şengalê hem hêzên xwe yên leşkerî (YBŞ) hem Aşayîş û polîsên xwe yên trafîkê hene û girêdayî MXDŞ’ê ne. nûnerên MXDŞ’ê diyar dikin ku ji bilî her hewldan û nêzikatiya bê raberkirin, li dijî îradeya civaka Êzidî ye ne ji bo çêkirinê ji bo xirabkirinê dê bihesibînin û helwestan wan dê li gorî vê be. Her wiha diyar dikin ku ji bilî saziyên ku ji aliyê zarokên vê civakê ve hatî avakirin û bi bedelên giranbiha hatî pêşxistin ti hêz û qebûl nekin. Bi kurt û kurmancî di demeke ku Şengalê birînên xwe piçekî pêçayî de ji nû ve pêşketina nîşaneyên aloziyê nediyariyê bi xwe re tîne û nahêle ku aramiyeke mayînde li herêmê pêk bê.    MA / Mem Avba