Tunç: Qeyrana Koronayê ya ku ji Wuhanê dest pê kir wek tesîra baskên pirpirokê ye

img

AMED - Aborînas û nivîskarê xwebûnê Ramazan Tunç, têkildarî bandora vîrûsê ya li ser aboriya Tirkiye û cîhanê nirxan û got: "A niha jî qeyrana Koronayê ya ku ji Wuhanê dest pê kir wek tesîra baskên pirpirokê ye. Li Wuhanê pirporekekê baskên xwe tevda û li tevahiya cîhanê bahozeke fînansî, aborî, civakî, rêveberî û pergalî pêk anî." 

Vîrûsa corona (Covît-19) li Cîhanê roj bi roj zêde dibe. Li gorî daneyên rayedarên hikûmetan, heta niha li cîhanê 597 hezar û 458 kes bi vîrûsê ketin. 27 hezar û 370 kes jî ji ber vîrûsê jiyanaxwe ji dest dan. Li Tirkiyeyê jî heta niha 5 Hezar û 698 kes bi vîrûsê ketin û 92 kes jî bi vîrûsê mirin. Li aliyekî bandorek mezin li ser tenduristiyê dike, li aliyê din jî ji ber ku êdî her kes dikevin malên xwe û nikarin ji mal derkevin bandorê li ser kar û aboriyê jî dike. Heta niha bi sed hezaran kargerî hatin girtin. Bi milyonan mirov betal man. Têkildarî bandora şewba Covît-19 a li ser aboriyê, Aborînas û Nivîskarê Xwebûnê Ramazan Tunç ji Ajansa Me Mezopotamya re nirxandin kir.
 
 
'BI QEYRANÊN HEYÎ HETA NINA GELEK ŞÎRKET TÊK ÇÛN' 
 
Tunç, bi ser navê Ji Duşema Reş Heta Vîrûsa Koronayê Krîzên Piyaseyê û Têsîra Domînoyê" nirxand û wiha got: Krîz û qeyranên pergala piyaseya serbest navdar in. Vê pergalê ji qirnê 17 û 18’an heta niha gelek krîz derbas kiriye û ji ber van krîzan gelek komar, şirîkatî û kesan êş kişandine. Di nav van krîzan de gelek şirîkatiyên ku bi bilyon (milyar) dolara hebûnên wan di rojekê de tune bûne hene. Wek Enron ku şirîkateyeke herî mezin bû li  Amerîkayê û di rojekê de hilweşiya. Wek Lehman Brothers ku di qeyrana 2008’an de hebûneke wê ya bi qasî 623 bilyon (milyar) dolarê Amerîkî hebû û heliya, bû tune. Ev qeyran ji sektorên reel (rastîn) dest pê dikin û belav dibin."  
 
'DUŞEMA REŞ' 
 
Tunç, dazanîn ku hinek qeyran jî ji piyaseyekê belavî piyaseke din dibin û wiha got: "Wek qeyrana 1994’an ku dîsa li Asyaya Dûr dest pê kir û hinek welatên wek Tirkiyeyê jî ji wê qeyranê têra xwe par wergirtin. Bi heman awayî sedemên wan qeyranan cuda cuda ne û têsîrên wan ên li ser piyaseyê jî cuda cuda ne. Mînak, di qeyrana 1973’yan de, ku qeyrana herî mezin bû piştî qeyrana 1929’an, sedema wê bûhabûyîna neftê bû. Qeyrana 1987’an ku gelek navdar e, di piyaseyê de di rojekê de tesîr li hemû endeksên cîhanê kir û gelek şirîkatiyan zirar kirin, gelek kes ji kar hatin avêtin. Endeksên guhertingehên  Amerîkayê ku sermiyana herî zêde tê de tê şixulandin, di 19’ê cotmeha 1987’an roja duşemê de Dow Jones %22,6 û S&P jî %21 daketin. Ev roj di piyase û dîroka fînansê de wek “Duşema Reş” tê binavkirin."  
 
'HINEK ŞOK WEKÎ TESÎRA DOMÎNOYÊ YE' 
 
Tunç, bandora qeyranê ya li ser qeyranê din ji nirxand û wiha lê zêde kir: "Endeksa Volatilityê ya ku ji salên 90’î heta niha wek endeksa tirsê yan jî endeksa VIX tê zanîn, di 18’ê Adarê de derket asta herî bilind û 84,57 pile dît, ku asteke dîrokî bû. Ev derketin, piştî krîza 2008’an derketina herî bilind e, ku bandor li ser hemû piyaseyên cîhanê kir û VIX derxist asteke dîrokî ya 89,53 pile. Di pergalê de ev krîz wek şok tên binavkirin û sedemên van şokan di demên dirêj de tesîrên xwe gelekî zêde dikin.  Hinek şok jî wek “Têsîra Domînoyê” li ciyekî dest pê dikin û belav dibin. Di zimanê fînansê de jê re têgotin “belavbûna finansî yan jî “têsira belavbûyîna krîzan. Nexweşina Covid-19 ku li Wuhanê dest pêkir, wek têsira dominoyê li hemû cîhanê belav bû. Vê belavbûnê têsîreke dîrokî li ser hemû pergalan kir. Her çiqas di zanistên civakî, zanistên tendûristiyê û hemû qadan de guherînên dîrokî pêk tîne, di zanistên fînans, aborî û rêveberina civakê de jî guherîneke dîrokî pêk tîne." 
 
