MA li Minbicê ye: El Ekrad û rejîm bi hev re sînorên Minbicê diparêz e 2018-12-29 11:50:57   BAB – Nûçegihanê ajansam me Nazim Daştan çû Bajarokê Arîma ya girêdayî Babê. Arîma bûye mijara daxuyaniyên YPG, Artêşa Rejîmê, Tirkiyeyê, Rûsya, DYA û hêzên koalîsyonê. Li bajarok Cephet El Ekrad, Rûsya û hêzên Rejîmê hene. Ewlehiya sînorê bajarok jî hêzên herêmî diparêzên.    Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di rojevê de cihek xwe germ digire. Mayîn nemayîna DYA’yê, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rejîm û Rûsyayê re hevdîtin û gefên Tirkiyeyê yên li dijî vê herêmê di rojevê de cihê xwe digire. Tirkiye hayjixwe nêzî biryara vekişîna DYA’yê dibe. Li aliyê din her çiqas Tirkiye gefên xwe yên li dijî Bakurê Sûriyeyê paş da dabe jî lê dev jê bernedaye. Li dijî vê yekê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêveberiya Şamê re hevdîtinên xwe dewam dike. Her du rêveberî ji bo parastina sînorên Sûriyeyê li hev kirin. Di vê çarçoveyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyanî da û bang li rejîmê kir. Rejîmê bersiva YPG’ê bi erênî da. Artêşa rejîmê ji bo parastina sînoran derbasî Bajarokê Arîma ya girêdayî Babê ku dikeve rojavayê Minbicê û li gel hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê biryara tevgerkirina kordînekirinê girt.    LI ARÎMAYÊ SÊ AL BA DIBIN    Em wek Ajansa Mezopotamya (MA) ketin Bajaroka Arîma ya ku çend roj e ji rojeva hêzên herêmî derneketiye. Li Bajarokê Arîma ku hêzên rejîma Sûriyeyê hatin lê bicih bûn, şervanên Cephet El Ekrad, Meclîsa Leşkerî ya Babê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî cih digirin. Li cihên bilind alên Cephet El Ekrad, Rjîma Sûriyeyê û Rûsyayê li bajarok ba dibin. Li vê xetê rejîm li seranserî sînor hêzên rejîm û El Ekrad bicih bûne û bi hev re kontrolê pêk tînin.    GELÊ HERÊMÊ XWE LI DIJÎ ÊRÎŞAN AMADE DIKE    Her wiha li bajarok û derdora wê jiyana rojane jî dewam dike. Meclîsa Gel a Babê li dijî rewşa awarte seferberiyê îlan kiriye. Li Arîma û gundên derdorê civînên gel tên lidarxistin. Ji gel re tedbîra li dijî êrîşan tê vegotin. Ligel şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gelê herêmê jî hatiye çekdarkirin û ewlehiya xwe diparêzin.    REJÎM LI SER SÎNOR E    Çapemeniya nêzî rejîmê (bi taybetî Meyadîn) bêje artêşa Sûriyeyêketiye navenda Minbicê jî lê niha hêzên rejîmê li navenda bajêr nîn in. Hêzên rejîmê tenê li ser sînor in. Tê payîn di navbera hêzên rejîmê û hêzên herêmî de di rojên pêş de ji bo hevkariyê dê çi bê kirin bi raya giştî re were parvekirin.    HEWLDANÊN ÊRÎŞA TIRKIYEYÊ    Di rojên dawî de sewqiyata eskerî vediguhezîne vê xeta bûye mijara rojevê. Her wiha Tirkiye komên selefi û radîkal jî li vê derdorê kom dike. Tirkiye her roj bi nûçeyên “Li dijî Minbicê operasyonê dest pê kir” dixwaze hêzên girêdayî xwe li ser piya bigire. Xeta Ava Sacur jî di navbera Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û komên Mertala Firatê de bi tevger e. Heta niha muhtemela êrîşek li dijî Minbicê hêj li qadê xwedî bersivek xwe nîne. Gefên Tirkiyeyê yên li dijî Minbicê didome. Tirkiye dê îro li Moskova bi rayedarên Rûsî re hevdîtinê bikin. Tê payîn di hevdîtinê de bazariya li ser Minbicê bê kirin û lê tê diyarkirin ku muhtemela Tirkiye erêkirinê bigire pir hindik e.    MA / Nazim Daştan