Sendîkayên karkeran îttîraza projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê kirin

img
STENBOL – Platforma Şaxên Sendîkayên Karkeran a Stenbolê, li dijî projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê ku bi hinceta vîrûsa koronayê pêşniyar kiribû, derket. Platforme, diyar kir ku sermaye hewl dide bi projeyên bi vî rengî tundiya xwe ya li ser karkeran zêde bike.
 
Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe (MUSÎAD), bi hinceta vîrûsa koronayê projeyeke xebatê amade kiribû û pêşniyar kiribû ku “qampên xebatê” bên avakirin û bi vê rêbazê karker bên xebitandin. Platforma Şaxên Sendîkayên Karkeran a Stenbolê, li dijî vê projeya MUSÎAD’ê derket û diyar kir ku sermaye hewl dide bi projeyên bi vî rengî tundiya xwe ya li ser karkeran zêde bike.