'TESÎRA BAKKÊ PIRPIROKÊ' 
 
Tunç, li ser badora vîrûsa Covît-19 jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Ev qeyran dê ji qeyrana 1987’an a bi navê “Duşema Reş” zêdetir bandorê li piyaseyê bike. Heta niha jî diyar e, ku desthildarên dewletan û hikûmetên wan dermanekî ku pêşiyê li qeyranê bigire nedîtine. Dewleta ku dahata wê herî zêde ye Dewletên Yekîtiya Amerîkayê ye, ku heta niha 2 Trilyon dolar ji bo ku tesîrên vê qeyrana navnetewî ya di nav xwe de kêm bike, terxan kir. Her wiha, Kanada, Almanya, Fransa, Îngilistanê jî pakêtên bersivdayîna krîzê daxuyandin. Ev pakêt bi piranî li ser lîkîdîteya (hebûnên pereyî yan jî hebûnên ku zû veguhezin pere) piyaseyê disekinin û hewl didin ku daxwaza piyaseyê ya pereyî bi cih bînin û bersivê bidin qeyranê. Bergiriyên ku hikûmet pêşniyaz dikin, bi piranî ji bo xelaskirina şirîkatiyên mezin in, ku wek torên kleptokrasiyê li derdora hikûmetan kom bune. Ji bo tenduristiya civakê jî ji derveyî pêşniyaza rewşa di malê de manê, parastina navbera civakî û navbera taybet pêve tiştekî nabêjin û hikûmetan hîna rasterast piştgirî nedane kesan, ku lêçûnên xwe yên rojane bi cih bînin. Li gor dîtaneya pirpirokê, guherineke pir biçûk a li ciyekî, ji ciyekî din ê ku qet eleqedar xuya nake jî têsirên gelek mezin dike. A niha jî qeyrana Koronayê ya ku ji Wuhanê dest pê kir wek tesîra baskên pirpirokê ye. Li Wuhanê pirporekekê baskên xwe tevda û li tevahiya cîhanê bahozeke fînansî, aborî, civakî, rêveberî û pergalî pêk anî. Hinek hikûmet û desthildarî jî ji bo ku hêzên xwe yên otorîter zêdetir xurt bikin, vê bahozê wek derfet dibînin. Di nav vê bahozê de piştî ku toz û dûman ji holê rabe, dê zirara aborî û fînansê telafî bibê lê telafîkirina zirara ku hikûmetên desthilatdar û otorîter bidin azadî, demokrasî û mafên mirovan gelek zor û zehmet xuya dike." 
 
'DI SALÊN 1994-97 Û 2001'AN DE LI TIRKIYEYÊ HEMÛ ÇAVKANIYÊN GEL HATIN TALANKIRIN
 
Tunç, bal kişand ser qeyranên salên 1994, 1997 û 2001’an ên Tirkiyeyê û wiha bi dawî kir: "Li Tirkiyeyê şokên bi vî rengî bûn û bêrêtiyên hikûmetan piyase ser û bin kirin. Di van serdeman de hemû çavkaniyên gel hatin dizîn û talankirin. Grubên nêzî desthilatdaran dest danîn ser dahatên bacê yên ku ji gel tên berhevkirin. Qeyrana 2008’an pir bandor li aboriya Tirkiyeyê nekir, ji ber ku di wan deman de li tevahiya cîhanê kaniyên lîkîdîteyê vekirî bûn. Di krîza 2018’an a ku wek pêla dovîzê xwe da nîşandan, têsîra şokê dîsa zêde nedomiya. Lê di vê krîzê de baskên pirpirokê bahozeke pir zor û dijwar derxistine holê. Di grafîkên jêr de jî xuya dike ku VIX hîn jî dewam dike. Nîşaneyên aborî û fînansâ Tirkiyeyê jî wek lembayên pêdikevin û vedimirin. Li Tirkiyeyê jî amûrên Banqeya Navendî ya Cumhuriyetê (TCMB) yên ku piyaseyê bibandêr bike, daxwaza lîkîditeyê bi cih bîne û di piyaseyê de hevsengê çêke nemane. Her çiqas endeksên piyaseyên mezin wek Amerîka, Almanya, Îngilistan û Çînê dadikevin û tirs, qurf û xof di piyaseyê de zêde dibin û endeksa VIXê jî zêde dibe û digihîje asteke nû. Li Tirkiyeyê jî ji ber ku tirs, xof û qurf belav dibe, him endeksên guhertingehan (borsa) dadikevin him jî senedên parê bê nirx û qîmet dibin û him jî bêkarî zêde dibe. Her çiqas buhayê petrolê daketibe jî di li welatên ku hikûmetên otoriter in, buhayê berhemên ku ji neftê tên hilberandin (wek benzîn û mazot) her roj zêde dibe. Ev şoka negatîv û bahoz demdirêj e, ne şokeke wek şokên 2008 û 2018’an e ku demekî kin de têsîra wa tefiya. "