Berxwedana gelan dê rengê maseya Sûriyeyê diyar bike 2019-10-24 13:36:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê ji pevçûna di navbera DYA û Rûsyayê sûd wergirt û ket axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi ketina Tirkiyeyê ya axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevsengiya li herêmê hat guhertin. Tirkiye ji seyaseta DYA û Rûsya ya dijberî kurd sûd girt û bi hêmanên "Artêşae Millî ya Sûriyeyê" hewl dide li seha û masaya Sûriyeyê cihê xwe bigire. Lê masaya ku hêzên kurevî dixwazin li gorî hesab û berjewendiyên xwe ava bike, dê xwediyê axê yê esasî û hêza berxwedanê diyar bike. Tirkiye bi TSK'ê û hêzên girêdayî wê ya navê "Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) -OSO) lê kiriye  di 9'ê Cotmehê de bi tang, top û balafiran êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di roja 9'an 17'ê Cotmehê de piştî Tirkiye bi DYA û Rusya re mutabakata agirbestê îmze kir, dîsa Tirkiye êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kirin. Êrîşên li ser herêmê di roja 16'an de berdewam dike. Bi taybetî êriş li diji Başûrê Girê Spî  û Rojhilatê Bajarê Serêkaniyê êrîş berdewam dikin. Li dijî van êrîşan Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) jî bersivê dide wan. Piştî Tirkiye bi erêkirina veşarî ya DYA û Rûsyayê ket axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevsengiya herêmê xera bû û pêvajoyek nû dest pê kir.    Piştî destûr dan operasyona Tirkiyeyê, Hêzên DYA û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûryeyê vekişandin Başûrê Sûriyeyê û Iraqê. Li dijî êrîşen Tirkiyeyê QSD'ê li pêş çavê hemû cîhanê li ber xwe da û hêza xwe vekekişand. Parastina QSD'ê ji aliyê dewletên Ewropa ve jî rewa hat dîtin. Lê ji bo TSK û OSO êrîşên xwe bi dawî bikin gav neavêtin.    Ji ber êrîşên TSK'ê ku hêza herî mezin a NATO ye, bi sedan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên SOHR ji 14’ê Cotmehê û pêde herî kêm 128 sivîlên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dan. Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa eşkere kir ku li Serêkaniyê ku 5 roj in di bin dorpêçê de ye di encama êrîşên Tirkiyeyê de 22 jê zarok 235 sivîl jiyana xwe ji dest dan. 677 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî NY’yê nêzî 300 hezar sivîlan di nava sê rojan de terka malên xwe kirin û hewldana dagirkirinê dewam bike wê koçberiya navxweyî û girêdayî vê jî krîza mirovî mezin bibe. Ev yek mîna sûcên şer, paqijiya etnîkî û komkujiyên ku ji aliyê Tirkiyê de li dijî Kurdan tê kirin kete rojeva raya giştî ya navneteweyî.    TIRKIYE BE TENÊ MA   Tirkiye piştî di 9'ê Cotmehê de êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ji xeynî Katar, Azerbaycan û Pakistanê tu kesî piştgirî nedan Tirkiyeyê. Welatên Ewropa, welatên ereb, KKTC'ê û gelek welatîn din ên cîhanê li dijî vê êrîşê bertekên xwe anîn ziman. Di daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê de jî hat ditin ku Tirkiye bitenê maye. Piştî êrîşên li Tirkiyeyê li çar aliyên cihanê Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman.  Hêzên QSD'ê li dijî artêşa herî mezin a NATO’yê TSK'ê û komên girêdayî wê OSO de berxwedanek mezin nîşan da. Carek din ji cîhanê re aşkere kir ku gavan paşve navêje. Li ser vê yekê Tirkiyeyê bi DYA û Rûsya re peyman çêkir. Rêveberiya Xweser û QSD'ê piştî berxwedanê bi Rejîma Sûriyeyê re peyman çêkir. Rusya û Şam bi hêzên herêmê re li ser masê rûnişt.    HEDEF PARADîGMAYA OCALAN E    Tirkiye di salvegera 9'ê Cotmeha 1998'an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hevkariya navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin ketin axa Sûriyeyê. Tirkiyeyê bi vê yekê armanc kir ku Kurdan ji ser vê axê paqij bikin. Tirkiye paradîgmaya Ocalan a demokratîk û azadiya jinê esas digire ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ruh dibû dikir hedefa xwe. Di peymana bi Rûsyayê re kir jî vê nîyeta wê aşkere kir.    BERXWEDAN HILIBJARTIN   Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê serî netewandin û li ber xwe dan. Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û QSD'ê û hemû pêkhateyên wê yên ji kurd, ereb, asûrî, suryanî û hêzên din pêk hatin diyar kirin ku wê gavan paşve navêjin û heta dawî li ber xwe bidin. Berdevkê QSD'ê diyar kir ku wan heta niha li dijî El Kaide, DAİŞ'ê têkoşînek mezin daye û di vê têkoşînê de 11 hezar şehîd dane û 30 hezar hevalên wan birîndar bûne. Berdevkê QSD'ê anî ziman ku wan soz daye hevalên xwe û wê heta dawî li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Berdevkê QSD'ê anî ziman ku Tirkiyeyê Peymana Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê kiriye û û "Sûcê şer" kiriye.    Piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn, KHK'ê jî 19'emîn civîna xwe li dar xist û dest bi amadekariyên Kongreya Yekîtiya Neteweyî kir û lez da xebatên kongreyê.      MA / Erdogan Altan