Rageşiya di navbera DYA-AKP'ê de zêde dibe: Dema biryarê ye 2018-02-14 15:38:43 ENQERE - Wezîrê Karên  Derve yê DYA Rex Tillerson dê sibê Tirkiye ziyaret bike. Beriya ziyareta Tillerson, rageşiya di navbera Enqere-Washingtonê de zêde dibe. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Çavuşoglu jî beriya hatina Tillerson diyar kir ku dê têkiliyên xwe zelal bikin. Ev nîşan dide ku dê bi ziyareta Tillerson a Tirkiye têkiliya di navbera Tirkiye û DYA de dê bêtir zelal bibe.  Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tillerson dê sibê li Enqereyê bi rayedarên Tirkiye re ziyaretan pêk bîne. Beriya ziyareta Tillerson a Enqereyê rageşiya di navbera Enqere û Washingtonê de zêde dibe. Demek dirêj e di navbera rêveberiya AKP'ê û DYA'ê de rageşiyek heye. Demek dirêj e Tirkiye gefan li DYA dixwe. DYA jî dixwaze xweza xwe ji Rojava bikişînin. Peyamên ku DYA û Tillerson dide Tirkiye dixwaze Tirkiye piyên xwe li gorî doşeka xwe dirêj bike. Li bendê ye ku bi ziyareta Tillerson a Enqereyê re hin têkilî zelal bibin û biryarên zelaltir bên girtin.    DYA DIXWAZE TIRKIYE ÎDARE BIKE   DYA ji ber ku Tirkiye li dijî Îranê wekî destik dibine û endamê duyemîn yê NATO ye, naxwaze zû bi zû Tirkiye ji destê xwe berde. DYA Tirkiye li dijî Îranê wekî partnerekî girîng dibîne û tevî hemû gefên AKP'ê yên li dijî DYA jî DYA piştgiriyek mezin daye AKP'ê.    AKP DÎT KU DYA HELWESTA XWE GUHERT   Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan, bi awayekî veşarî gef li rêveberiya DYA'yê xwar û got: "Xuya ye ku vana sileya Osmaniyan nexwarine û li ser împaratoriya têkçûyî gef li DYA xwar. Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî ku bi awayekî fîîlî wekî cîgirê Serokê îtîfaqa AKP-MHP'ê ye vîetnam anî bîra DYA. Serokwezîr Binali Yildirim, xwest DYA aqilê xwe bide serê xwe. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got 'An dê têkilî xera bibin, an jî dê rast bibin." û beriya ziyareta Tillerson diyar kirin ku AKP'ê rewş ferk kiriye.    ROJNAMEYAN BI MANŞETAN ZIMAN DUBARE KRIR   Meyda nêzî AKP'ê jî di manşetên xwe de gef û gurên rayedarên AKP'ê dubare kirin. Rojnameya Tirkiye gotina Serokomar Erdogan kir manşet û got: "Sîleya Osmaniyan" û peyama Yildirim a "Aqile xwe bide serê xwe" avêt. Rojnameya Akît, Guneş, Aydinlik û Milliyetê jî gotina Wezîrê Karên Derve ya Çavuşoglu ya "An dê rast bibe an dê xera bibe" derxist pêş û gotina Bahçelî ya "Em dê bikin 5 qatên Vietnamê" kir surmanşet. Rojnameyên din jî manşetên nêzî wê avêtin.    Xuya dikin ku bi van manşetan dixwazin puanan ij gel bistînin. Xuya dike ku rêveberiya AKP'ê li ser dijberiyên hundir û derve polît3ikayê pêş dixe. Li ser dijberiya DYA û Îsraîlê tev digere.    ÊDÎ NIKARE KOMÎ SER HEV BIKE   Her çend hikûmeta AKP'ê li pişt DYA gefan bixwe jî li pişt deriyên girtî helwesta xwe nerm dike û sekna wê tê guhertin. Di serî de DYA û hêzên navneteweyî êdî vê helwesta AKP'ê wekî gefan dibîne û dixwaze rê li pêş vê yekê bigirin. DYA piştî Rusya û Kore êdî gefên AKP'ê jî ji bo xwe wekî gefên cîdî girt û xist rêzê.    Duh Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), di civîna li Kuveytê ya têkildarî têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de pêk anî der barê operasyona li Efrînê de got “Her çend operasyona mezin a li dijî DAIŞ'ê bi dawî bûbe jî nayê wê qateyê ku DYA û mutefîkên wê li dijî DAIŞ'ê bi ser ketiye. Operasyona li Bakurê Sûriye, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê laqaz kiriye. Operasyona ku Tirkiye li Efrinê daye destpêkirin bandora têkoşîna li dijî DAIŞê lawaz kiiye. Li şûna ciwanên kurd bi DAIŞ'ê re şer bikin, berê xwe dane Efrînê. Hêza me ya em DAIŞ'ê li Sûriye têk bibin lawaz kiriye.    DYA bi vî rengî helwesta xwe ya li dijî operasyona li ser Efrînê zelal kir. Tillerson bi ziyareta Tirkiye dixwaze helwesta xwe ya li dijî Tirkiye zelal bike û peyamek xurt bide Tirkiye. Xuya dike ku bi ziyareta Tillerson a Tirkiye dê hin têkiliyên di navbera Tirkiye û DYA de bêtir zelal bibin.   MA / Kenan Kirkaya