Li Idlibê her kes ketine pey berjewendiyên xwe 2018-09-02 09:28:19   IDLIB - Li Idlibê ya dengê şer lê bilind dibe, her kes ketine pey hesap û berjewendiyên xwe û hespê xwe ji bo xwe dibezînin. DYA, Fransa, Almanya, Rûsya, Tirkiye, Îran ku berjewendiyên xwe diparêzin, QSD û Rejîm ji bo paqijkirina Idlib û Efrînê bazariyê dikin.    Amedekariyên operasyona bajarê Idlib a rejîma Esad bi israr dixwaze ku ji yekîneya Koalisyona Neteweyî ya Sûriyê ya di pêşengtiya rêxistina teror a bi navê Cebheya El Nusra ya girêdayê El Qaîde (Heyat Tehrîr El-Şam) bê paqijkirin ber bi dawiyê ve tê. Rejîm, bi piştevanên xwe Rûsya û Îranê re ji milê Hema û başûr ve bi sînorê Idlibê ve pêş dikeve. Rêxistinên çekdar ên din jî pirên li ser riya operasyonê dirûxînin û amadekariya şer dikin.     GAV BI GAV NÊZÎ ŞER DIBIN   Rûsya, tehakuma xwe ya li ser rejîma Sûriyê bi rizgarkirina bajarê Idlibê ya li rojhilatê bakurê Lazikiyê dikeve re dixwaze temam bike. Esad ê ku di şerê navxweyî de dihat xwestin ji holê bê rakirin, lê bi piştgiriya Rûsya û Îranê re rejîma xwe mîsoger kir, di paqijkirina komên çekdar ên ji derve ve tên destekkirin bi biryar xuya dike. Lê, komên çekdar ên bi riya Tirkiyeyê ji gundewarên Heleb, Xuta û Şamê di Idlibê de hatin komkirin jî, naxwazin keleha dawî ji destê xwe derbixin. Piştevanê rejîmê Îran jî, dijminê xwe ya Tirkiyeyê ya ku mutefikê NATO ya DYA’yê dibîne naxwaze qada serweriya wê zêdetir bibe.     REJÎM AMADEKARÎ DIKE    Di vê çerçoveyî de di rojên dawî de ji rejîm û Rûsyayê amadekariyên operasyonê pir tê ziman, Tirkiye, DYA, Almanya, Fransa jî dibêjin ku ev operasyon dê zerarek mezin bidin sivîlan û çareserî bi aştiyê pêk bê. Rûsya û rejîm, diyar dikin ku komên selefî yên radîkal ên pêşengtiya wan El Nûsra dike nêzî 60 hezar çekdarên wan hene û divê ev bi awayek ji Idlibê bên derxistin. Di vê mijarî de jî ew bi biryar in. Di rojên dawî de eskerên rejîmê bi amadekarî û sewqiyatên xwe re ji bo operasyonê li benda gavên dawî ne, tê gotin ku biryar dê ji Rûsya derkeve.     TIRKIYE RÊXISTINÊN DIJZAGONÎ DIPARÊZ E     Tirkiye, ji her alî ve sozan dide komên çekdar ên dijzagonî ku li Idlibê kom kiriye yên di operasyona Efrînê de weke Hêzên Kuvayî Miliye pênase kirî nîşan dide. Niha ev kom di Idlibê de tune bibin. Tirkiye dizane ku ev dê bibe gava yekemîn a windakirina Ezaz, Cerablûs, Bab û Efrînê ku bi zorê girtibû ji destên wê biçe dibîne. Ji ber vê yekê jî, eger karibe dê operasyonê asteng bike, eger nikaribe jî ji bo dereng bihêle bi Rûsya re dîplomasiyek mezin dimeşîne. Tirkiye ku bersiva dixwest ji hewildanên xwe re nedît, neçar ma piştî salan ya El Nûsra ku bi destê xwe ava kiriye wek koma terorê dît, hem ji Rûsya re hem jî ji komên di destê xwe de girtiye re peyamek şand. Bi taybetî ji komên çekdar ên dijzagonî re ji nasnameya El Nûsra derbikevin û bizivirînin komên nermtir, an jî çekên xwe teslîmê rejîmê bikin ferz dike. Komên çekdar jî, diyar dikin ku ew ji aliyê Tirkiyê ve derxistina ji gundewarên Heleb, Xuta û Şamê re hatin xapandin, ji ber vê yekî jî ew dê di Idlibê de li berxwe bidin. Li aliyê din Tirkiye dibîne ku bi milyonan sivîlên ku dê ji Idlibê birevin wê jê re tengasiyê derbixin.  Welatên DYA û Yekîtiya Ewropa jî, ji aliyekî ve naxwazin Rûsya serweriya xwe li ser Idlib û axa Sûriyê zêde bike, di aliyê din de jî koçberiyekî ber bi Tirkiyeyê ve dê bibe belayek mezin serê Ewropa û ji ber vê sedemî jî dixwazin operasyona Idlibê asteng bikin.     RÛSYA ÎRAN Û TIRKIYE DI 7'Ê ÎLONÊ DEKOM DIBIN   Rûsya, Îran û Tirkiye yên di Astana de weke dewletên garantora kêmpêvçûnê tên zanîn, hat ragihandin ku dê di 7’ê îlonê de li Tehranê bi rojeva Idlibê kom bibin. Tê gotin ku li ser vê maseyî dê Rûsya ji Tirkiye bixwaze ku komên çekdar ji Idlibê derbixin. Îran hesaba ku bandora Tirkiyeyê ya ser qadê kêm bike dike. Tirkiye jî, ji bo parastina komên çekdar dê pêşniyarên çareseriyê pêşkeş bike. Di vê noqteyî de Tirkiye, dê yek ji bajarên Kantona Şehba bi Federasyona Bakurê Sûriyê ve girêdayî Til Rifatê bîne rojevê û pêşniyara van koman bibin wir bike. Lê di mijara Til Rifat de tê diyarkirin ku Îran ji bo parastina navçeyên Nûbûl û Zehra yên di bin qontrola Hizbûlah a li ber Til Rifatê ye , di mijara Til Rifat de pirsgirêk derbixe.     QSD JI BO IDLIB’Ê MIJARA EFRÎNÊ TÎNE ROJEVÊ    Her kes dibîne ku rejîm li hemberê 60 hezar komên çekdar ên dijzagnî yên radîkal û DAIŞ ên di gundewarê Dêra Zor û başûrê welêt de şerkirin dê pir zahmet be. Şîroveyên ku ji ber vê yekê jî rejîm û Rûsya ji hêzên QSD’ê dixwaze ku ji bo beşdariya operasyona Idlibê hêza Ceyş El Siwar tevlî bike tê kirin. Lê hat destnîşankirin ku QSD pêşniyara divê operasyon bi rizgarkirina Efrînê re berfirehtir bibe dike û ev nîqaş jî berdewam dikin. Tê gotin ku rejîm û Rûsya ji bo ya QSD’ê tevlî operasyonê bike, ew daxwaza Tirkiye ya Til Rifatê tîne ziman. Lê hat gotin ku her çiqas bîne ziman jî, QSD tevlî bibe nebe jî ji ber nayê hesaba Îran û rejîmê vê yekî weke dahfik bikar tîne.     MA /Erdogan Altan