‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’

img

AMED – Serokê Şaxa Tarim Orkam-Senê ya Amedê Nasir Demîrkiran diyar kir ku di pêvajoya şewbê de piştevanî ji bo sektorên din hatiye dayîn lê ji bo cotkaran piştevanî nehatiye kirin û ji ber polîtîkayên şaş her sala ku diçe çandinî li paş dikeve.

 
Serokê Sendîkaya Tarim Orkam-Senê ya Şaxa Amedê Nasir Demîrkiran polîtîkaya hikumetê ya çandiniyê ya di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de nirxand. Demîrkiran diyar kir ku çandiniya li bajarên herêmê bi koronayê re kêm bûye û dê hilberîna îsal ji krîzê re nebe bersiv. Demîrkiran da zanîn ku koronayê bandorek neyînî li ser kar û bar û hilberandina çandiniyê jî kiriye û cotkaran xistiye zorê.
 
‘DEDAŞ PIRSGIRÊKAN ZÊDE DIKE’
 
Demîrkiran anî ziman ku bihabûna dovîzê û krîza aborî ya li Tirkiyê bandorek neyînî li ser cotkaran dike û li gel ewqas problemên ekonomîk pirsgirêka Şirketa Ceryanê (DEDAŞ’ê) jî li ser van pirsgirêkan zêde bûye. Demîrkiran diyar kir ku DEDAŞ cotkaran mexdûr dike û cotkaran ceza dike.
 
‘COTKAR BI ZEHMETIYAN RE RÛBIRÛ NE’
 
Demîrkiran destnîşan kir kir ku cotkar di ferqa misyona xwe de ne û di hilberandinê de jî bi israr in û tevî vê yekê jî bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin. Demîr got cotkar tevî şewba koronayê jî xwedî li zevî û tiştên çandine derketin û ji bo xelkê çûne nav zeviyên xwe. Demîrkiran da zanîn ku tevî hemû bela û krîzan jî cotkar li ser kar û xebata xwe ne û dixwazin çandiniyê bikin. Demîrkiran ji ber koronayê hişyarî da û got dibe ku ji ber şewbê krîza zexîreyan biqewime û xwest her kes di ferqa vê yekê de be.
 
‘DIVÊ PIŞTEVANIYÊ BIDIN COTKARAN’
 
Demîrkiran destnîşan kir ku bi pêvajoya şewbê re carek din heqîqet derketiye holê û got: “Însanan hêj nû nirxê axa bi salane tê talankirin, qirêjkirin û bi hovîtî tê mêtingkirin ferq kir. Pêwîste dewlet di çarçoveya Qanûna Gingehîn de piştevaniya cotkaran bike. Lê vê yekê nake. Heke heqê cotkaran baş were dayîn dê hilberînek baştirîn were kirin. Divê ji bo cotkaran ew piştevaniya tê xwestin were dabînkirin. Lazime dest ji polîtîkayên neolîberal berdin. Pêwîste polîtîkayên rasteqîn bixin meriyetê.”
 
MA / Fethî Balaman