Armanca TSK-SMO ya li gorî agirbestê tevnagere, Til Temir û Rêya M4 e 2019-11-13 13:29:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî DYA û Rûsya bi Tirkiyeyê re mutabakata agirbestê îlan kir, li gel ku heta niha QSD  li gorî mutabakate tev digere jî Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Hêzên bi pere yên girêdayî Tirkiyeyê SMO, li herêma 32 kilometreyan êrîşên xwe berdewam dike. SMO(ANS) êrişî Rêya bejayî ya M4  û Til Temîrê dike û dixwase herêmê desteser bike. DYA û Rûsya jî vê yekê temaşe dikin. Êrîşên Tirkiyeyê yen piştî 9'ê Cotmehê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 36'an de berdewam dike. Tirkiye beriya dest bi êrişan bike, hêza çekdar "Artêşa Niştiman a Sûriyeyê (ANS) MSO/OSO ku ji endamên DAÎŞ û El Kaide pêk tê ava kir. Tirkiye piştî MSO (ANS) ava kir di 09'ê Cotmehê de MSO xist pêşiya xwe û dest bi êrîşan kir. 36 rojin êrîşên Tirkiye yên li herêmê didome. Heyeta DYA di 17'ê Cotmehê de hatin li Enqere bi Tirkiyeyê re mutabakat îmze kirin. Serokê Rusyayê Vilademir Putîn jî di 22'ê Cotmehê de bi Tirkiyeyê re mulakata agirbestê îmze kir. Li gel ku QSD'ê li gorî biryara agirbestê hêza xwe vekişand jî dîsa êrîşên Tirkiyeyê bi destê MSO(ANS) berdewam dike. Li gorî mutabakata agirbestê:    * TSK, dê 120 saetan navber bide "Bariş Pinar Haraketî". Hêzên YPG'ê dê xwe ji herêmên "ewle" vekişîne.   * Li "Herêma Ewle" ku bê avakirin, dê di kontrola eskerên Tirk de be. TSK dê li herêmê ji hemû ewlehî û aramiya gelê herêmê berpirsiyar be.    * Dê çekên giran ji destê YPG'ê bên girtin. Dê hemû kozikên YPG'ê tevî çekan bên betalkirin.    * DYA û Tirkiye yekîtiya siyasî û tevahiya axa Sûriyeyê taahhut dike. Giredana xwe ya peymana NY'ê nûjen dikin.    Li gel vê peymanê dîsa êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmê berdewam kirin. Her çend diyar bikin ku dê demografiya herêmê neyê guhertin jî êriş û plan berdewam dikin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî bi sed hezaran mirov ji ser axê koç kirin. Hêza Paramiliter SMO jî li dijî Girê Spî û Serêkaniyê êrîşên xwe berdewam dikin. Mal û milkê gelan talan û wêran dikin.    Her çend Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gorî peymanê tev geriya jî dîsa êrîşên li heremê berdewam kir. Piştî QSD'ê bi Rejîma Sûriyeyê muzakere kir û di garantoriya Rûsyayê de li seranserî sînor Artêşa Sûriye û Rûsya bi cih bûn jî dîsa êrîşên Tirkiyeyê yên liser Girê Spî û Serêkaniyê berdewam kir û radestî TSK'ê kirin. Di 22'ê Cotmehê de di navbera Serokê Rûsya Putin û Serokê AKP'ê Serokomar Tayyip Erdogan ji bo 150 saetan agirbest hat ilankirin. Lê dîsa êrîşên TSK'ê berdewam kir.    Li gorî peymana Soçî wiha ye:    * Herdu alî dê yekîtiya siyasî û tevahiya axa Sûriyeyê biparêzin    * Li gorî vê yekê qada Girê Spî û Serêkaniyê ku dikeve bin kontrola "Barış Pınarı Harekâti" de dê statukoya wargehê bê parastin.    * Hêzên YPG'ê dê ji Menbic û Tel Rıfatê bên derxistin.   Li gel taahhuta hat îmzekirin jî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kirin.    Her çend hêzên QSD'ê ji herêma 32 kîlometre xwe vekişandin jî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Girê Spî û Serêkaniyê û Til Temirê berdewam dikin. Hêzên SMO yên li Bakurê Girê Spî armanc dikin ku Rêya M4  û Til Temir ku warê Suryanî û Ermeniyan e dagir bikin. Êrîşa SMO û TSK'ê didome û li gel peymanê DYA û Rûsya van êrîşan temaşe dikin. Heta niha Rusya û Tirkiye 5 caran li ser sînor dewriye geriya. Herî dawî duh li Rojhilatê Kobanê Tirkiye û rûsya dewriye geriyan û rastî êrîşa bi kevir a welatiyan hatin. Eskerên tirk bi çekan bersîv da êrîşa bi kevir û gelek welatî birîndar kirin. Gelê Qamişlo, Dêrik û Kobanê bertek nîşanî dewriya eskeran da û wekî "Hêzên dagirker" pênase kirin. Di dewriyeyên TSK'ê de eskeran sivîlek kuştin û 10 welatî birîndar kirin.    MA / Nazim Daştan