Wê biryara QSD'ê bandoreke çawa li qadê bike? 2018-03-08 09:20:19 EFRÎN – QSD’ê biryar dabû ku hêzên xwe yên li Reqqa û Dêra Zorê bişîne Efrînê. Ev biryar hesabên DYA, Koalisyon û Rûsyayê xira kirin. Metirsî heye ku ev biryar şerekê nû ya navxweyî bi xwe re bîne û dibe ku DAIŞ careke ji xwe re qadeke tevgerînê bibîne.  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên girêdayî wî yên li dijî Efrînê di roja 48'an de ne. Êrîş ji hewa û bejahiyê tevde didomin. Dewleta tirk ku guh neda biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), bênavber êrîşên xwe berdewam dike û her wiha ji ber vê aktorên li qadê jî polîtîkayên xwe di ber çavan de derbas dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê bi hêzên xwe yên li Efrînê li dijî êrîşan tev digere, biryar da ku hêzên xwe yên li Reqqa û Dêra Zorê li dijî DAIŞ’ê şer dikin vekişînin û bişînin Efrînê. Rûsya ku qada hewayî ji êrîşên dewleta tirk re vekir û bi awayekî hevkar pê re tev digere, dixwaze ji Amerîka û koalisyona navneteweyî re bibêje ev biryar xapandine.    GELO WÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ DÎSA DEST PÊ BIKE?    Tê gotin ku têkiliyên QSD û Rûsyayê li ber qedandinê ne. Tê bilêvkirin ku dê DYA li hemberî biryara QSD’ê ya vekişandina hêzên xwe bê bersiv nemîne. Di vê çarçoveyê de bang li Tirkiyeyê kir ku naveberê bide şer, dawî li operasyonan bîne. Hat diyarkirin ku her çi qas DYA û hêzên koalisyonê dibêjin ew xwe têkilî rojavayê Firatê nakin jî, lê dê ji vekişandina hêzên QSD’ê ya ji Minbic, Reqa û Dêra Zorê re bêdeng nemînin. Lewra ditirsin ku li Sûriyeyê dîsa derkeve û DAIŞ'a ku piştî rizgarkirina Reqayê hema bêje qediya bû ji nû ve derkeve holê.    Hesaban jê bibe û were serî   Ligel vê yekê tê nirxandin ku ji roja êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dest pê kirine heta niha Amerîkaya ku di her firsendê de piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê tîne zîman, armanca wê ya sereke ew e ku Tirkiyeyê tehrîk bike û êrîşan rewa nîşan bide. Lê belê piştî YPG'ê biryar xwe aşkere kir, ev biryar bû sedem ku DYA, Rûsya û hemû aktorên li qadê careke din polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas bikin. Fikar jî ew e ku piştî ku QSD hêzên xwe veguhêzîne Efrînê wê DAIŞ ji nû ve ji xwe re qadeke tevgerînê peyda bike û dê windahiyên rojavayê Firatê pir zêde bibin û dê ev yek bibe destpêka şerekî nû yê navxweyî. Tê diyarkirin ku ev şer jî dê hemû hesabên hêzên serdest xira bike û eger xira neke jî dê bi derengî bixîne.   Tê zanîn ku di qada Sûriyeyê de QSD baskê leşkerî yê siyasetekê ku xwedî projeyên çareseriyê û herî xûrt e. Tê destnîşankirin ku bi vê bawerî û biryarê wê QSD li Efrînê bi mehan li ber xwe bide û eger têk biçe jî di serî de wê Tirkiye, DYA û Rûsyayê windahiyeke mezin bidin. Her wiha tê diyarkirin ku dema QSD vê yekê dike jî pişta xwe bi gelên ku ji wan û projeyên çareseriyê bawer dikin qewî dike. Çawa ku Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo got, hêza cewherî ango hêza piştevaniya gel, xwe di Kobanê, Girê Spî, Tebqa, Reqqa, Dêra Zor û di gelek qadan de xwe îspat kiriye. Tê payîn ku dê gel jiyana xwe ya hevpar a bi salane bi QSD’ê re ava kirine bernedin û çawa heta niha li Efrînê nîşan dane, wê ji niha û pê ve jî li cem şervanan bin. Ji ber vê yekê jî tê bawerkirin ku ev helwesta gel bi ser keve.   MA / Erdogan Altan