Îttifak û stratejiyên nû li Sûriyeyê tên avakirin 2019-11-02 10:30:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Tirkiye bi destûra DYA û Rûsya ket axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dest bi êrîşan kir, hevsengiya li qadê hat guhertin. Rêveberiya Xweser, ji bo pêşeroja Sûriyeyê bi Rejîma Şamê re ket nava tevgerê, Rûsya û DYA jî her çend li hev kiribin jî, niqaşên li ser petrolê didomin.    Serokê DYA'yê Donald Trump bi biryara ‘Vekişînê" destûr da ku Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Piştî Tirkiye êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir hevsengiyên li herêmê hatin guhertin. DYA hêzên xwe ji herêma Serêkaniyê û Girê Spî vekişand û Tirkiye di 9'ê Cotmehê de êrîşî kir. Tirkiye bi TSK'ê û OSO(SMO), bi tang, top, fuze û balafirên şer êrîş kirin û her çend agirbest piştî 17'ê Cotmehê hat îlankirin jî êrîşên Tirkiye yên li Serêkaniyê û Girê Spî didomin. Hat diyar kirin ku êrîşa Tirkiye bi destûra Rusya û DYA hatiye dayîn. Ji ber ku DYA sewa hewa ji Tirkiye re vekirî hişt û hêza xwe vekişand, Tiriye hem êrîşa hewayî û hem êrîşa bejayî pêk anî. Dîsa pitî Tirikye berê xwe da Rûsya derket holê ku destûra Rûsya jî di vê êrîşê de heye.    Piştî Rûsya û DYA êrîş erê kirin Tirkiye bi hêza TSK û SMO li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dest bi êrîşan kir. Bêyî ku li gorî pîvanên şer tev bigerin ketober êrîş kirin. Hem êrîşî şervanên QSD'ê kirin û hem jî êrîşî sivîlan kirin. Di êrîşan de herî zêde sivîl hatin kuştin. Li dijî sivîlan komkujî kirin. Lê li gel van êrîşên hewayî û bejayî Hêsên Sûriyeya Demokratik (QSD) berxwedanek pir mezin nîşan da. QSD'ê li seranserî sînor li ber xwe da û bersîvên tund da TSK û OSO/MSO. Piştî QSD'ê li ber xwe da, gelê cîhanê jî piştgirî da QSD'ê ya ku DAIŞ têk biriye.    KETIN NAVA HEWLDANA KU AKP’Ê RIZGAR BIKIN   Piştî TSK-OSO(MSO) di êrîşan de çekêm kimyewî û fosfor bikar anîn û bedena mirovan bi fosforê şewitandin, gelê cîhanê bertek nişan da û Tirkiye wekî sûcdarê şer pênase kirin. Karsazên mezin ên cîhanê diyar kirin ku dê êdî razemeniyê nekin. Xwestin firotina çekan a Tirkiyeyê rawestînin. Her ku şer dirêj bû bertekên cîhanê yên li dijî Tirkiye jî zêde bûn. Gelê Rûsya û DYA jî bi tundî bertekên xwe yên li dijî erîşan anîn ziman. Li ser vê yekê DYA û Rûsya cuda cuda bi Tirkiye re peymanên agirbestê îlan kirin û ketin nava hewldanên ku îktîdara AKP'ê rizgar bikin.    Di peymana ewil a bi Serokê DYA Donald Trump re sînorê navbera Serêkaniyê û Girê Spî ji TSK û OSO(SMO) re hat hiştin. Li ser vê yekê destûr dan ku Putin ji xeynî Dêra Zor, Rakka û Tabqa ligel hêza rejîma Sûriye li seranserî sînorê Rojava belav bibin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi Rejîma Şamê re ketin nava dan û stendinê.    Rêveberiya Xweser, QSD û MSD bi Şamê re ketin nava têkiliyê û ji bo bi hevre sînor biparêzin gav avêtin. Li ser vê yekê hêzên rejîmê hatin ser sînor. Ji xeynî sînorê ku TSK xistiye kontrola xwe li gel eskerên Rûsyayê li ser sinor belav bûn. Ji Minbicê heta sînorê Iraqê li seranserî sinor 80-85 nokte ava kirin. Tenê li ser sînorê Kobanê 2 hezar eskerên rejîmê û 2 hezar û 200 eskerên Rûs bi cih bûn. Her çend rejîm bang li QSD'ê bike û bi şiklê ‘Efûya Siyasî" tev li Artêşê bibe jî ev rastî bertekên hişk hatin. QSD'ê daxuyanî da û xwest herî her tiştî lihevkirina siyasî pêk bê.   'XWESERÎ DÊ BÊN PARASTIN'   Hêsên li qadê di peymana ewil de xwestin rêxistin, rastî û hêzên li herêmê yên rêveberiyê wekî xwe bên parastin. Xwestin ev hêzên gel bi rêve dibin wekî xwe bên parastin. Disa xwestin xweseriya QSD'ê bê parastin û piştî hatin parastin dikarin bi artêşê re têkevin nava parvekirinê. Li ser vê mijarê hevdîtin tê kirin. Disa xwestin Efrîn jî li halê xwe yê berê vegere û Rêveberiya xweser a Efrînê ya berê bê parastin.    Rewşa Cerablus, Ezaz, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê ku niha kirine bin kontrola xwe hêj li ser mase nehatiye niqaşkirin. Disa mijara rewşa Idlibê çawa bê çareserkirin nediyar e. Li aliye din rewşa Dêra Zor, Rakka û Tabqa dê wekî xwe ya niha bê parastin.    GRÊKA KOR A DYA Û RÛSYA    DYA bi van gavên avêtin herêma petrolê xist bin parastina xwe û herêmê din jî ji venêrtina Rûsya re hişt. Rusya û Rejim hêj DYA wekî hêza dagirker pênase dike. Lê dîsa DYA û Rûsya tam li hev nekirine û ketine nava grêka kor.    Welatên Garantorê Astana Rusya, Îran û Tirkiye û hêzên serdest ên Rojava ji rejîma Sûriyeyê û muxalifan Komîteya Makeqanûnê ava kirin û Civîna Cenevre li dar xistin. Di vê civînê de ji ber ku cih nedan Rewşa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareseriyê jî dixetimîne.    MA / Nazim Daştan